Hevberdevka HDK’ê: Divê meclis gav bavêje
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ku banga Abdullah Ocalan ji bo hemû civakê ye, li ser aliyê hiqûqî jî sekinî û got ku divê meclis di vê mijarê de gav bavêje.

SARYA DENÎZ
Stenbol – Dengvedana banga “Aştî û civaka demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, li hemû cîhanê didome. Di vê dema ku nîqaşên li ser pêvajoyê didomin de, Abdullah Ocalan bal kişand ku ew berpirsyariyê digre ser. Piştî banga ku hat kirin û hinek banên ji bo avêtina gavan hene. Tê meraqkirin ka dewlet dê çawa û bi çi awayî gav bavêje, PKK’ê gava yekem avêt û roja 1’ê Adarê agirbest îlan kir.
Dê pêvajo çawa bi pêş bikeve?
Di daxuyaniyên ku ji aliyê DEM Partiyê ve tên dayîn de bal tê kişandin ku têkildarî pêvajoyê tu bingeheke zagonî tune ye û ev yek dê xeterê bi xwe re bîne. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat piştî hevdîtina duyemîn a bi Abdullah Ocalan re hatibû kirin hevpeyvînek dabû. Besê Hozat diyar kiribû ku heta mercên Abdullah Ocalan baş nebin, ne pêkan e ‘bang’ were kirin. Besê Hozat bal kişandibû ku pirsgirek bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe û gotibû: "Ji ber ku meseleya Kurd heye loma çek hene. Heta ku polîtîkayên înkar-îmha û qirkirinê çareser nebin dê Kurd bê paratin neyên hiştin. Ger dewlet bi niyeteke baş bi Rêber Apo re muzakereyan bike wê demê dê mijara çekan were nîqaşkirin.”
Bi daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan re tê meraqkirin ka dê pêvajo çawa bi pêş bikeve, gavên çawa werin avêtin, bingeheke hiqûqî ya çawa were afirandin.
‘Divê aliyên hiqûqî werin naskirin’
Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî dibînin û bi gotinên; “Em pir erênî dibînin. Dibe ku mirov vê bangê weke destpêka pêvajoyeke ber bi demokratîbûnê ve bibîne.” Meral Daniş Beştaş bal kişand ser payama ku ji nameyê cuda hat ragihandin û axaftina xwe wiha domand:
“Li wê derê tiştek pir vekirî heye. Agahiyek girîng a ji bo pratîzebûna vê perspektîfê ye. Jixwe di pratîkî de ji bo vê perspektîfê, danîna çekan û feshbûna PKK’ê; divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî were temamkirin. Ev hevok divê pir bi berfirehî were şîrovekirin. Em dibînin ku riyên siyaseta demokratîk çawa girtî ne, Kurd nikarin xwe îfade bikin, di qada demokratîk de derfetên têkoşînê tune ne, siyaseta îmha û bişavtinê çawa di demên berê de hatiye meşandin. Di nameyê de behsa van hemûyan tê kirin, sedema derketina PKK’ê tên diyarkirin. Divê mirov ji her alî ve bixwîne.”
‘Divê bi sereratkirinên hiqûqî gav werin avêtin’
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dive meclisa Tirkiyeyê, di vê mijarê de gavan bavêje û wiha got:
“Piz vekirî dibêje ku divê riyên siyaseta demokratîk vebin, her kes bi awayekî azad xwe îfade bike, azadiya ramanê hebe. Ev yek ne tenê bi gotinê divê aliyê wê yê hiqûqî jî were sereratkirin. Ev mijarên pir jiyanî ne. Divê ku meclisa Tirkiyeyê li vê derê gavan bavêje. Divê sererastkirinên zagonî çêbibin, bi darazê dorpêça li ser muxalifan rabe. Di serî de Kurd û partiya me, saziyên me divê zexta heyî bi dawî bibe.”
‘Rola jinan derdikeve pêş’
Meral Daniş Beştaş dubare kir ku Abdullah Ocalan di mijara aştiyê de bang li rêxistina xwe kiriye lê di rastiyê de vê bangê li hemû civake hatiye kirin, li ser rola pêşeng a jinan wiha got: “Di warê berdana çekan de lê ji aliyê demokrasiyê ve, civaka demokratîk de bang ji bo her kesê ye. Ji bo her kesê ye lê bêguman hejmara herî zêde jin in. Di têkoşîşa aştî û demokrasiyê de rola pêşeng a jinan heye. Hebûna dayikên aştiyê li cihê daxuyaniyê gelek girîng bû lewre wan di pêvajoyên bi pevçûn û şer de zêde êş kişandin. Di heman demê de pêşengên têkoşîna aştiyê ne. Ji ber vê weke her demê rola jinan di vê demê de jî zêde ye.”
‘Dê jin bibin xwedî rolên girîng’
Meral Daniş Beştaş herî dawî wiha got:
“Jin weke têkoşîna aştiyê, di avakirina aştiya civakî, civaka demokratîk de peywir û rola wan dê mezin be. Têkoşîna jinan ne tenê li dijî şîdet û cudakariyê ye di heman demê de di her warê jiyanê de ye. Ez bawer im dê jin di vê demê de jî bi awayekî bi hêz li qadan, li kolanan, li eywanan û li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Jixwe 8’ê Adarê nêz dibe em ê hemû bi hev re li qadan bin.”