Hafidha Choucair: Zîhniyetek nû heye ku dixwaze jinan berpirsê krîza Tûnis bibînin (1)

Tevgerên lîberal ên piştgirî didin pirsgirêkên jinan, piştî serxwebûnê li Tûnisê hatin dîtin. Ji mîrasa rewşenbîrî sûd wergirtin da ku wekheviyê saz bikin û bikin yek ji armancên dewleta serbixwe ya nûjen da ku Tûnis were ser riya xwe ya çaksaziyê ku bi astengî û dijwariyan dorpêçkirî ye.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Bijîşk Hafidha Choucair, a di parastina mafên jinan de ji navdartirîn û kevintirîn femînîstên Tûnisê ye, di hiqûqê de pispor e di nav saziyên Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê de ye û ji pêşengek tevgera femînîst a li Tûnisê ye; di hevpeyvîneke bi  ajansa me re berisva pirsên me da û diyar kir ku azadiya jinan hewldanên yekbûnê hewce dike û bal kişand ser xetera zîhniyeta mêr a ku jinan wekî tevgerek ne girîng dibîne. 
We di di 30’yê Tebaxa borî de wek jin, dînamîzma femînîst a parastina mafên jinan ragihandibû... Wekî berdevka wê ya fermî, hûn dikarin ji me re qala vê pêngava nû û armancên wî bikin?
Em komek rêxistinên civaka sivîl ên ne hukmî ne. Me tevlibûna girseyî ya jinan di tevgerên gelêrî de ji her alî ve li gel tevgerên ciwanan li dijî rejîma ku ji riya şoreşa azadî û rûmetê dûr ketiye şermezar kir. 17’ê Çileya pêşîn a sala 2010’an, 14’ê Çileya paşîn a sala  2011’an îsbat kiriye. Hilbijartina jinan a nêzîkatiya têkoşîn û berxwedanê tenê delîlek e ku hêzên rastîn û bi bandor ên guheztinê li welatê me jin û ciwan in ku ji hêla rejîmeke paşverû, gendelkar, baviksalarî, dijminê maf û azadiyan e û têgihîştinek wan tune ye ve, hatine paşguhkirin. Li gel wan welatparêzî, civak û hevgirtin nemaye.
Em careke din teqez dikin ku daxwaza jiyana hêja û parastina maf û azadiyan mafekî destûrî yê rewa ye, em teqez dikin ku ên li pêşiya guherîna rasteqîn a li welatê me disekinin, bi giranî jinên serhildêr in. Ev rola pêşengiyê wisa ye ku divê were naskirin, nirxandin û li ber çavan were girtin. Armanc avakirina welat û biserxistina armancên şoreşê ye.
Em, wekî tevgerek femînîst a serbixwe, bi dehan salan e têdikoşin da ku çanda mêrsalarî ya ku di qanûnan cudakar û kiryarên bertekdar de hatiye çespandin pûç bikin. Di nebûna maf û azadiyan de demokrasî tune ye, di nebûna wekheviyê de dadmendiya civakî tune ye û di nebûna derfetên wekhev û dabeşkirina wekhev a dewlemendiyê de rûmeta mirovî tune ye.
Em wek tevgera femînîst a mîlîtan, girîng e ku em vê yekê ji raya giştî û hemû hêzên çalak ên neteweyî û demokratîk re, di nav de partî, rêxistinên neteweyî û komeleyan re xuya bikin da ku em bi hev re plansaziyek kar a ku jin û ciwan jê nayên dûrxistin amade bikin. 
Me got ku divê jin ji karên kevneşopî zêdetir berpirsiyariyên xwe yên rasteqîn werbigirin, wek mînak hebûna wan li Wezareta Jin, Tenduristî û Karûbarên Civakî. Em dixwazin ku jin di wezîfeyên biryargirtinê û wezaretên serweriyê de bin, wek hundur, berevanî û dadê.
