Hediya Yûsif: Divê statuya Rêber Ocalan di zagonê de bê diyarkirin
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Hediya Yûsif diyar kir ku qanûna çarçoveyî gaveke erênî ye, lê belê divê kêmasiyên wê werin sererastkirin, statuya Rêber Abdullah Ocalan di zagonê de were misogerkirin û Tirkiye gavên cidî û pratîkî bavêje.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke girîng de ye. Piştî bang û gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û siyasî avêtin, pêvajoyek nû di navbera tevgera azadiya Kurd, dewleta Tirkiyeyê û hêzên siyasî de dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de mijara Çarçoveya Qanûnî jî wekî yek ji gavên bingehîn ên pêvajoyê derdikeve pêş. Ev zagon tê nîqaşkirin ku divê çarçoveyeke qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê û guhertina rêbazên berê ava bike, şert û mercên derbasbûna pêvajoyê berfireh bike.
Di heman demê de, gelek kêmasî û nebesiyên qanûnê hene. Mijarên girîng ên wekî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, statuya wî, azadiya dîlgirtî û girtiyên azadiyê û beşdariya siyasî ya kes û komên têkildarî vê pêvajoyê jî di nîqaşan de cih digirin.
Di vê çarçoveyê de endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif, nirxandinên xwe li ser pêvajoya aştiyê, civaka demokratîk û Çarçoveya Qanûnî kir û bal kişand ser gavên ku divê Tirkiye di vê qonaxê de bavêje.
Pêvajoya aştiyê û qonaxa nû ya tekoşîna gelê Kurd
Hediya Yûsif diyar kir ku yekem car e di dîroka Kurdan de gelê Kurd bi felsefeyeke nûjen ji bo azadiya xwe têdikoşe û ev tekoşîn 52 salan e berdewam dike. Hediya got ku ev têkoşîn gihîştiye qonaxeke ku hebûna gelê Kurd hatiye afirandin û êdî hebûna gelê Kurd nayê înkarkirin. Hediya Yûsif vê xalê wiha anî ziman: “Pêvajoya têkoşîna gelê Kurd gihîştiye qonaxeke ku hebûna Kurd ya siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî li meydanê bûye hêzeke sereke.”
Guhertina rêbaza tekoşînê û destpêka pêvajoya aştiyê
Hediya Yûsif da zanîn ku ji bo têkoşîna gelê Kurd bi şêwazekî encamgir bikeve qonaxeke din, di 27’ê Sibata 2025’an de Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngaveke nû kir û Hediye Yûsif wiha behs kir: “Ev pêngava nû ji bo aştiyê û civaka demokratîk dest pê kir û Rêber Ocalan rêbaza nû ya têkoşînê diyar kir. Di vê çarçoveyê de têkoşîna çekdarî hat rawestandin û tevgera Azadiyê PKK’ê xwe fesix kir. Fesixkirina PKK’ê palpişt da paradîgmayek û stratejiyeke nû di wê de rola çekê dawî dibe. Têkoşîna çekdarî rola xwe lîstiye û di pêşerojê de divê hebûneke siyasî ya nû were avakirin. Rêbaza tekoşînê ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna bi şêwazeke aştiyane ve hatiye guhertin, da ku civak û dewlet ber bi demokratîbûnê ve biçin.”
Gavên Tirkiyê û gotinên Bahçelî
Hediya Yûsif destnîşan kir ku piştî destpêkirina vê pêvajoyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, ji aliyê Tirkiyê ve jî hin gav hatine avêtin û wiha pê de çû: “Bahçelî gotibû ‘bila Ocalan were Meclîsê û destê aştiyê dirêj bike’ ev gaveke girîng e. Rêber Ocalan ev pêvajo li ser berhemên 52 salên têkoşîna xwe nirxandiye. Rêber Ocalan ev 27 sal in di Girava Îmraliyê de têkoşîneke bêhempa dide meşandin, da ku dewleta Tirkiyeyê îqna bike ku ji ber pêşketina hegemoniyeke li herêmê, Tirkiyeyê li ber xetereyeke mezin e”
Hediya Yûsif da zanîn ku ger Tirkiye têkiliyên xwe yên stratejîk bi Kurdan re ava neke, wê Tirkiye windahiyeke pir mezin jiyan bike. Hediya wiha got ku hêz û serdestên cuda li Rojhilata Navîn bipêş dikevin û ji ber vê yekê pêwîstî bi destpêkirina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk ya ku derketiye hole heye. Hediye wiha dewam kir: “Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin dê derbasî sala duyemin bibe. Di vê çarçoveyê de di navbera Rêber Ocalan, dewleta Tirk û tevgera azadiyê de li Îmraliyê diyalogeke berfireh pêk tê.”
