“Ez lê parlemena Îraqê ji bo jin û ciwanan xebatê bikim”

Berendama serbixwe bi hêjmara 33 ya di bazneya 1 ya parêzgeha Kerkukê de cîh dighire Şîrîn Abdula diyar kir ku ji bo berpirsyariyê bigre ser milê xwe bûye berendam û got: “Ez lê parlemena Îraqê ji bo jin û ciwanan xebatê bikim.”

TEWAR PÊCEWANÎ
Kerkuk- Hilbijartinên pêşwext ên Îraqê dê 10’ê Cotmehê despêbikin, ji bo wê namzetan lez dane xebatên xwe yên nava gel. Li gora yasaya hilbijartinê hêjmara 9 a sala 2020’an ji her 18 parêzgehên Îraqê li ser 83 bazneyên dengan dabeş kirine. Di hilbijartina vê carê de berendam ji bo bikarin bibin endama Encûmena Nunerê Îraqê bi awayê serbixwe dikarin bibin berendam. Di bazneya 1 a parêzgeha Kerkukê de parêzer Şîrîn Abdula bi hêjmara 33 berendama serbixwe ye. Ekîba me rojekê xebatên Şîrîn Abdula ên nava gel û nîqaşên wê yên li ser pirojeyên di derbarê rewşa bajarê Kerkukê dike şopand.
“Ez xwe berpirsyar dibinim ku xizmetê ji bo gelê xwe bikim”
Parêze Şîrîn Abdula di derbarê rewşa Kerkukê de wiha got: “Niha Kerkuk di rewşek zehmet deye, qeyrana aborî, siyasî û civakî rewşa hemwelatiyan gelek teng kiriye. Ji ber wê weke kesek yê vî bajarî ez xwe berpirsyar dibinim ku xizmetê ji bo gelê xwe bikim û ez di wê baweriyê deme ku ezê nunertiya bajarê xwe bikim. Piştî sala 2003’an ku Îraq rizgar bû hemwelatî gelek keyfxweş bûn, lê belê piştî demekê diyarbû ku hikumet Îraq û hikumeta Herêmê nikarin xizmetê ji bajarê Kerkukê re bikin. Niha pirsgirêka av, elektirik û bêkariyê heye. Hilbijartin jî dikarin bibe eynikek ji bo birêvebirina û başkirina xizmeta Kerkukê. Me di demê borî de dit hemû kar û xebat ne ji bo gel bûn ji bo berjewendiyê partiyên desthilat bûn.”
“Erkek giran dikeve ser milê berendamên jin yên serbixwe”   
Şîrîn Abdula da zanîn ku gel pirsyar ji berendaman dikin, bi awayek mafdar mereq dikin ku bizanin xebatên namzetan ji bo wan çine û wiha dom kir: “Di demê pêş de berendamên partiyên siyasî ewqas soznên ku pêk neynin dayine gel, niha ji hemwelatî ji berendam û gotinên wan bawer nakin û ew berendamên jin yên ku çûne parlemenê ji nekarine rola xwe baş bileyîzin û bibin iradeya jinên serbixwe ji ber wê jî niha baweriya wan bi berendamên jin jî nemaye. Ez weke berendamek serbixwe ezê ji bo jinan kar bikim û xizmetê ji gel û bajarê xwere bikim.”
“Deng bidin û nunerê xwe hilbijêrin”  
Berendama serbixwe Şîrîn Abdula bi bîr xist ku ewê weke yasanas xabatê ji jin û ciwanan re bike û wiha got: “Pêwîste weke berendamek serbixwe di parlemenê de bi yek dengî em torekê ava bikin ji bo karkirina li ser ew yasya mafê jinan têde pêşîlêgirtine û pirojeya xizmetê ji bo jinan encam bidin. Bi piştgiriya dengdêran li parlemenê ew bernameyê ku min çêkiriye ezê ji bajarê xwe re kar bikim. Ez bang li hemwelatiyan dikim ku biçin ser sindoqan dengê xwe bi avêjin.”