Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê jin banga nasnekirina Talîbanê bikin

Wekîla HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê hemû jinên aktîvîst ji bo nasnekirina Talîbanê bang bikin û got: “Pêwîste em ji jinên Afgan re bibin deng. Divê jinên Afganî di vê wateyê de xwe biparêzin. Jinên ku parastina xwe ya cewherî kirin DAIŞ’ê têk birin. Ez bawer dikim ku jinên Afganî jî dikarin vê yekê ji xwe re bikin mînak. Ez difikirim ku dê hemî jinên Afganî mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin.”

MEDİNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê (DYE), ji Aftanistanê Talîbanan li Afganistanê rêveberiya welêt dest girt û pêre jî rêgezên şerîetê li ser jinan da sepandin. Dema ku li wêlet çûyîna dibistanê ya zarokên keç û xebatîna jinan hat qedexe kirin, jinên Afganî hewl didin ku li dijî rewşa heyî tevneke hevgirtinê bi riya medyaya civakî çêbikin. Jinên ku hevgirtin û piştgiriyê ji jinan dixwazin, ji ber texmîn dikin ku dê çi were serê wan ji bo wê jî bang dikin ku dînamîka jinan li dijî wê tevbigere. Wekîla Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ew wek meclîsa jinan rewşa li welatê Afganistanê diqewime ji nêz ve dişopînin û nirxand ku divê jinên Afgan li dijî biryarên şerîat û ferzkirinê xwe biparêzin. Gulîstan Kiliç Koçyîgîta ku da zanîn Talîbana ku piştî sala 2001’an her tim li welêt hebûna xwe domand, dest nîşan kir ku welat ji aliyê DYE’yê ve radestî Talîbanê hate kirin. Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rewşa heyî ku ji hêla her kesî ve bi zelalî tê dîtin û diyar kir ku jinên li welêt tevî serpêhatiyên xwe yên berê bi rewşek xedar re tenê tên hiştin. 
"Jin wekî çîna duyemîn tê dîtin" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku jinên li welêt dijîn bi xetereya windakirina hemû mafên xwe, bi taybetî mafê jiyanê re rû bi rû ne û got: “Talîban rêxistineke lslamî ya radîkal e. Ji bo vê yekê, ew ê hemî rêzikên civakî li gorî rêgezên şerîetê çêbike. Em dizanin ku di şîroveya Islamê ya Talîbanê de, jin wekî hemwelatiyên çîna duyemîn têne dîtin û neçar in ku di bin serweriya mêran de bijîn. Mêr her çi bêjin, ew ê bibe, ne bixebitin ne jî bixwînin. Li gorî nêrîna Talîban, tenê erkek a jinan heye ew jî zewicandin û anîna zarokan e. Ji xeynî vê yekê, rolek din ê jinan ku Talîban û rêxistinên wekî wan dane jinan tune. "
 "Îdeolojiya Talîban îdeolojiyek dijminatiya jinan e" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin ku wê piştî ketina Talîbanê ya Kabûlê bi pêkanînên xwe re polîtîkaya xwe ya li hemberî jinan eşkere kiriye. Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser îdeolojiya Talîban a di esasê xwe de îdeolojiyek dijminatiya jinane û wiha domand: "Piştî ku Talîban ket wir, me dît ji jinên karker re tê gotin 'êdî tu li vir kar nakî, neyê vir'. Dîsa, di wêneyên ku di çapameniyê de têne xuyang kirin, em dibînin ku nêzîkatiyên wekî "hûn herin, ger xizmek we yê mêr hebe, bila ew were şûna wê bixebite.” Ev îdeolojî di bingeh de îdeolojiyek li dijî mafên jinan e û bê guman ne mumkun e ku nasnameya jina azad di bin banê wê de bijî. Talîban îro li jinên ku ji Afganistanê dijîn re nasnameya jinê ya ku hatiye kolekirin, di malê de asê maye, ji hemû mafan bêpar e hatiye hiştin ferz dike."
"Qirkirina zayendî bi destê Talîban tê kirin" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin ku peyamên nerm ên ku Talîban di vê serdemê de dane, bi mebesta manîpulekirina civaka navneteweyî û nexwestina rû bi rû mayîna dînamîka jinê ya ku hêzeke girîng a cîhanî ye. Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ku jinên li welêt ji ber ku nizanin dê çi bê serê wan nikarin derkevin kolanan jî anî ziman ku, qirkirina zayendî ya li welêt bi destûr û piştgiriya hêzên din, bi destê Talîban tê kirin. 