Tirkiyeyê divê gavên cidî û pratîkî bavêje
Hediya Yûsif bal kişand ser girîngiya gavên Tirkiyeyê û got ji bo ku pêvajo bi aramî û bi gavên encamgir berdewam bike, dewleta Tirkiyeyê jî divê gaveke cidî bavêje û wiha pê de çû: “PKK’ê xwe fesix kir, têkoşîna xwe ya çekdarî rawestand û komek ji şervan û rêberên wê çekên xwe şewitandin û daxwaza xwe ya aştiyê bi samîmiyet danîn holê. Beramberî van gavan divê Tirkiye jî gavên cidî û pratîkî bavêje. Di rewşa Rêber Ocalan li Îmraliyê de hin guhertin çêbûne, komîsyonên normalîzasyonê hatine avakirin, diyalog bi Qendîlê re hatiye kirin. Şandeya Îmraliyê bi hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re hevdîtin kir, her wiha bi civakê, kesayetên navdar û nûnerên dewletê re jî hevdîtin pêk hatine. Ev hemû gavên erênî ne û rê li pêşiya tevgereke siyasî vekir. Her wiha ev gavên erênî bandoreke erênî li ser Rojavayê Kurdistanê jî dikin, ne tenê Rojava wê bandora xwe li çar aliyên Kurdistanê jî bike.”
‘Divê statuya Rêber Apo di zagonê de bê diyarkirin’
Hediya Yûsif di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir ku hin gavên bingehîn hene ku Tirkiye divê wan pêk bîne û yek ji wan mijara yasayê ye û wiha bilêv kir: “Zagon gihîştiye qonaxên xwe yên dawî û piştî erêkirina serokkomar divê bi temamî were pejirandin. Lê di civaka Kurd de li dijî vê zagonê nerazîbûnek heye, Rêber Ocalan sermûzakerevanê vê pêvajoyê ye û ji ber vê yekê diviyabû statuya wî di zagonê de were diyarkirin. Her wiha şert û mercên Rêber Ocalan jî diviyabû wekî xalek sereke di vê zagonê de cih bigirta.”
Hediya bal kişand ser bendek ji zagonê ku ji sala 2005’an û şûnde têkildarî sûcdariyê dike û got ku ev nêzîkatî teng e. Li gorî wê, diviyabû zagon baweriyeke xurt ava bike, ji ber ku bi deh hezaran milîtanên vê tevgerê yên beriya sala 2005’an hene û bi hezaran dîlgirtî yên ku daxwaza azadiyê dikin di zindanên Tirkiyeyê de ne. Hediya got ku derxistina bendekî wiha dikare rê li pêşiya dirêjkirina pêvajoyê veke.
‘Divê ji bo pêşengên tevgera azadiyê di zagonê de cih bê veqetandin’
Hediya Yûsif got ku ji bo dirêjkirin û entegrekirina hemû pêşengên tevgera azadiyê, ji bo ku di nav civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê de xwedî rol bin, divê di vê yasayê de cih ji bo wan bê veqetandin û wiha berdewam kir: “Ev nehat kirin û ev yek jî kêmasiyên pir cidî yên vê zagonê ne. Ev kêmasî dikarin pêkanîna zagonê dirêj bikin. Dirêjkirina pêvajoyê ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, ji ber ku li herêmê hêzên komploger li ser erkê ne û hêz û serdestên herêmî pêş dikevin. Ev hêz naxwazin li Tirkiyeyê aramî çêbibe û naxwazin têkiliyek dostane di navbera Tirk û Kurdan de çêbibe û wekî hemwelatiyên azad, bipêş bikeve. Tirkiye piştgiriya vê zagonê bike û stratejiya biratiya gelan pêş bixe, wê Tirkiye bibe dewleteke herî bi hêz, ji ber ku ev pêvajo dikare şerê 52 salan bi dawî bike.”
