Hiqûqnas bangewaziya zagonên wekheviya zayendî li Megribê dikin
Nîqaşên ji bo zagonên wekheviya zayendî, di qada gîştî de gihîştine rewşeke bi aloz. Ji bo hevsengiya zayendî û hebûna jinan di qada neteweyî de û di warên siyasî, aborî, civakî, çandî û hawirdorê de jinên hiqûqnas û siyasetmedar dengê xwe bilind dikin.
HENAN HARAT
Megrib - Tê ragihandin ku nîqaşên ev du heyv in berdewam dikin, gihîştine daxwaznameya pêkanîna destûra xala 2030 ku 20,000 îmze hatine komkirin û ji serokê meclisê re hatin şandin.
Ev çalakî bi pêşengiya Îtilaf "wekheviya Daba" dest pê kiriye. Çalakiyek sivîl e, tê de hemû komeleyên parastina mafên jinan û mirovan, rêberên partiyan, sendîkavan, komeleya civaka sivîl, profesor û mamoste beşdar hene. Ev çalakî, ji bo ku li ser bingeha wekheviya zayendî di her qada jiyanê de pêk were, hatiye lidarxistin.
Di daxwaznameyê de tê diyarkirin ku divê di serî de hevsengiyek di warê hilbijartiyên rawe de bê sererastkirin ango wekî mafê ku di xala 2021’ê de hetiye diyarkirin divê hejmara jinan di sazî û dezgehên hilbijartî de, di ya herêmî de ne kêmtirî ji sedî 30 be, û di ya neteweyî de jî, ji sedî 40 be, ne zêdeyî ji sedî 60 be.
Li ser vê bûyerê, ajansa me li Megribê bi hin çalakger, siyasetmedar û hiqûnasan re hevdîtin çêkir û me çend pirs li ser hebûna jinan di warê rêveberiya karûbarên giştî de ji wan kirin.
-Piştî pêşkêşkirina daxwaznameya wekheviya zayendî ji kotaya parlamentoya Megribê re gelo ev qanûn wê bikaribe zîhniyeta zilam derbas bike? Ev zagon wê wekhaviyê li gel jinên Megribê ava bike gelo?
Wefa Hacî, parêzer û kordînatora daxwaznameyê, eşkere kir ku li bendêmayîna bersiva nameyê ne tenê jinên tevgerê eleqedar dike, her kesê li ser îmze kiriye û piştgirî daye xala zagona 19’an a destûrê û hemî peyamên neteweyî têkildar e.
Her wiha em di projeya xwe de domdar in, ji amadekirina kaxizan bigre heta pêşniyar û daxwaza referomên qanûnî di her warî de pêk were. Her wiha hêviya me ji bersiva parlamento û partiyan jî heye.
Wefa Hacî diyar kir ku mebesta kolektîf ew e hemû tedbîrên pêwîst bên girtin da ku bendên destûrê pêk werin. Wekî mînak divê nûnertiya jinan di hilbijartina ku dê di Çileyê de dest pê bike de hebe.
Li ser vegotinên hemwelatiyên Meribê ku dibêjin, divê di serî de beriya derketina qanûnan zîhniyet bê guhertin, koordînasyona daxwaznameyê Wefa Hacî wiha bersiv da: “Raman û zîhniyet bi qanûnan tên guhertin, ji ber ku civakê birêxistin dikin. Dema zagon hebin pêwîst e rêveber û hemwelatî pêk bînin, ev daxwaza demokratîbûnê ye. Wê pêkan be dema bibe zagoneke civakî.”
Wekheviya jinan di partiyan de pêwîst e
Tê zanîn ku endamên partiyên Megribê bi gîştî nûnerên wê zilam in, ev jî dibe sedema tirs û dûrxistina jinan di nav wan de. Li ser vê, rêveberiya Navenda Dijber Buşra Abdo zelal kirk u divê rêveberiya partiyên siyasî nûnertiya jinan qebûl bike, beriya destpêkirina daxwaznameyê ji parlamentoyê re û başdarbûna jinan di hilbijartinên zagonsaziyê de wekî nûner tê de cih bigrin û jin divê bi hêz tevli van hilbijartinan bibin.
