Eyşe Efendî: Şoreşa me li ser mîras û bingehek qedîm avabûye

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî der barê serhildan û rewşa Kurdan de wiha dibêje: "Gelek serhildan çêbûn lê her dem ew serhildan an jî şoreş têk çûn, şoreşa me ya di roja îro de wê neyê pûçkirin ji ber fikreke neteweyî di nava cîhanê de hatiye belavkirin, ew jî fikrên Rêber Apo ye."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Kurd di dîrokê de gelekê qedîm û xwedî çandeke kevnar in. Piraniya Kurdan li ser xaka Mezepotamya (kevana zêrîn) dijîn ev xak ji aliye gelek lêkolînvanan ve weke welatê Kurdan hatiye binavkirin. Gelekî çiyayî ye. Ji aliyê Rojhilatê welat çiyayên Zagros, Rojavayê wê Toros, li Başûrê wê çiyayê Hemrîn û li Bakur jî çiyayên Qers û Erziromê hene. Zimanê wan bi Kurdî ye ji ber vê jî ev herêmên çiyayî û deştî weke warên Kurdan hatine binavkirin. Wateya çiyayî jî tê wateya ku gelê Kurd navê xwe ji wir digre û weke gelên çiyayî tên naskirin. Bi giştî li gorî lêkolîn û zanyariyên  heyî Kurd di aliyê çand û ziman de di grubên Aryenî de cih digrin. Zimanê Kurdî ji 5 lehçeyan pêk te. Kurmancî, Soranî, Kirmançkî (dimilkî), Goranî (hewramanî) û Loranî. Dîrokeke gelê Kurd ji destpêka mirovahiyê vê hatibe nîvîsandin nîne. Lê Kurdan ruxmê hemû tiştan jî dîroka xwe parastine û heta roja îro anîne. Yek ji wan rêbaza parastina dîroka wan jî muzîk û çanda wan a jiyanî ye. Muzîk di dîroka Kurdan de cihekî pir girîng digre û dîroka xwe bi çîrok, helbest û dengbejiyê heta roja îro anîne.
Para Kurdan di serhildan û şoreşan de
Weke hemû pêkhate, kevnetew û çandên li herêma Mezepotamyayê Kurdan jî nesîbê xwe ji derketina desthilatdarî û avabûna dewletan girtine. Çawa ku hemû çandên qedîm ên herêmê bi zordarî, talan, asîmîlasyon, kuştin û koçberiyê belav bûne, Kurdan jî heman tişt jiyane. Ji ber vê jî bi giranî gelên heremê xwe bi hebûn û avakirina eşîretan bi rê ve birine û parastine. Di nav van civakan de eşîret tenê weke ên li hev kom bûne nayê nirxandin. Eşîret tê wateya xwerêxistinkirina civakî, siyasî û aborî, hemû erîşên derveyê xwe parastin ango di her alî de xwe bi rêxistin kirin. Em dema li dîroka Kurdan mêze dikin, dibînîn ku avabûna aşîretan di nav Kurdan de li kîjan herêmê dibe bila bibe bi heman armancê hatiyê avakirin. Yek ji hîmê bingeha avakirina aşîretan jî dîrok û parastina hebûna xwe bûye. Ji ber vê jî em hemû serhildan û berxwedaniya ku di nava Kurdan de derketiye mêze dikin di aliye malbatî, eşîrî û herêmî sînordar bûye. Yek ji serhildana Kurdan ku bibe neteweyî û hemû Kurdan bigire nav xwe derneketiye pêş. Ji ber vê jî tu serhildana Kurdan bi armanca pê rabûnê bi dawî nebûye. Di heman demê de em di hemû serhildan û berxwedaniya Kurdan de rastî werektî û têkoşîna jinên Kurd jî tên.
  Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî ji ajansa me re axivî.
“Pêşeng û serokên şoreşan dihatin hedefgirtin”
Eyşe bal kişand ser serhildanên Kurdan û wiha pêde çû: "Serhildanên ku di destpêkê de çêbûn serhildanên eşîr, ol û mezhebî bûn, wek gelê Kurd hevgirtin an jî avakirina yekitiyê tunebû. Her tim jixwe rêber an jî pêşengên serhildanan dihatin kuştin ji bo ku serhildan bên tefandin. Ruxmî wê jî têkoşînek hebû lê li rex wê her tim dixwestin pûçbûnekê çêbikin. Kesê ku piştgiriya wê şoreşê bike tunebû, her tim dijber hebûn. Di heman demê de gel nedihatin birêxistinkirin, ji bo wê jî şoreşê bi awayekî bi lez dest pê dikir û di dawiyê de bê encam bû. Her serhildana ku çêdibû bê encam derdiket holê, di serhildana Dêrsimê de, Şêx Seîd, Seyîd Riza û bi dehan serhildanên wek wan vala derketin. Lê hemû jî bi destên sîxur û xayînan ev şoreş dihatin tefandin. Heya dixwestin û niha jî dixwazin bi tevgera azadiyê re gelê Rojhilata Navîn qir bikin û şoreşê vala derxin. Piştî Rêber Apo ev fikr û felsefe di nava tevgera azadiyê de belav kir êdî li vir gel hatin birêxistinkirin û dubare dest bi serhildanan kirin. Di kesayeta Rêber Apo de xwestin hemû şoreş û serhildanan têk bibin."
