“Hewildanên me ji bo jinên Lubnanê di qada siyasetê de zêdetir bidin dîtine”

Lêkolîner û Mamostaya Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Lubnanê Dr. Halima El-Qaqour da zanîn ku hewildanên wan ji bo jinên Lubnanê di siyasetê de zêdetir bidin dîtin dewam dike û got: “Di vê mijarê de hêza herî zêde jî ez ji xwendevanên xwe yên zanîngehê digirim. Ewana vê nêrîna min erênî dibînin û ji bo serxistinê alîkarî didin.”

SÛZAN EBÛ SEAÎD
Beyrûd- Lêkolîner û Mamostaya Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Lubnanê Dr. Halima El-Qaqour xwednina we ya bilind li Fransayê qedandiye û di qada navnetewî de xwediyê nasnameya diktora ye bi sebir li ser pirsgirêkên civakî disekine, bi vê xebata xwe di nava civakê de bûye kesayetek naskirî û rêz jêre tê girtine. Di gelek rêxistin û komeleyên navneteweyî de li hemberî zayendperestiyê di warê parêzvaniya mafê mirovan û jinan de her wiha rêveberiya baş a şaredariyan, pêşketina herêman, çanda aştiyê û gelek xebatên dinê yên civakî de rahêner û şêwirmend e. Sala 2018’an  ji bo namzediya kursiyê Sunnî li navçeya sêyem a Chouf a Çiyayê Lubnanê hat hilbijatin, lê vê peyîwirê nexwest û xwe paş de da.
“Divê jin zêdetir di nava siyasetê de cîh bigirin”
Halima El-Qaqour têkildarî xebatên xwe wiha got: "Ez gavên xwe bi baldarî davêjim. Dema ku namzetiya min ji bo nûnertiyê hat pêşniyarkirin, min xwe di gelek aliyan de ne amade dît. Ez niha zêdetir bi baldarî lêhurbûn dikim û li ser qelsiyan dixebitim da ku wan ji holê rakim û bi perspektîfek din li tiştan dinêrim. Li vir ez dixwazim li ser xaleke taybet rawestim, ji sala 2015'an û vir ve ez ketim nava hewldana siyasî. Ez bi partiyên desthilatdar û amûrên wan ên ne demokratîk re rûbirû bûm. Ji bo ku ez bi baldarî li ser gavên xwe lêkolîn bikim, min ji 86 jinên ku di sala 2018'an de beşdarî hilbijartinên parlementoyê bûn, 75 jin nas kirin û min encamên lêkolîna xwe bi pirtûka bi navê ‘Meşa Jinên Lubnanî ber bi Semînera Parlamentoyê ve’ da. Ew tecrûbeyên namzedên jin ên hilbijartinên parlemana Lubnanê ya 2018'an hildigire ku tecrubeyên wê bibe derfetek ji bo xwendin û nirxandina van ezmûnên cuda. Ji xwe di vê dewra hilbijartinê de 6 jin bi ser ketin.”
“Ez parêzvana mafê jin, zarokan û jîngehê me”
Halima El-Qaqour diyar kir ku ew hîn zêdetir li ser astengiyên jin pêre ru bi ru dimînin dixebite û wiha domand: "Piştî vê lêkolînê û kurahiya min di astengiyên ku jin pê re rû bi rû mane, ez ji rastbûna biryara xwe ya nenamzediyê ya berê piştrast bûm, ji ber ku min qelsî dît, ya herî girîng jî fînansekirina paqij û şefaf e. Ger berendam nekare alîkariyan ji bo kampanyaya xwe kom bike û toreke xurt a hevbendiyan bi hevkarên pêbawer re saz neke, ew ê bi ser nekeve. Ji bo van hemûyan pêwîstî bi lêkolîn û xebatê heye, ez gihiştim wê encamê ku piraniya jinan bi xwe jî wek çalakvanên civakî û parêzvanên mafên jinan derketine holê, ne wek siyasetmedar. Ez di warê mafên jin û zarokan, jîngeh, pêşketin û yên din de çalakvanek bûm û hîn jî wihame, ne wek jineke xwedî projeyek siyasî me. Her çend ez di aliyê siyasetê de hinek şarezame, lê ji aliyê teorî ve ez neçûm qada siyasetê û îro em li ser vê yekê dixebitin ku xelk me wisa dibîne. Hin kurt e û encam hene. Ji bilî malbata siyasî ya serdest ku yek ji amrazên rejîmê tê hesibandin û cûreyek pevguhertina ku ez dengan didim we ji bo bidestxistina xizmetên ku ez dixwazim, lê  astengiya yekem pere ye ku ji sedî 97’ê jinên di lêkolînê de li ser wê lihev kirine.”