‘Bandora pêvajoya aştiyê li ser aborî û siyaseta Tirkiyeyê’
Hediya Yûsif da zanîn ku dawîhatina şerê 52 salan dê bandora xwe li ser aborî, siyaseta navxweyî, dîplomasî, amadehî û pêşveçûna Tirkiyeyê bike û wiha axivî: “Ev pêvajo dikare di gelek waran de bandoreke erênî li ser Tirkiyê û Kurdistanê bike, aramî ava bike û rê li ber geşedan û şênberiyên nû veke.Tirkiye welatekî xwedî nifûsa 86 milyonî ye û gelê Kurd jî zêdetirî 20 milyon e. Ev yek dikare bandoreke mezin li ser rewşa Tirkiyeyê bike. Tirkiyeyê di pêşerojê de zagonên temamker ji bo yasaya niha derxîne û nerîna tevgera azadiyê, kesayetên azadîxwaz û civakê li ber çav bigire, pêvajo dê bi lez biçe, rê li pêşiya komplo û şeran bigire û derfeta armancên aştiyane veke.”
’Civaka Kurd ev 27 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li ser piyan e’
Hediya Yûsif tekez kir ku civaka Kurd ev 27 sal in li ser piyan e û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşe. Hediya got ku kesayetên demokratîk, azadîxwaz û kesên piştgirê mafên mirovan li cîhanê jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê statuyê dixwazin û Tirkiyeyê divê vê daxwazê ber çav bigre. Hediya Yûsif nirxandinên xwe wiha domand: “Tirkiye divê zimanê xwe yê xitabê jî biguherîne. Zimanê ku dibêje “dawî li terorê hatiye” nikare pêvajoya nû bipêş bixe. Civaka Kurd jî Tirkiyeyê wekî dewleteke faşîst dibîne, ji ber ku bi sed salan li dijî gelê Kurd şer û kuştin meşandiye. Ji ber vê yekê zimanê vê demê jî divê bê guhertin.”
’Gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwaze’
Hediya Yûsif da zanîn ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Kurdî xeta sor e. Hediya got ku gelê Kurd dixwaze Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û daxwaza wan tenê bi serdanan ve neyê sînorkirin û wiha pê de çû: “Li Rojavayê Kurdistanê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bûye mijara nîqaşê û di vê çarçoveyê de pirsa statuya Rêber Ocalan di zagonê de ji bo gelê Kurd girîng e. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe vê zagonê dişopînin û li ser hemû bendan pirsan dipirs in. Ji ber ku Rêber Ocalan wekî damezrînerê projeya netewa demokratîk dibînin, qebûl dikin û dipejirînin.”
’Bandora siyaseta Tirkiyeyê li ser rewşa Sûriyeyê’
Hediya Yûsif bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku ger heta niha bêaramiya li Sûriyeyê berdewam kiriye, yek ji sedemên sereke destwerdana Tirkiyeyê ye û wiha nirxand: “Ger şer li vî welatî kêm nebûye, sedema wê jî siyaseta Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka terorê, belavbûna fikirên selefî û parçebûna civaka Sûriyeyê jî bi siyaseta hikûmeta Tirkiyê re têkildar in. Şerê li Rojava heta niha qewimî ji encama siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ye û destwerdana Tirkiyê di civaka Sûriyê de heta îro jî berdewam e. Fitne û pêşketinên xeternak ên derdikevin holê jî bi siyaseta Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Ji ber ku siyaseta Tirkiyê li ser erdê bi rewşa Sûriyeyê re têkildar e, her çiqas rewşa Sûriyeyê aloz be, ew ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Lê gerek Tirkiyê bizanibe ku serweriya Sûriyeyê bi parçebûna civaka wê nayê xurtkirin, ji ber ku hêzên din jî ji valahiya ku çêdibe sûd werdigrin.”