Em ê bi dînamîk bixebitin da ku bi dewleta sivîl, serweriya dadrês û sazûmanan ve girêdayî bin. Li ser bingeha vîna gel, rengînî û serdestiya dadrêsê, veqetandina di navbera ol û siyasetê de, sepandina hukmên peymanên navneteweyî yên ku ji hêla dewleta Tûnisê ve hat pejirandin û pejirandina wekheviyê di her hikumeta pêşerojê de ku dê bikaribe bersivê bide daxwazên gel. Mafê wan ê jiyanê hêja û rûbirûbûna pandemiyê û xizmetên tenduristî û civakî peyda bikin, krîza aborî çareser bikin, welat ji xetera îflasê xilas bikin. Tevî van hemûyan jî yek ji qanûnên cudakar jî di nav de Kodê Rewşa Kesane û xebatê ji bo pêşxistina wê der barê taybetî de ji hêla malbatê ve, meh, welîtî, mîras ji bilî vê jî rastkirina qanûnên kedê ji bo karker û karkerên jin bi hev re û wekhev di mezinkirina zarokan û xwedîkirina zarokan de berpirsiyar bin, li gel vekolîna nivîsên dadrêsî yên cudakar ên ku jinan ji dewlemendiyê û girîngiya xebatê ji bo belavkirina çanda wekheviyê bi nêrîna bernameyên perwerdeyê yên cudakar û baldarîkirin û xurtkirina hînkirina tenduristî û perwerdeya cinsî, wekî ku bi wê zagonê hatiye destnîşankirin, ji bo bidawîkirina sûcên hovane li dijî jin û zarokan, ji ber qeyrana siyasî û belavbûna diyardeya cezakirina bêcezakirinê, girantir bûn. Her wiha me li ser hemû astên aborî, tenduristî û civakî nîqaş kir û me hişyarî da ku mafên jinan nayên binpêkirin, bi baweriya ku mafên me nayên dabeşkirin.
Piştî destpêkirina dînamîkê, we bertekên rêxistin û partiyên civaka sivîl girt an na?
Erê lê ne di asta pêwîst de ya ku me dixwest. Me ji sendîkaya kedê ya giştî ya Tûnisê re, wekî mezintirîn rêxistina sendîkayî ya li welat, pêşniyar kir ku daxwazên di nexşeya rê de bipejirînin ku mafên jinan têxe nav fikarên karkerên jin û mêr û pêwîst bû ku em bi rêxistinên din ên mafên mirovan, berjewendiya femînîst, civakî, jîngehê û hemû rêxistinên ku di warê mafên jinan de kar dikin re jî bixebitin.
Me bi hin kesan re têkilî danî da ku daxwazên ji hêla femînîstan ve li paytext û li herêmên hundurîn ên ku marjînal dibin, temam bikin. Em bang li hemû hêzên neteweyî yên pêşverû dikin ku bi vê daxwazê bi femînîstan re têkilî daynin û li ser daxwazên girêdayî jinan bixebitin da ku rûmeta mirovî, hemwelatiyên bandorker bin û wekheviya bêkêmasî pêk bînin û hemû cudakariya tundûtûjiyê ya li hemberî jinan ji holê rakin. Ew jî bi pejirandina nêzîkatiyek mafên mirovan ku dewlet û koma neteweyî pê ve girêdayî be û xwe dispêre itîrafa bi maf, rêzgirtin, parastin û misogerkirina bidestxistina mafan ji bo hemû hemwelatiyan bêyî cudahî. Li ser bingeha jidayikbûnê, zayend, nijad, netewe, reng, raman, bawerî, partî, çîna civakî, astengdarî, tercîhên kesane, tercîhên cinsî û tenduristiyê xebatê didin meşandin.
Ka em hinekî vegerin ser serdema ku Habib Bourguiba dijiya, nêrîna we li ser pêngav û axaftinên ku dixwestin jinan azad bikin û bandora wan li ser veguhestina nêrîna civakê û zêdekirina hişmendiya jinan der barê mafê xwe de çi ye?
