Halîde Turkoglû: Divê em li Peymana Stenbolê vegerin

Halîde Turkoglû diyar kir ku “polîtîkayên Dehsaliya Malbat û Nifûsê” yên hikûmetê armanc dikin ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin û wan bi malbatê ve sînordar bikin" vegera li Peymana Stenbolê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyeke.

Edene – Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Edeneyê civîna Meclîsa Jinan a Herêma Çûkûrovayê lidar xist.

Beriya civînê Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû diyar kir ku berxwedana jinan didome û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin jiyana jinan di sîstema desthilatdariya mêr de were dîlkirin. Her wiha Halîde Turkoglû ragihand ku ewê rêyên mezinkirina têkoşîna jinê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş bikin.
Berxwedaniya jinan

Halîde Turkoglû bal kişand ser bandora şerên li Rojhilata Navîn a li ser jinê û diyar kir ku li Îran û Efganistanê jin li dijî rejîmên zextkar li ber xwe didin. Halîde Turkoglû ragihand ku girtîgehên Îranê ji bo jinan û muxalîfan veguherîne “êşkencexaneyan” û polîtîkayên ku Talîban li Efganistanê li hemberî jinê pêk tîne, rexne kir.
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’

Halîde Turkoglû anî ziman ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî kirin, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e û got ku “Ji bo ku ev pêvajo bipêş bikeve, divê Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite.”
Peymana Stenbolê

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku ew ê destûr nedin jiyana jinan di sîstema desthilatdariya mêr de were dîlkirin û wiha domand: “Peymana Stenbolê ku di 11’ê Gulana 2014’an de ji bo îmzekirinê hate vekirin, belgeyeke bingehîn e ku mafê jiyanê yê jinan mîsoger dike. Vegera bo Peymana Stenbolê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêdiviyek e. Her çend pêkanîna bi bandor a mekanîzmayên heyî û rêziknameyên qanûnî yên bihêz ji bo parastina jiyana jinan hewce ne jî, derxistina giştînameyên zayendî sûcên li dijî jinan rewa dike. Ew qanûnîkirin û fermîkirina sûcên nefretê ye. Polîtîkayên 'Dehsaliya Malbat û Nifûsê' yên hikûmetê armanc dikin ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin û wan di nav malbatê de sînordar bikin. Em ê nehêlin hûn bi rêya giştînameyên zayendî jiyana jinan di nav rêzek serdest a mêran de sînordar bikin.”
‘Bila girtî bên berdan’

Halîde Turkoglû bang kir ku girtiyên nexweş û siyasî bên berdan û wiha domand: “Berdana Nedîme Yaklav a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku 34 sal in girtî ye, cara 7’an hate taloqkirin.”
‘Têkoşîna me ya hevpar, aştî ye’

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku navê zemînê têkoşîna wan a hevpar, aştî ye û ji bo meşên “Ji bo aştiyê gav bavêje” ku wê 16’ê Gulanê li gelek bajaran were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.