“Emê dengê gel di meclisê de bidin bihîstin”

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di civîna heftane de mijarên di rojevê de nirxand got: "Li Herêma Başurê Kurdistanê ji ber karanîna çekên kîmyayî bi dehan gundiyên li herêmê rakirin nexweşxaneyê. 109 rewşenbîran name ji saziyên navneteweyî re şandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Bikaranîna van çekan sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin."

Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist. Ebrû Gunay, di destpêkê de 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê û 2'yê Mijdarê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav kir û destnîşan kir ku serketina li dijî DAÎŞ'ê ne tenê serketina Gelê Kurd e, serketina tevahiya mirovahiyê ya li dijî barbariyê ye. 
Ebrû Gunay balkişand ser gefên dewleta tirk ên li  ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ders ji rabirdûyê wernegirtiye, careke din gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Polîtîkayên dijminatiya li kurdan girantir dike. Desthilatdariya ku roj bi roj lawaz dibe û piştgiriya civakî ji dest dide, bi lîstikên nû yên şer re hewl dide temenê xwe dirêj bike. Desthilatdariya ku tu carî ji cîrantiya bi DAÎŞ'ê re aciz nebû û bi DAÎŞ'ê re bazirganiya li ser sînor kir, deriyên xwe lê vekir û bi TIR'an çek jê re şand, dema ku mijar bû kurd her roj gef xwar û van gefên xwe dewam dike. Tezkereya operasyonên leşkerî yên li Sûriye û Iraqê bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî ji bo 2 salan careke din hate dirêjkirin. Tezkereya Sûriye-Iraqê wê bibe tezkereya dawî ya koalîsyona şer a AKP-MHP'ê. Yên ku dengê 'erê' dan vê tezkereyê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve xwe xistin binê berpirsyariyeke mezin û wê Tirkiyeya ji 83 milyon mirovî bi tehlûkeyên mezintir re rû bi rû bihêlin.”
“Em vê helwestê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê gelekî hêja dibînin”
Ebrû Gunay helwesta CHP’ê ya li hemberî teskereya şer giring dît û li ser mijarê ev nirxandin kir: “Tevî Partiya Karker a Tirkiyeyê, Partiya Saadetê her wiha Partiya Gel a Komarê (CHP) jî li gorî hesasiyetên xwe li ber vê tezkereyê rabûn, ev yek girîng e. Em vê yekê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê gelekî hêja dibînin. Ya ku li ber rabû ne tenê polîtîkayên şer e, di heman demê de li ber teslîmgirtina muxalefetê ya bi şer helwest hate nîşandan, li ber vê ferasetê rabû. Êdî eşkere ye ku tifaqa AKP-MHP'ê bi dijminane nêzî kurdan dibe. Bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne. Sedema girtina wan jî ew e ku daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd kirin. Sedem ew e ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin, daxwaza xurtkirina demokrasiya xwecihî kirin.
Şênberiya bêedaletiya li Tirkiyeyê li Îmraliyê 23 sal in di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê kirin. Li Îmraliyê timî bi hincetên pûç hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê qedexekirin. Bi vî rengî kirasekî li qedexeya hevdîtinan dikin. Bi hinceta ku Birêz Ocalan li salona sporê volta avêtiye cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran lê birîne. Li cîhanê her kes zane ku li zindanan liv û tevgera bingehîn a hikumxwaran volta ye. Cezakirina Birêz Ocalan a ji ber voltayê nîşan dide ku rastiya Tirkiyeyê ya heyî li Îmraliyê bi cih tê anîn. Em zanin ku bêhiqûqî û zilma li Îmraliyê tê kirin di serî de li dijî kurdan li dijî tevahiya Tirkiyeyê tê kirin.
Çend caran ne di nav de nêzî 6 sal in li Girava Îmraliyê hevdîtin tê astengkirin. Li devereke din a cîhanê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Ji 5'ê nîsana 2015'an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan malbat nikare hevdîtinê bike. Haya malbatan ji tenduristiya xizmên xwe nîne. Ev bi tena serê xwe sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî vê yekê nayê qebûlkirin. Divê neyê jibîrkirin ku kiryarên li Îmraliyê şênberiya şêweyê rêveberiya li Tirkiyeyê ye. Sûcekî voltayê gelo dibe? Gelo di dema voltayê de axaftin dikare weke sûc bê dîtin? Niha girtîgeh hemû veguherîne îşkencexaneyan. Mirovên ku divê bêne berdan jî nayên berdan. Wezîfeya destpêkê ya her kesên alîgirê demokrasiyê rabûna li ber van kiryaran e.”
Çalakiya dayikan li deriyê Sêmalkan 22 roja dewam dike
 Ebrû Gunay dazanîn ku dayik li deriyê Sêmalka cenazeyên zarokên xwe dixwazin û wiha berdewam kir: “Çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan girîng e. Wek tê zanîn ev çend sal e li Tirkiyeyê wek polîtîkayeke taybet, kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan nadin malbatên wan. Ev sûc e, sûcekî mirovahiyê ye. Niha ev polîtîka, li Başûr jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî pêk tê. Li Başûr ev 22 roj in dayik li deriyê Sêmalkayê çalakî dikin, cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Hikûmet bila destûr bide dayikan, bila derî veke û dev ji van kirinan berde. Daxwaze me jî ew e ku bersivê bidin dayikan.
Dîsa li Başûr êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên herêmê didomin. Gelek sivîlan di bombebaran û êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Îdiayên pir cidî di çapemeniya Başûr û medyaya cîhanî de cih girtin. Tê îdiakirin ku di êrişan de çekên kîmyewî tên bikarinîn. Bi dehan gundiyên li herêmê rakirin nexweşxaneyê. 109 rewşenbîran name ji saziyên navneteweyî re şandin. Ev îdia pir giring in. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Bikaranîna van çekan sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin."