Ji Arjantîn heta Tirkiyê dayikên li hestiyên zarokên xwe digerin

Ji rêxistina dayikên Arjantînê yên bi navê dayikên Plaza de Mayo heta rêxistina dayikên Kurd û Tirk a bi navê Dayikên Şemiyê dayik hîna jî li hestiyên zarokên xwe digerin û her roja şemiyê di çalakiyan denin.

Navenda Nûçeyan - Salên 1975’an heta 1983'an li şerê Arjantînê yê wekî "Serdema şerê qirêj" tê binavkirin de gelek mirov hatin windakirin. Ji bo gelê Arjantînê, ev salên tari yên binpêkirina hemû mafan û jiyanê ye... Parçebûna malbatan zêdebû û gelek kirinên qirêj ji hêla rejîma leşkerî ya Arjantînê ve li dijî gelê Arjentînê pêk hat. Dayikên Mayo li hemberî sîstemê sekinîn û bersiv dan binpêkirinên mafan. Dayikan bi hev re hêzek dînamîk ava kirin û li dijî êrîşên ku li Amerîkaya Latîn li ser civakê û tayîbetî jî li ser jinan ferz kirin rabûn. Dayik li hev civiyan û ji bo agahî ji zarokên xwe yên winda bigrin û wan bibînin çalakiyên cur bi cur li dar xistin.
Dayikên Plaza De Mayo
Ji bo dîtina zarokên ku dema şerê dîktatoriya leşkerî ya qirêj di navbera 1976 û 1983'an de li Arjentînê hatin windakirin rêxistina dayîkan bi navê Plaza De Mayo avakirin. Di 30'ê nîsana 1977'an de rêxistina Plaza De Mayo ji hêla Estela Barnes de Carluto ve hat damezirandin û dayikan dest bi çalakiyên xwe kirin. Cara yekem li ber Qesra Serokkomarê Casa Rosada çalakî kirin.
Destpêkê bi beşdarbûna 14 dayikan meş pêk hat, bi derbasbûna demê re her çu jimara dayikên zarokên wan winda di nava çalakiyê de zêdebûn. Her çu di aliyê çapemeniyê de jî hatin dîtin û dengê wan hat bihîstin. Her wiha wekî sembola nasnameyê bi destmalên spî derdiketin qadan. Rejîma heyî ji kombûnên dayikan tirsiyan û ji bo astengkirina çalakiyên wan, zagonên qedexekirina kombûnan li suk û kolanan derxistin. Ji sê kesan zêdetir hatina ba hev a mirovan qedexe kirin. Ji ber vê yekê her du dayik, bêdeng li dora bîranîna piramîdê li navenda meydana navdar saetekê dimeşiyan. Ji bo hefteya bê jî peymana civînê didan hev. 
Hikûmeta Arjantînê gelek astengî derdixistin pêşiya dayikan da ku nikaribin çalakiyan li dar bixin. Heta navê "koma pîrên dîn" li wan kiribûn. Her wiha ji bo tirsê bixin dilê wan 12 kesên ku bi rêxistina dayikan re kar dikirin revandin. 7 ji wan çalakvanên mafên mirovan bûn, du Ruhbanên Firensî û 3'ê jî kesên ku rêxistina dayikan damezirandibûn. 12 mirovên revandî ketin nava lîsteya hezar windayên di destên Encumena Leşkerî ya Arjantînê de.  Çarenûsa  wan, mîna bi hezaran kesên din, heta roja îro jî ne diyar e. 
Bi hatina sala 1998'an re nasnameya 256 zarokên winda hat eşkerekirin, her wiha cihê 56 zarokan hat diyarkirin û diyar bû ku 7 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo vê yekê rêxistina dayikan, tîma Arjantînê ya antropolojiya forensic û Banka Neteweyî ya Genetîkî ava kirin.
Di 14'ê îlona sala 2011'an de rêxistina Plaza de Mayo ji ber hewldanên xwe yên parastina mafên mirovan li Parîsê Xelata Felix Oviot-Bouany a Lêkolîna Aştiyê girtin.
Dayikên Şemiyê
Di navbera salên 1980’an – 1995’an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran welatî hatin revandin û carekdin agahî ji wan nehatiye girtin. Xizmên wan ên bi salane li benda agahiyekê ne ji wan bigirin li hev kombûn û dest bi çalakiyên ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe kirin. Bi fermî komele avakirin û li gelek bajarên weke Stenbol, Amed, Batman, Cizîr û Colemêrgê çalakiyên xwe heftine didomînin.
Komeleya Dayikên Aştiyê 27’ê gulana 1995’an hatiye avakirin. Ji wê demê heya niha her hefte roja şemiyê li meydana Galatasara ya Stenbolê û Parka Koşuyolu ya Amedê jî di navê de li gelek bajaran ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe di nava çalakiyan de ne. Weke dayika Berfo gelek ji wan heya dawiya temenê xwe deriyê mala xwe vekirî hêlan, ji bo rojekê zarokên wan vegerin û çavê wan li paş man. Bê ku ne agahî ji zarokên xwe bigirin ne jî hestiyê wan bibînin jiyana xwe ji dest dan û çavê wan vekirî çun. 
2527’ê gulana 2020’an jî di 700 emîn hefteya çalakiyê de rastî êrîşên polîsan hatin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Ev demeke ji ber nikarin dakevin qadan bi onlinê çalakiyên xwe didomînin.
Bi daxwaza kujer werin darezandin û winda bên dîtin hefteya derbazbûyî di hefteya 824’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser 11 welatiyên li navçeya Basa ya Şirnexê di 15’ê Çileya 1996’an de ji aliyê JÎTEMÊ ve di dolmîşekê de hatibûn kuştin û şewitandin û xwestin kujer bên darezandin.