Heyeta Kongreya Star bi komîsyona Mafê Mirovan re hevdîtin pêk anî

Heyeta Kongreya Star bi Komîsyona Mafên Mirovan, Wekhevî û Edaletê ya Parlementoya Baskê re li ser binpêkirinên mafê mirovan ên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinek pêk anîn.

Navenda Nûçeyan - Heyeta dîplomasiyê ya Kongra Star a ji endama komiteya Tekilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed, Seroka Dîwana Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê û Hevseroka Desteya Çandê ya herema Cizirê Rawda Hesen pêktê ku ji aliyê Parlemana Herêma Bask ê, rêxistina Suargi û Şaredariya Durangoko ve bi fermî hatibûn vexwendin hevdîtinên xwe dewam dikin.
Piştî ku li Baskê ji aliyê Meclîsa Şaredariya Dûrango ya bajarê Biscayê ve hatin pêşwazîkirin li  Parlemana Navarra yê bi parlementeran re hatin gel hev û paşê jî bi Komîsyona Mafê Mirovan Wekhevî û Edaletê ya Parlementoya Baskê re hatin ba hev.
Heyet bi Komîsyona Mafên Mirovan a Wekhevî û Edaletê ya Parlementoya Baskê re hevdîtinek pêk anîn.  Di civînê de binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê li herêmê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê naskirin û pişgiriya Parlementoya Baskê ji bo Rêveberiya Xweser hatin niqaşkirin.