Gelo dê jinên Mexribî timî bi hewceyî kotayê bin?

Kotaya jinan ku ji 1960’an ve hatiye destpêkirin, di warê mafên jinan û wekheviya zayendî de guherînek erênî pêk tîne. Ew di dema Konferansa Cîhanî ya Çaremîn a Jinan ku li Pekînê di 1995’an de pêk hat de çêbû.

HENAN HARIT
Mexrib- Beriya bîst salan, Mexribê pergala kotayê pejirandibû ku ji jinan re kursiyên parlamentoyê dihatin veqetandin. Tê de partî bi riya navnîşanên neteweyî yên ji jinan re pêşbaziyê dikin. Ev yek jî ji bo bilindûna rêjeya temsîliyeta jinan di civatên hilbijartî de rewşeke baş bû.  
Bi nêzikbûna hilbijartinan ku dê di 8’ê Îlonê de were organîzekirin, ajansa me dê di vê raporê de bal bikşîne ser navnîşanên jinan û hewldanên dîtina bersivan ji bo pirsên ku tim li qada siyasî ya Mexribê tên kirin. Gelo kota mafê jinan ê jêneger e? An jî tenê wek mekanîzmayek demkî ye ku divê bi îradeyek hizbî û siyasî were şopandin da ku jinan ber bi saziyên qanûndanînê ve bikşîne? Gelo ew di afirandina elîtek siyasî de bi ser ket, an jî tenê ferzkirina hejmarê ye? Gelo dê heya kengî jin bi hewceyî kotayê bin?
Kotaya jinan ku ji destpêka 1960’an ve hatiye destpêkirin, di warê mafên jinan û wekheviya zayendî de guherînek erênî pêk tine. Ew di dema Konferansa Cîhanî ya Çaremîn a Jinan ku li Pekînê di 1995’an de pêk hat; wekî mekanîzmayek ji bo çareseriyek demkî ji pirsgirêka qelsbûna beşdariya jinan re di jiyana siyasî de û nerazîbûna gelek jinan ji bo beşdarbûna di siyaset û navendên biryargirtinê de bibîne, hat pêşniyarkirin. 
Gelo kota bi ser ket?
Mekanîzmaya kotayê di gihandina karînên jinan de ji bo meclisên hilbijartî bi ser ket. Ger mirov hebûna jinan di xebata parlamentoyê de, çi di rûniştinên giştî de çi jî xebatên komîteyan de bibîne. Bi vî rengî nûnera parlamentoyê û seroka Partiya Yekitiya Sosyalîst, Hanan Rehab, ezmûna pênc salan a ketina saziya qanûndaner bi navgîniya cudakariya erênî yan jî pergala kotayê vegot. 
Hanan Rehab ku di qada siyasî de yek ji rûyên jinên berbiçav e, got; "Armanca mekanîzmaya kotayê bi dengdana di hilbijartinan de bi bername û jêhatî ve girêdayî ye. Ne bi nasnameya zayendî ve, ne ji ber ku civak heta niha di dema dengdanê de bi zîhniyeta baviksalar danûstandinê dike lê ji ber ku partî ne xwedan cesaretê ye ku jinan bixin serê lîsteyên herêmî, diviyabû kota wekî qonaxeke veguhêz be, were rawestandin da ku beşdarbûna hilbijartinê ya jinan ji bo ketina namzediya normal û naskirî were kirin. Kotaya jinan wekî pergaleke hilbijartinên tê hesibandin ku ji jinan re dibe alîkar da ku astengiyen beşdariya wan siyasî sînordar dikin, werin derbaskirin û ev yek dihêle ku pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Wan tevli pêvajoya geşedanê dikin û dibin parlamentoyê.”
 Destpêka kotaya jinan
Di sala 2002’yan de, Mexribê pergala kotayê pejirand da ku 30 kursî ji jinan re veqetîne. Vê  yekê heya 2011’an berdewam kir. 30 kursiyên din jî zêde bûn ku hejmara giştî gihîşt 60 kursiyan. Wekî pîvaneke demkî ji bo zêdekirina nûnertiya wan li parlamentoyê û tevlibûna wan di navendên biryargirtin de.
Bi hejmar, hebûna jinên Mexribê li ser asta parlamentoyê bû şahidê hejmarek mezin di sala 1993’yan an de, wê tenê bi du parlamenterên jin dest pê kir, piştre di hilbijartinên 2002’yan de derbasî 35 parlamenteran, paşê di hilbijartinên 2007’an de 34 parlamenter û hejmara wan di hilbijartinên 2011’an de gihîşt 67 parlamenterî.
Lê di dema  hilbijartinên parlamentoyê yên 2016’an de hejmara jinan li Civata Nûneran a Mexribê ji 395 parlamenteran gihîşt 81 nûnerî ku ew jî hema bêje ji % 20,5 temsîl dike. Li gorî rêjeya temsîliyeta wan di serdema qanûnî ya berê de ku digihîje ji % 17,3. 60 ji wan bi navgîniha neteweyî û neh bi navgînên herêmî û 12 bi navgîniya ciwanan gihîştin.
Pêşketina mekanîzmayê
Guhertinên girêdayî qanûnên hilbijartinê, yên ku berê di 11’ê Sibatê de ji hêla Konseya Wezîran ve, bi serokatiya Mohammed El-Sedis ve, hatibûn pejirandin, geşedana mekanîzmaya zagonî ya têkildarî temsîliyeta jinan li Civata Nûneran eşkere kir. Ev yek jî girêdayî guhertina navçeya hilbijartinê ya neteweyî bi navçeyên hilbijartî yên herêmî re ye.
Bi guhertinên di zagona organîzekirî ya têkildarî hilbijartina endamên Civata Nûneran ku ew jî odeya yekem ji parlamantoya Mexribî re ye diyar bûye ku navgîna neteweyî, ya ku 90 endamî digire nav xwe veguherîne navgîneke herêmî ku li ser 12 herêman hatiye dabeşkirin.
Gaveke bi pêş ve
Endama tîma Mitînga Destûrî li Civata Nûneran, Somaya Oulal got; "Guhertina navçeya hilbijartinê ya neteweyî bi navçeyên hilbijartî yên herêmî ve, gavek girîng e ji bo piştgiriya hebûna jinan di hundirê dezgehên hilbijartinê de were kirin." 
Somaya Oulal diyar kir ku kota di afirandina elîteke jinan de di saziyên hilbijartinê de bi ser ketiye û hebûna xwe di nav parlamentoyê de xurt kiriye, ji ber vê yekê modelên diyar hatine hilberandin û jin xuya bûne ku karibin van berpirsyariyan bigrin. Kota wesîleyek bû ku jin li Civata Nûneran, Civata Encûmenan û bi gelemperî di navendên biryargirtinê de amade bin ger  ku kota nebûya dê ev hejmara jinan di civata nûneran de tune bûya.
Somaya Oulal di dawiya axaftina xwe da got; "Mexrib hewl dide bigihîje hevsengiyê û guhertina navnîşana neteweyî bi ya herêmî tê wateya gaveke ber bi pêkanîna hevsengiya rastîn ve. Armanca jinên Mexribî yên ku di warê siyasî de çalak in ew e ku pergala kotayê bibe pîvanek veguhêz ber bi wekheviya rastîn ve di bext û derfetan de biçe da ku bêtir destkeftî werin bidestxistin.”