Ji Ayşe Acar Başaran ji bo meclisê pêşnûmeya ‘lêgerîna tazî’

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, îşkenceya lêgerîna tazî ya li dijî girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hat kirin, anî rojeva meclisê.

Enqere - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li şûna "lêgerîna tazî" gotina "lêgerîna berfireh" ku bi rêziknameya Rêveberiya Saziyên Ceza û înfazê û Tedbîrên Ewlehiyê hat guhertin û der barê lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê tê kirin de ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersivê bide ji meclisê re pêşnûmaya pirsê pêşkêş kir.
Di raporan de cih nagire 
Di rêziknameyê de wiha hat gotin: “Lêgerîna berfireh bi awayekî ku hestên mehkûm ên şermê neyên binpêkirin û bi girtina tedbîrên ku ji xeynî memûran kes wê nebîne, tê kirin. Di rêziknameyê de hat diyarkirin ku ji mehkûman re pêşmala yekcar tê dayîn.” Hate diyarkirin ku di raporên Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) de peyva “tazî” û “lêgerîna berfireh” cih nagire.
Di berdewamiya pêşnûmeyê de ev tişt cih digrin:
“Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê di dema lêgerînê de pêşmal dane girtiyan. Bi Rêziknameya Îdareya Saziyên Ceza û Bicihkirina Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê re li şûna 'lêgerîna tazî' peyva 'lêgerîna berfireh' hat danîn. Di raporên TÎHEK'ê de ne peyvên lêgerînê yên "tazî" û ne jî "bi berfireh" cih nagire. Her wiha di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Êlihê di salona pêşwaziya girtiyan de pêşmala yekcar tê bikaranîn û şimik (terlik) tune ne. Di rapora ku îdiayên girtiyan jî tê de cih girtin de, derket holê ku pêşmala lêgerînê nehatiye dayîn. Di raporê de hat gotin ku 'di muayeneya ku li salona pêşwaziya girtiyan hatiye kirin de hat dîtin ku pêşmalek li odeyê daleqandî ye û di prosedurên pêşwaziya kesên ku ji azadiya wan bêpar hatine hiştin de pêşmal û şimikên ku yekcar tên bikaranîn tunebûn.’Her wiha hat diyarkirin ku li vê girtîgehê 3 zarok bi dayika xwe re dimînin. Di raporê de hat gotin ku hin erkdarên înfazê yên parastinê yên girtîgehê ji ber ku îsyana girtiyan a li saziyê tê jiyîn carna gotinên heqaret û biçûkxistinê bi kar tînin.”
Di dawiya pêşnûmeyê de ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul hatin kirin:
 *Ma rast e girtiyên ku birine Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê ya ku di raporên TÎHEK’ê de cih girtiye, di lêgerînê de pêşber nehatine dayîn? 
*Çima navê lêgerîna tazî bû lêgerîna berfireh?
*Şertên lêgerîna berfireh çi ne û gumanên maqûl ên pêwîst çi ne?
* Temenê zarokên di girtigehê de çend e? Çima zarok di girtîgehê de tên girtin? Sedem û dema  cezayê dayikan çi ye?
*Memurên ku heqaretên ku rûmetê dişkînin û biçûk dixin kî ne? Der barê van kesan de tu kiryarên îdarî hatine kirin an na?”