"Girtina nûnerên me hevkariya dewleta tirk û PDK'ê nîşan dide"

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Ofîsa Têkiliyên Diblomasî ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen, têkildarî girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve da zanîn ku girtina nûnerên wan kiryareke li dijî projeya Neteweya Demokratîk e her wiha hewldanên yekrêziya Kurdan asteng dike.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)'e, di 10’ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê, girtin. Çarenûsa nûnerên girtî heta niha ne diyar e. Dewleta tirk li gel bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê bi awayekî hovane êrîşî Herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Ev bêdengî nîşan dide ku her du hikûmet piştgiriya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li dijî şervanên Tevgera Azadiyê dikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û (PYD) li balafirgeha Hewlêrê teqez kir ku şirîkên dewleta tirk in. Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûrê Kurdistanê ket roja 19`an, ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê cihê endaman û sedema girtina wan, diyar nekirine.
Têkildarî mijarê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Ofîsa Têkiliyên Dîblomasî ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen nirxandin kir.
"Girtina nûnerên me wê li hemberî têkoşîna me nebe astengî"
Bêrîvan bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan di van rewşên hesas de û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di wextekî de ku gel banga Yekitiya Kurdan û sekinandina aloziyê dike ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kudistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerên me girtin. Ev rewş dide diyarkirin ku dixwazin astengiyan di aliyê siyasî de derxin, di heman demê de bi dewleta tirk re dibe hevkar ku li dijî şervanên Tevgera Azadiyê şer dijwartir bibe. Di her demê de PDK li hemberî partiyên Kurdan siyasetên çewt dide meşandin. Her kes dizane ku ev nûner bi awayên fermî li Başurê Kurdistanê karê xwe didin meşandin, sûcê van nûneran ew e ku gelê xwe bi rêxistin dikin. Ev kesên ku hatine binçavkirin li dijî tu kesî xebat nakin, ew kes bi xwe sivîl in. Partiya PYD ne niha hatiye avakirin, PYD di sala 2003'an de hatiye damezirandin. Her wiha dîsa nûnerên Rêveberiya Xweser jî eynî xebatên rêxistinî didin meşandin. Di vê rewşa hesas de divê em yekitiya xwe ava bikin, ne em li dijî hev dijminatiyê bikin. Girtina nûnerên me wê li hemberî têkoşîna me nebe astengî."
"Dest bi hemleya girtina siyasetmedaran kirine"
Bêrîvan da zanîn ku PDK dixwaze van destkeftiyên Kurdan û şoreşê tune bike û wiha domand: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêwîst e ji aliyê hemû Kurdan, an her partiyeke Kurd ve were parastin û xwedîlêderketinek hebe. Rast e dijminan Kurdistan kirine çar parçe lê Kurdistan yek e. Ev kiryarên tên kirin ji rewşa girtin û binçavkirina nûnerên me ne cuda ye. PDK di hundirê Başûrê Kurdistanê de dixwaze tevliheviyan çêbike û aramiya civakê têk bibe, ji bo wê her tim şerê birakujiyê derdikeve holê, ev şer jî bi salan e di nava Kurdan de tê kirin. Em ji planên dewleta tirk ne dûr in, jixwe dewleta tirk dixwaze di nava Kurdan tiştek wisa ava bike ka çawa Kurd Kurdan tune bikin. Mixabin PDK ne di ferqa vê yekê de ye yan jî bi zanebûn vê hevkariyê dike. Êdî gomanên me çêdibin ku PDK şirîkê dewleta tirk e hemû komkujî û şerê li Başurê Kurdistanê hatiye kirin û hê jî berdewam dike bi destên PDK'ê ye. Li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me, nûnerên me yên hatine binçavkirin rastî lêdan û êşkenceyê tên. Ev kiryarên bi vî rengî nakevin xizmeta gelê Kurd, dikevin xizmeta dijminê gelê Kurd."
"Divê em rê nedin şerê navxweyî"
Bêrîvan teqez kir ku PDK dixwaze berxwedan şervanên Tevgera Azadiyê têk bibe ji lewre astengiyê li pêşberî wan derdixe û wiha bi dawî kir: "Li Başurê Kurdistanê bêdengiyek heye, nêzî du salan e ambargo li ser gelê penaber ê li kampa Şehîd Rustem Cudî heye. Gefên li ser Şengalê û gelek kiryarên din ku bi destên dewleta tirk tên kirin, hemû bi hevkariya PDK'ê ne. Çi partî dibe bila bibe divê helwestên xwe li hemberî şerê heyî diyar bikin, her kes divê li gorî berjewendî û xizmeta gelê Kurd tevbigere. Em li dijî şerê navxweyî ne, em alîgirên yekitiya Kurd in."