Buşra li gotinên xwe zêde kir û got ku dema rola jinên ku di partiyên xwe de ked û qurbanî dane hatiye. Ji bo hilbijartinan jî divê mafên wê di biryargirtina herêmî û bajar de bigirin dest, bi vî rengî dê Megrib gaveke ber bi serkeftinê ve biavije.
Rêveberiya forma Gîştî ya Saziyên Civakî yên Ereb û Afrîqayê Xedîce Bereket ku bi Buşra Abdo re, li ser qanûna wekheviya zayendî, piştgiriyê dike, teqez dike û dibêje: "Divê jin ji bin serdestiya zilam derkevin, em di projeyeke wekheviyê de dixebitin, divê navên jinan di rêziknameya hibijartinê de bê dayîn."
Xedîce Berekat li ser hebûna jinan di qadê siyasî de wiha got,nîşaniya hebûna wê di her qadên civakê de bandora wê ji mêr pirtir e, li ser malbatê jî xwedî erke. Bi tatbet jî tevgera jin li benda rakirina bandên payamên navneteweyî ye, û pêkanîna wekheviya zayendî bi cih bîne.
Xedîce Bereket teqez kir ku serfiraziya wekheviya zayendî ya ji meclisê re hatiye şandin, bi guhertina zihnî û pejirandinê re têkildar e, nikare li bemberî pêşketina wan bibe bend, ew nikarin temsîliyetê ji demokrasiyê veqetînin, ji ber ku wê ev yek zirarê bide pêvajoya hilbijartinê.
Endama saziya siyasî ya Yekitiya Sosyalîst a Hêza Gel Henen Rîhab wiha diyar kir: "Destûra Megribê destnîşan dike ku asta jin û mêr wekhev e, di maf û azadiya sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî û jîngehê de û ji hemû aliyên din ve jî her wiha di zagonên navneteweyî de jî xwedî erk e. Dewlet hewl dide ku vê peyamê bi dest bixe, ev jî hêviya her jineke megribî bû, ruxmî keda siyasî jî hîn lawazî heye.
Ji bo pêkanîna wekheviyê, parlamentera sosyalîst wiha got "Guhertin pêkan e, ji ber keda ku tê dayîn ji welat re, li ser nirxan wê veguhetinek zûtirîn saz bike, guhertina pratîk li ser hêz û vîna gel ku di şahî û rojên pîroz de radixîne ber çavan."
Zehmetiyên ku ji prensîbên wekheviyê re dibin bend
Henan Rîhab bawer dike ku astengiya li hemberî pêkanîna wekheviyê, baweriya kêm a bi destûrê û keda endamên ku bi şev û roj dixbitin nîn e her wiha bi wekheviya zayendî re bertekên neyînî nîşan didin.
Hat aşkerakirin ku hejmara jinên di meqamên bilind de gihîştiye ji sedî 137, ji tevahiya 1160 wezîfe ku ji sala 2012’an û pê ve 12 pêwendiyên hatine erkdarkirin temsîl dike. Ev jî nîşaneya destûreke pêşketî ye. Bi bêbaweriya rêberan bi vê destûrê tevlibûna jinan di nûnertiya dewletê qels dike. Ji ber vê jî divê jinên ku erk bigirin xwedî hêz û vîn û akademîk bin. Ji ber ku erk û baweriya civakê temsîl dikin, divê xwedî sekn bin. Ji ber vê yekê ger em xwedî erk bûna ji 15 salî heya niha wê gavên girîng bihatana avêtin.
Guftûgoyên ku li Megribê didomin di warê wekheviya zayendî de bi destpêkirina plana "tevlibûna jinan di geşedanê” de ye ango ji dema dabeşkirina kolanê di navbera nûjenparêz û misilmanan de bû. Piştî wê destûra ku ji hêla qralê Megribî Muhemedê Şeşmîn ve di Temûza 2011’an de ku ji aliyê hemwelatiyan ve hat erêkirin hat tomarkirin. Destûr, di xala 19’emîn de wekheviya zayendî û parastina mafên bingehîn, wiha dide nasîn: "Divê jin û mêr, di mijarên wekheviya mafan û azadiya sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî û hawirdorê de li hemberî cudahiya zayendî bertek nîşan bidi.” Ev jî rexneyek ji bo dogmatîzma ku ji aliyê Ixwanan ve tê kirin e.