"Hebûna jinên Tûnisê di mekanîzmayên biryargirtinê de hîn jî qels e"

Siyasetmedara Tûnisê Mubarka El-Brahmî destnîşan kir ku hebûna jinan li Parlamentoyê tevî şarezabûn, pêşketin û pêşengiya jinên Tûnisî di her warî de, hîn jî lawaz e û wiha got: "Emê xebata xwe bidomînin heta serkeftinê."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Bi minasebeta pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê, ajansa me bi siyasetmedara Tûnisê Mubarka El-Brahmî re hevdîtin kir û wê li ser gelek mijarên siyasî, femînîst û civakî nêrînên xwe got.
Mubarka El-Brahmî siyasetmedarek navdar a Tûnisê ye, endama berê ya palamentoyê ye û parêzera pirsgirêkên femînîstane. 
Sedem tunebûna vîna siyasî ye 
Li ser pirsa me ya fenomena şîdeta siyasî ya ku li Tûnisê şerpeze bûye û bandorê li  gelek femînîst û çalakvanên siyasî yên berbiçav kiriye jî Mubarka El-Brahmî bersiv da û got ku ku ne mumkun e meriv qala tawanên terorê bi tenê ji mijarên ramyariyî yên siyasî ku ji wan re perdeyek siyasî bû, bike. Her wiha destnîşan kir ku ev diyarde berî bûyerên 17'ê Çileya 2010'an tunebû. Lê îro tevî hewldanên mezin ên yekîneyên ewlehî û leşkerî, Tûnis şahidê pêlbûnek bêhempa û tirsnak a diyardeya şîdeta siyasî ye ku ev yek tehdîdeke û ji operasyonên terorîstî xetertir e.
Ji pirsa me ya der barê jinên li herêmên gundewar dijîn jî siyasetmedara Tûnisê sedema rewşa wan bi tunebûna vîna siyasî ya rastîn ku hebûna wan zêde bike, derfetên karê wan baştir bike û piştgiriya wan bike, ve girêdide.
Di dîroka jinên Tûnisê de xaleke ronî ye 
Mubarka bal kişand ser qanûnên pêşketî yên Tûnisê, yên ku ji serdema serxwebûnê ve hene û diyar kir ku di dîroka jinên Tûnisê de xalek ronî ye li gorî jinên welatên Ereb ên din. Her wiha dewletê tewanbar kir ku dev ji rola xwe ya civakî ya di parastina jinan de berdaye.
Mubarka El-Brahmî rexne li nebûna dabeşkirinek adil a berpirsiyariyan di hikûmetên li pey hev de kir û wiha domand: "Lê belê, pirsgirêk di koma mirovên gendel de ye yên ku li welat hikum dikin, kesayetiyên ku dikarin herî zêde berjewendiyên xwe biparêzin teyîn dikin û qîmet nadin pîvana jêhatîbûnê." 
Modela Tûnisê ji bo gelek jinên li welatên Ereb xewnek e 
Mubarka diyar kir ku hizra li ser binpêkirina maf û destkeftiyên jinan li Tûnisê xeteke sor e û bang li jinên Tûnisê kir ku bêtir hewl bidin mafên xwe bi tevahî bistînin û piştrast kir ku modela Tûnisê ji bo gelek jinên li hin welatên Ereb xewnek e.
Der barê hebûna jinan li parlamentoyê de, Mubarka wiha got: "Tevî ku hebûna jinan li parlamentoya Tûnisê hinekî lawaz bû jî jin hebûnek girîng tomar dikin û ji bo parastina destkeftiyên jinan li ber xwe didin." 
Mubarka ji bo jinên Tûnisê bi navgîniya ajansa me peyamek şand û wiha got: "Serkeftin û xebata xwe bidomînin."
Mubarka ragihand ku bi wesîleya Roja Jinên Cîhanê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin dê pîrozbahî di tevahiya meha Adarê de bidomin. Ji bo ku bêtir bala jinan bikşîne û bandorê çêbike û her wiha bi gotûbêjên kûr dê li ser mijarên ku li ser pozîsyona wan bandor dike, li qadên giştî yên siyasî, civakî û aborî çêbike.