Girîng e ku bê gotin Habîb Bourguiba bi tundî ji bo derxistina çarçoveya zagonî ya mafên jinan bi navgîniya Qanûna Rewşa Kesane ku sê sal berê destûr hat derxistin, xebitî û hemû ji bo tevgera femînîst a pêşverû serkeftinek ji bo sedsala 19’an. Nivîsên Ahmed bin Abî Al-Diaf, Bayram Al-Tunisî û Al-Taher Al-Haddad hene ku qala girîngiya bidestxistina mafên jinan dikin. Bourguiba xwedî îradeya siyasî û partiyek desthilatdar a bi hêz bû û baweriya wî hebû ku statuya jinan di nav malbatê de were pêşxistin û dema serxwebûn di sala 1956’an de hat. Yekem nivîsa ku hat pejirandin nivîskarek qanûnî bû. Li vir em dipirsin çima ew beriya destûrê hatiye derxistin? Di heman salê de kovar dihat weşandin, jin ji bo bikaranîna mafên xwe yên siyasî hatin astengkirin. Ji ber ku jin beşdarî hilbijartina endamên konseya destûrê nebûn û heta tevli nivîsandina makezagona yekem a sala 1959’an nebûn, bi vî rengî ew ji mafê tevlibûna siyasî mehrûm bûn. 
Jin beşdar nebûn, ne wekî berendam ne jî wek hilbijêr. Welat di wê heyamê de rastî tevgerên mezin û xwepêşandanên jinan hat ku daxwaza girîngiya naskirina mafên siyasî dikin. Ev bi rastî di hilbijartinên pêşî yên şaredariyê de di sala 1957’an de qewimî. Dikare were  pirskirin çima hilbijartinên şaredariyan derketin? Ew derketin ku têkiliyên di nava malbat û civakê de organîze bikin û ji bo Tûnisê li gorî welatên herêma Ereban şoreşek bû. Ji ber ku Bourguiba malbat wekî navika bingehîn a civakê dihesiband. Ez bi xwe jî dibînim ku  Qanûna Rewşa Kesane di guhestina derûniya malbatê de rolek sereke lîstiye û rê daye jinan ku derkevin dadgehê da ku doza telaqê bikin û temenê zewacê bêyî tu tixûbdariyên civakî û malbatî diyar bikin.
Di wê demê de, axaftina fermî dest bi banga wekhevî û parastina mafên jinan kir lê gava ku hûn li kovarê dinêrin, hûn di hin waran de cudakariyê dibînin, îro yek ji şertên zewacê ye. Îro jinek jiyana xwe ya asayî dijî,  dixebite, dixwîne û di lêçûnên zewacê de beşdar dibe lê belê, kovar ji bo girêdana peymana zewacê, qelen wekî şertekê dibîne.
Kovara Rewşa Kesane ji bo bigihîje wekheviya bêkêmasî bi hewceyî lêvegerê ye û pêdivî heye ku xebat were kirin da ku ev nivîs bi pêşketina ramana femînîst a li Tûnisê guncaw be û li gorî bendên destûr û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Tunisî ve hatine pejirandin nebe. Destûra Bingehîn wekheviyê nas dike û ji dewletê daxwaz dike ku destkeftiyên jinan biparêze û ji bo piştgirîkirin û pêşvebirina wan bixebite. Em daxwaza lêvegereke ji hemû beşên kovarê re dikin da ku bigihîjin wekheviyek bêkêmasî û dev ji nijadperestiya ku ew di hin beşên xwe de dimeşîne berde da ku bi pêşketina civakê û ramana femînîst re gav biavêje.
Tevî rewşa haydarbûnê û tedbîrên qanûn û bihêzbûna jinan di dehsalên borî de her ku diçe geş dibe û diherike gelo jinên Tûnisî îro astengiyan derbas dikin an hîn jî riyek dirêj li pêşiya wan heye?
Li gorî nêrîna min piştî şoreşê pêlek paşverû ya xeternak heye ji ber ku zîhniyetek nû derketiye holê ku dixwaze jinan ji krîzên ku welat bijî berpirsyar bibînin. Bi taybetî hinek alî daxwaz dikin ku jin di malê de bimînin, mînak jinan ji kar derxin û ji karên ji derveyî malê dûr bixin. Ev yek wê nebe alîkar da ku pêşketin di warê maf û azadiya jinan de çêbibe lê wê bibe asteng. Îro pirsgirêk ne di hebûna mafan bi tenê de ye, di serlêdan û bichanîna mafan de ye jî. Her wiha me ev yek di qanûna li dijî tundiyê de dît ku di salên 90'an de femînîstan mijara şîdetê gotûbêj kirin, di wê demê de dewletê mijar wekî pirsgirêkek marjînal û asayî dihesiban û dewletê strarejiyek ji bo tekoşîna li dijî şîdetê de heq nedidît û şîdet wekî bûyerek normal û veqetandî didît. Em 30 sal e li benda derxistina qanûna li dijî şîdetê ya hejamara 58 a sala 2017'an bûn.
Her wiha rêjeya wezareta jinê diyar kir ku bi derketina vîrusa koronayê re li welat û tevahî cîhanê bûyerên şîdetê 7 qat li qadên giştî û taybet zêde bûye. Di heman demê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Vuterres got ku cîhan di pandemiyan de dijî ( korona û şîdet) ku di nava malbat û civakê de qeyranek rastîn çêkir. Ji ber ku şîdet bi awayekî pir xeternak zêde dibe, namzed ku di gelek dewletên lawaz û bêcezabûn û tedbîrê pêwîst ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi dest naxe. Mijara şîdet û tundiyê mijarek pêwîst e û divê bi awayekî lez bên çareserkirin û bi avêtina gavên hişk da ku şîdet û tacîz ji holê rabin .
Li gorî nêrîna we gelo çima Qanûna Jimare 58'a a di sala 2017'an de hat derxistin di warê şîdetê de bi hemû şêwazên xwe serkeftî nebû û bi rastî pêdivî bi venêrîna mekanîzmaya bicihanîna vê qanûnê heye? 
Gelek sedeman hişt ku rêjeya şîdeta li dijî jinan bilind bibe, krîza yekemîn têkiliyên malbatî di navbera jin û mêr de. Ez dibînim ku di dema jin mêr bi pêş nediket de jin bi pêş ketiye ji ber ku dema jin derdikeve qadên giştî ew mecbûr dibe ku danûstandinên xwe di hundirê malbatê de biguherîne ji ber ku mêr li Tûnisê û herêma Ereban û tevahî cîhanî dilsozên zîhniyeta mêran e û bi pêş neketine ji vê çarçoveyê derneketine ji ber vê yekê aloziyek civakî bi rastîn çêkiriye.
Krîza duyemîn krîza nirxan e li Tûnis û tevahî cîhanê ji ber axaftinên li ser mijarên exlaqî, em bi hev re doza keça ku ji hêla mêrekî ewlehiyê ve hat tecawizkirin bi bîr bînin û hin aliyan çawa dixwestin dozê şîrove bikin ger rêxistinên civaka sivîl nebûna wê keç bi hinceta ‘binpêkirina exlaqê baş’ hatibûya girtin û cezakirin tevî ku ew hatibû tecawizkirin jî di vê mijarê de bi parastina wê rabûn da ku carek din mafê xwe bi dest bixe û li ser lingên xwe bisekine û bi serbilindî bijî. Dewlet lawaz e û nikare li tedbîrên cidî û hişk bigerin. Da ku kesên tecawizkar ji ceza xelas nebin ji ber lawaziya dewletê di vê mijarê de tecawizkar ji ceza tên xelaskirin û bêcezabûn mêran teşwêq dike ku şîdet û tecawizê pêk bînin. 
Di heman demê de di destpêkê de dilnexwaziyek hebû ku qanûna li dijî şîdetê ji hêla dadgerên ku pêkanîna qanûnê nepejirandin û qebûl nekirin. Tevî ku mebesta vê qanûna ku jin parastina mafê xwe bike û bidawîkirina şîdetê ye jî. Wekî mînak zewaca keça temenê biçûk bi tecawizkarê wê re ev tê wateya çi? Ji ber ku zewacek wisa mêr ji cezayê zindanê xelas dike û keç di mala ku tê de dimîne zindanî dimîne û keç bi zewacek wisa re krîzek derûnî dijî. Her wiha pêdivî hebû ku dadwer perwerde bikin da ku qanûnê fam bikin û pêkanîna wê misoger bikin da ku cur be cur diyardeyên şîdetê kêm bikin.