“Şoreşa Rojava bingeha xwe ji şoreşên berê girt”
Eyşe di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku di dema ku êdî ziman, çand û hebûn tune bûbû de, bi guleya yekem re ji nû ve Kurdîtiyê dest pê kir û wiha domand: "Şoreş û serhildanên vê dawiyê hişt ku gel li ser lingan bimîne. Rast e Rêber Apo girtin û gelek komkujî bi ser gel de anîn jî lê dîsa têkoşîna gel li hemberî desthiladariyan berdewam kir. Di her serhildanê de kesê ku serî hildida dihat kuştin û gel di şer û pevçûnan de dibûn qurbanî. Wekî me li jor jî anî ziman gel dest ji serhildanên xwe bernedan, rumî zilm û zordariyê jî gel berxwedanî dikirin. Ji bo wê îro ev şoreş bi serkeftî derbas dibe. Vê şoreşê bingeha xwe ji 14'ê Tîrmehê û şoreşa 19'ê Tîrmehê digre. Ji bingeha girtiyên zindanan digre, belkî bandorek li ser gel hatibe çêkirin lê dîsa jî gel li ser lingên xwe sekinî û nehîşt ku ev şoreş bê binpêkirin, gel ew destkeftî parastin, jixwe tê zanîn ku dewlet naxwazin gel li hemberî wan serî hilde, her tim dixwazin tirs di nava gel de hebe, her gel bêdeng be û bibe koleyên wan. Ê gel ev yek ji xwe re nepejirandin."
"Xwestin Kurdistanê dagir bikin"
Eyşe destnîşan kir ku bi şerê Kobanê re hevgirtinek çêbûye û wiha anî ziman: "Herî zêde ev şoreş bi nav û deng bû, di nav cîhanê de ji ber ku her çar parçeyên Kurdistanê gihîştin hev. Şerê Kobanê bi xwe bi navê şoreşa Rojava tê naskirin. Her çiqas dewletan di hevpeyman Lozanê de parçebûneke di Kurdistanê de çêkiribin jî lê gelan hev hembêz kirin û nehîştin ku armancên wan pêk bên. Di nava tevgera azadiyê de artêşa jinan hat avakirin, bi dehan pirtûkên Rêber Apo hatin çapkirin û li cîhanê belav bûn, ev hemû destkeftiyên wan şoreşan bûn. Di heman demê de perspektîf û projeyên Rêber Apo ji bo gelan jî hene. Mîrasekî me yê şehîdan û rêxistinî hebû, ji tunebûnê hebûn ava kirin, ji wê tunebûnê îro em xwe bi xwe rêveberiya vê şoreşê dikin. Ji ber ku beriya Rêber Apo bê girtin gel bi rêxistinkirî bûn, proje ji bo gel amade kiribûn. Bi dehan kes derbasî perwerdeyên Rêber Apo bûn. Van hemûyan hişt ku heya roja îro şoreşa me bidome."
"Felsefeya Rêber Apo qedera Kurdan guherand"
Eyşe wiha got: "Bi saya ramanên Rêber Apo qedera me Kurdan ji mirin, şer, komkujî û hwd. veguherî serhildan û şoreşan. Ji ber ku em Kurd di jiyana xwe de her dem rastî îşkence, zilm û komkujiyan hatine. Lê piştî ku tevgera azadiyê û fikrên Rêber Apo derketin pêş êdî em Kurd ji wê tarîtiyê derketin ber bi ronahiyê ve. Piştî ku ev şoreş ber bi serkeftinê ve çû, wan Rêberê me girtin û xwestin bi girtina Rêber Apo re dawî li şoreşa me bînin. Ji ner ku em li ser pirtûkên Rêber Apo perwerde dibin lewma wan nikaribû armancên xwe bi ser bixin. Mîrasekî me yê dîrokî heye, eger heya dawiyê jî Rêber Apo bi awayekî fîzîkê ne di nav me de be jî planên wê ji bo gelan hene. Gelek şoreş di cîhanê de rabûn bedêlên wan tunebûn lê ya me bi taybetî bedêlên me pirtûk û perspektîfên Rêbertiyê ne. "
"Di cîhanê de tu zagonên wiha tune ne"
Eyşe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî qaşo komeleyên mafên mirovan hene lê me tu maf û parastin nedît: "Beriya çend salan me agahî yan jî hevdîtin bi Rêber Apo re pêk dianîn lê piştî wê bi çend salan ne hevdîtin û ne jî agahî em je nagirin. Heta radyo, rojname, televîzyon, xwendina pirtûkan bi zimanê Kurdî, çûyîn û hatin lê hatiye qedexekirin. Di dinyayê de tu zagonên wek van zagonan tune ne lê li hemberî wê jî tu berxwedan wek vê berxwedanê tune ye. Heta niha tu berxwedan ji aliyê Rêber Apo û gelê Kurd ve nehatiye kirin. Em şahidên vê şoreş û dîrokê ne. Rêber Apo 22 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye, ruxmî şert û mercên zehmet jî dîsa li ber xwe dide."