Halima El-Qaqour bal kişand qeyîrana rêveberiyê ya li Lubnanê û wiha dom kir: "Pêwîstiya me bi rêberên ku bi awayekî demokratîk kar bikin heye, ne ji bo seroktiyê li ser pîroziya yek kesî bikin. Ji aliyeke din ve ez bi namzediyê ve girêdayî nînim û eger kesekî bihêztir were dîtin tu nerazîtiya min bi vekişîna min nîne, namzediya min ji bo berjewendiya giştî ye. Em cara yekem e ezmûna xwe ya siyasî ava dikin û bi dengdana di nav rêxistin û partiya xwe ya navxweyî û bi hevalbendên derve re bi danûstandin û beşdariyê biryaran distînin. Ji bo ku em bigihin mezinbûna siyasî ya kolektîf, hewcedariya me bi dem heye û ez bi xwe di warê siyasî de mezin dibim û bi demê re ji vê ezmûna pratîkî fêr dibim. Sê kes hene ku namzediya xwe ji partiyê re pêşniyar kirine, lê armanca me hemû di berjewendiya giştî Lubnanê de ye. Partî jî bi van namzedan ve girêdayî nîne. Namzediya takekes ne bingeh e, lê belê berjewendiya lîsteyê eger bi namzediya me nekare berjewendiya giştî bigihêje, em wê demê alternatîfa guncaw hildibijêrin, her çend ji partiyek din be jî. Berevajî vê yekê, di vê rewşê de vekişîn ne wekî qelsiyek, lê wekî hêzek tê hesibandin. Xeyala min a yekem ew e ku bi bilindkirina hişmendiyê beşdarî guhertinê bibim."
“Ya herî giring jî piştevaniya xwendekarên min e”
Li ser çawaniya aktîvkirina rola jinan jî Halima El-Qaqour got: "Ev rol ji hundirê sinifan dest pê dike, bi riya bilindkirina hişyariyê derbarê avakirina dewletek ku mafê hemûyan misoger dike bê cudahî li ser bingeha zayend, ol, temen, an her wesf û cudahiyek din ku ji aliyê vê sîstemê ve hatiye danîn, berovajî vê yekê ez banga xurtkirina hemwelatîbûnê dikim û ne razî me ku em nîv hemwelatîbûn an jî mirovekî nîv rûmet bin. Tişta ku ez di kariyera xwe ya herî xweş de dibînim ewe ku ez pê serbilind im, bandora min a li ser xwendekarên min e çi jin û çi mêr. Ew rêzê ji daxwaza min a ji maf û azadiya wan re û aktîvkirina rola jina bi awayekî giştî dikin. Min gelekî şer kir û pir êşiyam jî, jina pispor ne ew e ku şer nake, êşê nakişîne, lê berdewam dike. Min girt ser milê xwe ku ez berdewam bikim, tevî westanbûna xwe, erê ez ê biwestim û ez dê bi hevkariya xwendekarên xwe plana guhertinê berdewam bikim. Ezmûna min a di nava partiyê de, jiyan û perwerdehiya min cesaret da gelek jinan. Têkiliya min bi xwendekarên min re ne tenê wek mamoste, lê wek şêwirmend û endamek malbata wan e, ev bandora ku ez hewl didim bihêlim e. Guhertina siyasî dibe ku gelek dem bigire, û dibe ku ez bimirim berî ku were bidest xistin. Ne girînge ji bo min ku ez  di rojên xwe de bibim şahidê guhertinan, lê jê bêtir ez zemînek guherînê ji bo nifşên paşerojê amade bikim. Lêkolîn, gotar, perwerde û xebatên ku ez digirim ji bo min gelek girîng in, wek nimûne, perwerda min ji bo namzetên jin ên şaredariyên heye, li ser çawaniya pêşdebirina plan û polîtîkayên giştî yên herêmî li şaredariyan."
Halima El-Qaqour herî dawî ji bo heskirina xwe ya axê wiha dibêje: "Ji xwe pêşketina xwecihî navenda berjewendiyên min e, heman tişt ji bo nenavendîbûn û pêşketina hevseng jî derbas dare, ji ber ku ax aîdê gelê xwe ye û girêdana bi axa ku min ji dapîra xwe mîras girtî îdeala min a femînîzmê ye. Ez banga avakirina partiyên nû yên ku bi rastî mîna me dikim ku karekî westiyayî û domdar e û bi hewceyî dem û hewldanê ye ji bo başkirina performansek baştir. Di heman demê de bi hewceyî fînasekirnê ye, bi taybetî ku em dixwazin zû biqewime, lê ev tişt demeke têreker hewce dike. Erê rast e min riyek zehmet hilbijart."