‘Ji Şoreşa Jinê em piştgiriya tevahî jinan silav dikin’

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star a Rojava Menal Mihemed piştgiriya jinên ji çar aliyên cîhanê ji warê şoreşa jinan re nirxand û got ku ew bi rêzdarî piştgiriya wan jinan û helwestên wan silav dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li dijî êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê helwestên gel, helwestên kesên bi nav û deng, helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedar û jinên çalakvan zêde dibin. Ji Kurdistanê heta, welatên Ereb, Rojhilata Navîn û Ewropayê dengê xwe gihandin hev û gotin ku ew piştgiriya xwe bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan didin û êrîşên dagirkeriyê qebûl nakin. Çalakvanên jin ên Brîtanya, Tûnis û Îspaniyayê jî pêşeng bûn. Têkildarî vê mijarê Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Menal Mihemed axivî.

‘Xewna Erdogan li Kobanê pêk nehat’

Menal Mihemed di destpêka axaftina xwe de got ku dewleta tirk a dagirker sîstema demokratîk ku li ser bingeha wekheviya di navbera her du zayendan de hatiye avakirin dike hedef û wiha domand: "Yekem sîstemeke wiha demokratîk li cîhanê tê avakirin û jin pêşengiya wê dikim. Bêguman wê rastî êrîşan jî were, armanca dewleta tirk jî ew e ku sîstemê binpê dike. Ji ber Kobanê piştî têkbirina DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê bû sembola berxwedanê di cîhanê de û destpêka têkbirina rêxistineke wiha terorîst bû. Ev jî bi ked û têkoşîna jinan û çalakiyên fedayî ji Arîn Mîrkan heya Revanan çêbû. Li Kobanê xewn û xeyalên Erdogan ku çawa derbasî Rojava bibe û jê re bibe deriyek ku derbasî Rojhilata Navîn bibe şikestin. Erdogan naxwaze ew herêma ku li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin, heman tişt li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were çêkirin û her hewldanên wî ji bo têkbirina vê projeyê ne."

Li dijî dagirkeriyê piştgiriya jinên cîhanê

Menal Mihemed da payin ku dewleta tirk hêza civak û şoreşê dike hedef û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber ku jin hêza bingehîn a civak û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, dewleta tirk a dagirker her dem wan dike hedefa xwe û gelek jinên pêşeng jî bûn bi hedefgirtinê jiyana xwe ji dest dan. Ji Jiyanan bigre heya Zeyneb, Zehra û Hebûnan ev kesayet xwedî rol û misyoneke pir girîng bûn di şoreşê de û jinên herî aktîf bûn. Bi qetilkirina jinan hewl didin vê sîstemê hilweşînin. Li dijî van êrîşan û ji bo piştgiriya şoreşa jinan li seranserî cîhanê bertekên tund li dijî dagirkeriya tirk tên nîşandan. Bêguman ev bertekên ku ji jinên cîhanê der tên, hemû jî encamê tifaq û dîplomasiya Kongra Star e ya ku li ser rûyê erdê tê meşandin. Bêguman têkoşîna me têkoşîneke enternasyonalîst e. Ji ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye jêdera pêkanîna xewn û xeyalên jinên cîhanê di avakirina sîstemeke demokratîk de ku jin bikaribin di nav de roleke sereke bilîzin û di civaka xwe de aktîf û bi bandor bin. Ji lewre piştgiriyên ku îro ji şoreşa jinan re ji welatên Emerîka, Brîtanya, Rojhilata Navîn û Tûnis, Iraq, Îspanya û Misirê tên nîşandan hemû jî encama xebatên dîplomasiya me ne. Piştgiriya jinan ne tenê bi dayina daxuyaniyan bû lê belê çalakiyên protestoyî li ber konsoloxaneyên welatên wan jî bûn. "

‘Pêvajoya 2022'an ne wekî 2018'an e’

Menal Mihemed got ku pêvajoya 2022'an ne wekî 2018'an e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber wê demê ewqase piştgirî ji bo berxwedana serdemê ango ya Efrînê tunebû û bêdengiyek hat dîtin. Pêvajoya 2019'an jî ji sala berî wê baştir bû, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de jinan li seranserî cîhanê çalakiyên mezin li welatên xwe pêk anîn. Wê demê pir komîte û kampanya hatin avakirin û destpêkirin yek jê "Jin Rojava diparêzin" ku 33 rêxistinên jin di nav de xwe birêxistin kirin. Bi hevgirtina xwe di hundirê parlamentoyan de roleke mezin lîstin û dengê wan jî bi bandor bû. Niha jî hewldaneke pir hêja û bi nirx heye ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû waran de bi riya panel û çalakiyên cûr be cûr de bi cîhanê bidin naskirin tê kirin. Divê ku em vê jî ji bîr nekin, dema ku Katalonyayê Rêveberiya Xweser nas kir gotin ev hemû jî encamên têkoşîna têkiliyên rêxistina jinan de çêbûn û spasî jî ji bo me pêşkêş kirin. Ji lewre îro ne wekî duh e û îsal ne wekî par e, piştgiriya jinên cîhanê ji şoreşa jinan re îsal mezintir û bi encamtir bû."

‘Dewleta tirk rawestînin û şoreşa jin biparêzin’

Menal Mihemed bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Cihê serbilindiyê ye û em bi xwe jî piştgiriya jinên cîhanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bertek û çalakiyên bi bandor li welatê xwe kirin da ku êrîşên dewleta tirk a dagirker bidin sekinandin, bi rêzdarî silav dikin.  Banga me ji hemû welatan re ew e ku dewleta tirk a dagirker bisekinînin û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em ê bi vê şoreşê re bigihîjin armanc û hedefên xwe di avakirina sîstemeke demokratîk de ne tenê li ser asta Rojhilata Navîn li ser asta hemû cîhanê. Bêguman ev jî wê bi hevgirtina jinan pêk were."