Erîfa Bekir: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Erîfa Bekir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêdengiya CPT ya li dijî vê tecrîdê, li hemberî bikar anîna çekên kîmyewî û êrişên dewleta Tirk bêdengiya saziyên navnetewî re nirxaınd.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Xwediyê fikrê projeya demokratîk û felsefeya dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Îmraliyê tê girtin, her wiha zagon û hiqûqên wî ji dest hatine girtin. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Herî dawî CPT di 20 û 29’ê Îlona 2022’an de serdana Îmraliyê kirine, lê di der heqê wî de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Tevî tecrîda girankirî niha cezayê disiplînê 6 mehan lê hatiye birîn. Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Erîfa Bekir armanca tecrîdê nirxand û bi me re parve kir.

‘Dewleta tirk bi xwe xwedî li qanûnên xwe dernakeve’

Erîfa Bekir behsa tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, her wiha qanûnên hişk ên li ser têne ferizkirin nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez dixwazim bi hevokekê dest bi nirxandina xwe bikim; Kilîta çareseriyê ji hemû pirsgirêkên heyî re li Îmraliyê ye. Weke em dizanin Rêber Apo bi komployeke navdewletî dîl hate girtin û heya niha tecrîdeke giran li ser tê ferizkirin. Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya navnetewî îrade û cesareta Rêber Apo têk bibe û di şexsê wî de jî civaka kurd di qirkirinên dem dirêj re derbas bike. Berovajî texmîn û pilanên wan, Rêber Apo Îmralî kiriye cihê herikîna zanistê û dibistaneke ku her hînkirinên aşîtiyê û demokrasiyê parve dike. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo di mêjiyê her Kurdekî azadîxwaz û di tevahî civaka kurd de mayinde bûye. Terîda tê meşandin ji aliyê hiqûqî de ne pêkane ye ji ber dewleta tirk bi xwe xwedî li qanûnên xwe dernakeve.”

‘Li ser çiya, xweza, herêm û civaka Kurdistanî hovîtiyeke mezin tê kirin’

Erîfa Bekir destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, êrişên wê yên li ser Başurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tecrîda girankirî re girêdayî ye û wiha pê de çû: “Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo ne tenê di asta Îmraliyê de maye, girêdayî wê dewleta tirk hemû rê û rêbazên kiryaran li ser civaka me dide meşandin bi armanca şaxên tecrîdê fireh bike û di şexsê Rêber Apo de civakê jî tecrîd bike. Li ser çiya, xweza, herêm û civaka Kurdistanî hovîtiyeke di astên herî jor de tê kirin, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gêrîlayên azadiyê û Kurdistanê dijminatiya dewleta tirk ji vê civakê re diyarde dike.”

Di mijara Kurd de hevkar in

Erîfa Bekir bal kişand ser bêdengiya saziyên navnetewî ya li dijî çekên kîmyewî û wiha domand; “Ger dewletên navnetewî ji dewleta tirk re erê nekiribana, dewleta tirk nikare wisa bi serê xwe bike bê hesab ji tu dewletan re bike, lê em baş dizanin di mijara kurd e hemû bi hev re hevkar in. Pêwîste xwedî derketinek li van mirovan hebe, ji ber gerîla ji bo parastina civaka xwe têkoşîn dike û tucarî êrîşî tu civakan nekirine. Ger ne ji van şervanan bane niha di zû de civaka me hatibû qirkirin û mînaka wê şengalê li ber çava ye. Civak bê parastin tune ne û parezvanên civaka me jî gerîla ne. Berxwedana Gêrîlayan dewam dike û heya ew hene ne dewleta tirk û tu dewletên din nikarin dest bavêjin nirxê civaka me.”

‘CPT bi dewleta tirk re hevkariyê dike’

Erîfa Bekir li ser serdana CPT ji Îmraliyê re di 20 û 29’ê Îlona 2022’an ku di der heqê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tu agahî nedane û ev tişt anî ziman: “Sîstema tecrîdê ya ku her wext cezayan li ser Rêber Apo datîne dewam dike.  Ji bo wê me dît herî dawî CPT serdana Îmraliyê di 20 û 29’ê Îlona 2022’an kir lê di der barê rewşa Rêber Apo de tu daxuyanî neda. Ev serdana bê encam tu agahiyên zelal li ser tenduristiya Rêber Apo û daxwazên wî tiştek bi xwe re neanî. Mixabin ev tê wateya ku CPT jî bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Ger îro mirovekî weke Rêber Apo dixin zindanê de û tecrîdê lê giran dikin, wê demê mafê tu mirovan di zagonên navnetewî de nayên parastin. Rêxistin û navendên wan tenê li pey bercewendiyên xwe dibezin û herî dawî bi mirovan difikirin. Em vê bêbextiya cîhanî qebûlnakin û di doza rizgarkirina Rêber Apo de bi israr in.”

‘Felsefeya Rêber Apo bûye felsefeyeke cîhanî’

Erîfa Bekir helwesta gelê civakê li dijî tecrîdê bilêv kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Gelê azadîxwaz ji roja komloyê de û heya roja îro li her meydanê li ser piyan e. Felsefeya Rêber Apo Gelê Kurd debaskiriye û bûye felsefeyeke cîhanî ji bo gelan re. Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye. Heya Rêber Apo azad nebe aramî jî peyda nabe.”