Pêvajoya Îmraliyê û bandora wê li Rojavayê Kurdistanê
Hediya Yûsif diyar kir ku pêvajoya ku li Îmraliyê dest pê kiriye û mijara Qanûna Çarçoveyî bandora xwe ji nêz ve li ser Rojavayê Kurdistanê û rewşa heyî kiriye û wiha got: ”Ev pêvajo bûye sedema rawestandina şer, siyaseta hikûmeta Sûriyêyê jî nermtir bûye û rê li pêşiya hevdîtinan vekiriye. Dema zagon bikeve meriyetê, wê rewşa Sûriyeyê ji nêz ve biguhere, ji ber ku civaka Kurd Rêber Ocalan mîna sermûzakerevanê xwe dibînin. Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê bêtir dikare bandora vê zagonê bibîne, ji ber ku bi vê zagonê siyaseta Tirkiyê dikare were guhertin. Bi vî rengî Rojava û hikûmeta Şamê dikarin zûtir bighîjin çareseriyê û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Û bi pêşketina vê pêvajoyê jî dikare têkiliyên Kurd û Ereban jî pêş bixe.”
’Hêzên komploger dixwazin di nav Kurd û Ereban de aloziyan çêkin’
Hediya Yûsif bal kişand ser stratejiyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku hin hêz pişta xwe didin afirandina aloziyan û wekî siyasetek bingehîn dijminatiya Kurd û Ereb, Kurd û Tirk û gelên din pêş dixin û wiha anî ziman: “Dema pêvajoya aştiyê pêş bikeve, wê têkiliyên di navbera Kurd û Ereban, Kurd û Tirkan de jî werin çareserkirin û bi vî rengî rê li ber demokratîbûna Sûriyeyê were vekirin. Lewma pêşketina gavên erênî li Tirkiyeyê dê ji nêz ve qedera Sûriyeyê jî tayîn bike.”
Hişyariya li hemberî hewldanên alozkirina Rojava û Sûriyeyê
Hediya Yûsif di berfirehiya nirxandinên xwe de got ku hewldanên ji bo ku rewşa Sûriyeyê û Rojava were alozkirin hene û li hemberî van hewldanan hişyarî pêwîst e û wiha pê de çû: “Herî dawî êrîşa li ser karwanên koçberên Serêkaniyê wekî mînakek hat nîşandan ku hewldan hene hestên ciwanên Kurd werin tehrîqkirin da ku pirsgirêkên nû derkevin holê.”
Hediya bang li gel kir ku li hemberî van siyasetan hişyar bin. Hediya got ku hêzên komploger bi hestên neteweperest ên Ereban dilîzin û hestên Kurdî tehrîq dikin, da ku encamên nebaş derkevin holê û têkiliyên di navbera wan û Şamê de xerab bibin. Li gorî wê, ev siyasetek mebestdar e ku alozî çêbike û rê li pêşiya şerê navxweyî veke. Hediya diyar kir ku pêşketina terorê ne di berjewendiya Şamê de ye, her wiha derketina şerekî jî ne di berjewendiya hikûmeta Sûriyeyê û ne jî di berjewendiya gelê Sûrî de ye û wiha dewam kir: “Şerê ku dixwazin bipêş bixin, şerê Kurd û Ereb e û ji ber vê yekê ne gelê Ereb û ne jî gelê Kurd divê bikevin dû van xefikan.
Hediya Yûsif bang li gel kir ku baldar be û rêbazên aştiyane tercîh bike da ku helwest û daxwazên xwe bi rêbazên siyasî û aştiyane pêk bîne û wiha anî ziman: ”Ev rêbaz dê destê Rêber Ocalan xurt bike, siyaseta Şamê ya li ser biratiya gelan xurt bike. Her wiha nehêle ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye xerab bibe.”
‘Em ji Rêbertiya xwe bawer in’
Hediya Yûsif diyar kir ku ew ji Rêbertiya xwe bawer in û bawer dikin ku ev pêvajo dê serkeve û bang li civaka Kurd kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê di her alî de şiyar be, hestên parastinê tu carî winda nekin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev kêliyên dîrokî ji civakê xîreta mezin dixwazin û divê civak bi hişyarî û berpirsyariyeke mezin vê qonaxê bişopîne.”