“Em jinên hatine hilbijartin dikarin bandorê li siyaseta Iraqê bikin”

Gelek jin weke namzet beşdarî hişbijartinên Iraqê bûn û rêjeyek mezin ji wan jî serketin. Jinên bi serketine dixwazin sozên ku dane gelê Iraqê û jinan di parlementoyê de bi kar û xebatên xwe nîşan bidin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Hilbijartinên Iraqê vê carê ji yên berê cûdatir e. Piştî xwendinê, encamên hilbijartinan li ser ekranên mezin hatin xuya kirin û rasterast li ser malperên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hatin weşandin. Di nanvbera binkeftî û dûrxistî de ji parlamentoya Iraqê, gelek jin hene ku bi merîfet û baweriya hilbijêran kursiyên parlamentoyê bi dest xistine. Jinên ku di hilbijartinên Iraqê de bi serketine ji ajansa me re axivîn. Alia Nassif, yek ji parlamentera dêrîn a Iraqî ku bi helwest û zelaliya xwe ya li Civata Nûneran dihate nasîn, zêdeyî 17,000 dengan kursiya parlemanê li beramberî hevrêyên xwe yên mêr bi dest xist û bi ser ket.
“Me baweriya dengdêran bi dest xist, hewceye em li gorî wê bixebitin”
Alia Nassif rol û piştaevaniya jinan di hilbijartinê de nirxand û got: “Me karî em baweriya hemwelatiyê Iraqî tevî mekanîzmaya dengdanê ya cihêreng di van hilbijartinan de bistînin. Ji ber ku em di nava gel de bûn û me  hewil da ku dengê xwe li parlamentoyê bilind bikin. Jin di xebatê de bi bandore, ger bixwaze dikare pêşengiyek baş bike. Yên di vê mijarê de kêm mane û rola xwe bi cih neanîne jî hene. Welatiyên Iraqê gotina xwe got û dengê xwe dan. Hewceye em jî baweriyê bidin wan kesên ku soza xwe bi cih anîn û li gel hilbijêrên xwe sekinîn.”
Alia di derbarê encamên hilbijartinê û rêjeya bejdarbûnê de jî ev tişt anî ziman: “Rêjeya beşdarbûnê ne kêm e, lê em hêvî dikin ku beşdarbûna hilbijartinên pêşerojê hîn zêdetir be. Divê em dilgiraniya jinan a beşdarbûn û dengdanê di van hilbijartinan de înkar nekin.”
“Jin dikarin li Iraqê çerxa siyasetê biguyerin”
Nissan Al-Zayer, li parêzgeha Nasiriyê zêdeyî 22,000 dengên hilbijartinan girt û di nav deh kesayetiyan de li seranserê Iraqê dengên bilind ên hilbijartinê wergirt. Nissan Al-Zayer girêdayî xebatên hilbijartinê got: “Ev destpêka gihandina dengê xwepêşanderan ji meydanan ji bo parlamentoya Iraqê ye. Ji bo em bi rastî baweriya bi hezaran hilbijêrên ku li ser sindoqan axivîne heq bikin pêdivî bi xebatek mezin heye. Maf, deng û daxwazên hemû xwepêşanderan dê di nava armancên meyên serke de be. Di danûstandina bi tevgerên siyasî re û dirûşma xebata me ji dirûşmên ku ji xwepêşandan û meydanên rûniştinê rabûne ne cuda ye. Me dikaribû bêtir kursî bi dest bixin, ev ji hêla pisporan ve hate piştrast kirin. Dema ku hejmara kursiyan bi hejmara serketiyan re û berhevdana wê bi blokek din re hate berhev kirin, em ji bîr nakin ku ew ezmûnek nû ye ji hêla berendamên tenê çend meh berê ketine qada siyaset û hilbijartinê ve hatî telafî kirin e. Gava ku jin bandorê li dengdêran dikin û dihêle ku mêr dengê xwe bide wan, ev tê wê wateyê ku jin dikarin çerxa siyasetê li Iraqê bandor bikin û bimeşînin. Jin bi mafên zayenda xwe re disekine.” 
Di nav jinên ku dengên bilind ên hilbijartinê girtine de Badriya Barzan a ji parêzgeha Silêmaniyê ye, ku zêdeyî 19,000 dengên hilbijartinê bi dest xist, Sarwa Abdul Wahed jî 22,000 deng ji parêzgeha Silêmaniyê girtiye.
Ji pêkhateya Xiristiyan, Ivan Faeq û Baida Khader 10,000 deng girtin û bi pêşengiya beşdarbûna jinan di hilbijartinên parlamentoyê de li Parêzgeha Nînewayê, Ihxlas Dulêmî zêdetirî deh hezar deng bi dest xist.