“Aqlê ku dijminatiya muzîkê dike, dê çawa tehemûla mafê jinan bike?" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgîta bilêv kir ku ew hewl didin jiyana jinan a li vê erdnîgariya dijwar bixin tevgerê, sîstematîk bikin û destketiyên wan bi pêş bixin û axaftina xwe wiha domand: “Bi awayekî, wan destkeftiyan bi dest xistin. Lê di rewşa xwe ya heyî de, bê guman, em dikarin bêjin ku bi hatina Talîbanê re, gişt destkeftî dê biguhezin, her yek ji wan wenda dibe û ji van destkeftiyan tiştek namîne. Em qala civak û aqlê muzîka ku ji nirxa çandî ya herî bingehîn a civakeke ku gel diafirîne re dijminatiyê dike, dikin. Ji ber vê yekê, ne gengaz e ku aqlek û bîrdoziyek wisa tehemûla destkeftiyek herî biçuk ê jinan bike.”
Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji ber geşedanên nû yên li Afganîstanê, Talîban hewl dide hin hêzan û hin peyamên ku baweriyê dide pergala navneteweyî bide pêş û wiha pêde çû: "Li vir, ew daxuyaniyên ku bi rastî hatine guhertin derdixin pêş. Lêbelê, dema ku em li pratîka heyî û dîmenên ku ji welêt tên dinihêrin, em dikarin bibêjin ku rastî ne wisa ye, tenê ev nêzîkatiyên mebesta manipûlasyona pergala navneteweyî ji hêla dewletan ve ye. Ji ber ku ew jî dizanin têkoşîna azadiya jinê di astek pir bilind de li seranserê cîhanê xwedî pozîsyonek pir xurt e. Dînamîkeke jin a pir xurt li dijî kesên şerîatê heye. Ji ber vê yekê ew naxwazin bi vê dînamîkê re rû bi rû bimînin. Ji ber wê jî hewl didin peyamên nermtir bidin.”
"Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgîta anî ziman ku ew serpêhatiyên berê yên jinan li ber çavan digirin û li ser medyaya civakî her dem banga piştgirî û piştevaniyê dikin û wiha berdewam kir: “Jinên Afganî li welêt dinava şer de dayik bûne û mezin bûne. Ji ber van pêkanînan, îro hêrsek mezin a jinên li welêt, li dijî Talîbanan heye. Jinên li welat dijîn bang li rêxistinên jinan dikin ku dengê xwe bidin bihîstin û bang li dijî qirkirina ku tê xwestin dikin. Jin niha li ser medyaya civakî bang dikin û li hember rewşên gengaz, li benda hevgirtinê ne. Ji ber vê yekê jin pir baş dizanin dê çi were serê wan. Jin ji bo jiyana xwe biparêzin bang dikin. Her kes li wir di tirsek mezin a jiyanê de ne. Ji ber Talîban berê di rêveberiya kar de gefên pir giran li jinan dixwar. Ev hiş û îdeolojiyek dijminatiya jinan e. Loma jî ew dixwazin dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî. Em bangên jinan ji vir dibihîzin û wekî meclîsa jinan pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”
"Divê em bibin dengê jinên Afgan" 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît herî dawî ev peyam da: "Divê hemû jinên cîhanê li dijî qirkirina zayendî ya li Afganîstanê, bang li hikûmeta welatê xwe bikin û zext lê bikin ku têxin tevgerê.” Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê têgihiştina dijminatiya jinan ji hêla hêzên navneteweyî ve weke nêzîkatiyek ji rêzê neyê nas kirin. Gulîstan Kiliç Koçyîgît bang li jinên Afgan kir ku li dijî van qanûnên şerîatê xwe biparêzin û ev peyam da: “Divê hemû jinên aktîvîst banga Talîban neyê nasîn bikin. Tiştê ku Talîban dixwaze îro li wir bike, DAIŞ’ê hewl da li kêleka me bike. Ev rêxistinên olî yên radîkal hewl didin sîstematîk bibin. Gava ku ew hêz bibînin, yekem tiştê ku ew ê bikin mirov û jinên ji têgihiştinên cûda yên ku li welatan dijîn qir bikin. Ev pêvajo ne tenê jinên Afganî, me hemûyan tehdît dike. Ev gef ji bo hemû jinan e. Îro jinên Afganî bi vê gefê re tenê tên hiştin. Ger îro jinek tenê jî li deverek cîhanê were kuştin, yek ji me ne azad e. Divê em bibin dengê jinên Afganî. Pêwîst e jinên Afganî di vê wateyê de xwe biparêzin. Jinên ku parastina xwe ya cewherî kirin DAIŞ’ê têk birin. Di vê wateyê de, divê em tekoşîna azadiya jinê û xweparastinê bi bêjin. Ez bawer dikim ku jinên Afganî jî dikarin vê yekê ji xwe re bikin mînak. Ez difikirim pêwîste hemû jinên Afgan jî mafê xwe yê xweparastinê bikar bîne."