‘Em ê xwedî li fikrên Rêber Ocalan derbikevin’

Endama Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafên jinan bi wan daye nasîn û bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê kir ku beşdarî meşa 15’ê sibatê ya li Silêmaniyê were lidarxistin bibin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Komîteya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li dijî komploya navdewletî bi hevkariya Tevgera Azadî û tevlibûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz ku ji bo 2 rojan dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Endama Tevgera Azadî ya komeleya Kurdistanê Sara Reza der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de axivî û behsa têkoşîna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan û wekheviyê kir.

‘15’ê Sibatê ji bo Kurdan roja reş e’

Sara Reza diyar kir ku 15’ Sibatê ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz rojek reşe û wiha got: “Armanca komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bû ku dengê azadiyê ji holê rake lê belê Rêber Ocalan bi fikir û têkoşîna xwe li girtîgeha Îmraliyê ev komplo pûç kir. Em her sal ji 1’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê çalakî, semîner, perwerde, çalakiyên li ser qadan, çalakiyên greva birçîbûnê li dar dixn. Em jî weke jinên Tevgera Azadî û jinên Başûrê kurdistanê bi hevkariya komîteya azadiya ji bo Rêber Ocalan me dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Armanca me ya vê çalakiyê ew e ku em bibêjin tecrîd li ser têkoşîn û xebata me hemûyan e, niha dem dema Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê dewletên serdest vê yekê baş bizanin dem dema azadiya Rêber Ocalan e, ji ber temenê Rêber Ocalan ji 70 salî zêdetir e li gorî hemû zagonên navneteweyî divê bi awayekî fizîkî were azadkirin. Di dîroka girtîgeha Îmraliyê de heta niha îşkence û tecrîdek li Îmraliyê heye. Em jî weke jinan piştgiriya Rêberê xwe dikin. Ji ber yekem kes bû ku li ser doza jinan rawestiya û wê erkê da ser milên xwe, ji ber wê em dibînin niha jin pêşengiya şoreşê dikin.”

‘Rêber Ocalan daxwaza mafên gelê Kurd dike’

Sara Reza der barê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de wiha got: “Em deyndarên fikir û têkoşîna Rêber Ocalan in. Em ê her dem beşdarî çalakiyan bibin û ji ber wê jî me çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan ragihand. Ji ber dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e. Em weke jinên Başûrê Kurdistanê soz didin li ser xeta fikir û têkoşîna Rêberê xwe  berdewam bikin. Rêber Ocalan tenê daxwaza maf û azadiya gelê Kurd dike. Em bi milyonan Kurd ji mafên xwe bêpar in, ji ber wê ev komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Kurd e. Ji bo ku em Kurd ji holê rabin û ziman û çanda me tune bibe. Rêber Ocalan ji ber ku got pêwîstiya gelê Kurd bi nasnameya xwe heye, vê têkoşînê jî tirsê çêkirye bi sîstema sermayedar re. Ji ber têkoşîna Rêber Ocalan cuda bû. Ev rewşa ku niha heye, pêwîstî bi çareseriyê heye.”

‘Rêberê Gelê Kurd daxwaza wekheviyê dike’

Sara Reza destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan û tevayî cîhanê xwedî riya çareseriyê ye û daxwaza wekheviyê û jiyana bi hev re dike û wiha got: “Li ser vê xakê hemû kes bi awayekî yeksanî bijîn, kesek zilmê li kesê neke. Têkoşîna Rêberê me metrsiyek xistiye dilê dijminan. Cihê kêfxweşiyê ye ku bi milyonan kes li ser fikrên Rêber Ocalan têkoşîn û xebata xwe berdewam dikin.”

15’ê Sibatê li Silêmaniyê dê meşeke girseyî were lidarxistin

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesan kir ku roja 15’ê Sibatê beşdarî meşa girseyî bibin û wiha got: “Divê gelê Kurd û bi taybetî jin li Rêber Ocalan xwedî derbikevin. Em ê di roja 15’ê Sibatê de li bajarê Silêmaniyê li dijî komploya navdewletî meşeke girseyî li dar bixin. Em daxwaz ji hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî meşê bibin. Ji ber ku mafên jinên Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ne û her roj jinek tê kuştin. Ji ber wê divê azadî û mafên 5 hezar sal beriya niha ji me hatiye standin, em careke din bigrin û xebat û têkoşîna Rêber Ocalan berdewam bikin.”