'Em ê Sûriyeyê bi hev re ava bikin'

Siyasetmedarên jin li ser qeyrana Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyan û Hevpeymana Civakî nirxandin kirin bang li jinên Sûriyeyê kirin û gotin ku ew ê qeyrana Sûriyeyê çareser bikin û Sûriyeya pêşerojê bi hev re ava bikin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa- Qeyrana ku li seranserê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê dest pê kir hê jî jî didome. Ji ber ku li Rojhilata Navîn ararmî û îstîqrar çênebûye, ji bo hêzên berjewendîperest bûye derfet. Ji vê yekê zirara herî mezin gelên li herêmê dijîn dibînin û berdêlên mezin didin. Bi salan e li ser axa Sûriyeyê alozî, şer û pevçûn ranewestiyane. Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Îtemad El Ehmed, destkeftiyên ku jinan bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin ji ajansa me re vegot. Îtemad El Ehmed, qala qeyrana Sûriyeyê ku beriya 13 salan dest pê kir kir, diyar kir bi vê qeyranê re jinan gelek êş kişandine û berdêlên mezin dane. Îtemad El Ehmed, diyar kir ku jin êdî bi Şoreşa Jinan a Rojava re di her warî de rola pêşeng dilîzin û wiha got: "Em weke Meclisa Jinên Sûriyeyê, bi hemû jinên Sûriyeyê re ji bo ewlekarî û îstîqrara Sûriyeyê pêk were, dixwazin hewldanên xwe bikin yek.”

Girîngiya pergala hevserokatiyê

Îtemad El Ehmed, bal kişand ser girîngiya Hevpeymana Civakî ya ku di 12'ê Kanûna 2023'an de hat qebûlkirin û wiha got: "Benda 24'emîn a hevpeymanê rêgeza wekheviya zayendî bingeh digre. Di her warî de girîngiya pergala hevserokatiyê destnîşan dike. Hevpeymanek ku ji bo ji bikaribin di asta xwecihî û herêmî de rolên hîn baştir bilîzin, di hemû aliyan de rola siyasî û dîplomatîk piştgirî dike. Em ji bo jin beşdarî pêvajoya çareseriya qeyrana Sûriyeyê bibin, bi riya semîner û foruman xebatên dîplomatîk dimeşînin. Em ji bo di platformên diyalogê yên herêmî û navneteweyî de jin bigihîjin pozîsyonên ku berê qet negihîştinê, her cure hewldanan nîşan didin.”

‘Em ê qeyrana Sûriyeyê çareser bikin’

Îtemad El Ehmed, diyar kir ku li ser maseyên diyalogê tevli pêvajoyên biryarên siyasî dibin û wiha got: “Em ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistin û çalakvanên jinan ên herêmî û navneteweyî yên di nava Sûriyeyê de, dixebitin lê em hê di nîvê rê de ne. Gelek erkên ku jinên Sûriyeyê bikin hene û ji bo wan bihêz bikin û rola wan bikin nava tevgerê divê em xwe bigihîjînin hemû jinan. Pêwîst e hemû jinên li Sûriyeyê li gorî hevpeymana civakî bixebitin, destên xwe bidin hev û ref û xebatên xwe bikin yek. Banga min ji jinan re ew e ku werin em bi hev re qeyrana Sûriyeyê çareser bikin û Sûriyeya pêşerojê ava bikin.”

'Jin siyaset jî di nav de li her derê rol lîstin’

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Samîra Al-Azîz jî wiha got: "Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaset jî di nav de li her qadê rola pêşeng dilîzin. Yek ji prensîbên herî girîng a partiya me ew e ku em jinan di hemû ofîs û konseyan de bînin asta endamên ku bi kêrî gelek tiştan werin. Partiya Sûriyeya Pêşerojê, armanc dike ku bi riya têkiliyên xwe yên dîplomatîk xwe bigihîjîne jinên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û welatên din, wan bi hêz bike û di aliyê entelektuelî de  hişmendiya wan zêde bike."

'Armanca me pêşxistina jêhatibûnên siyasî yên jinan e'

Samîra Al-Azîz, da zanîn ku di pêvajoyên şer de her dem jin tên hedefgirtin û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku di 12'ê Cotmeha 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin bi bîr xist û bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî jinan. Samîra Al-Azîz, wiha got: “Dagirkeriya Tirk nikare pêşketina jinan qels bike, ji ber vê yekê jinên ku daxwaza demokrasiyê dikin hedef digre. Dewleta Tirk a dagirker herî dawî li Efrînê li 2 jinan cezayê darvekirinê û li 8 jinan jî cezayê girtîgehê birî. Bêdengiya navneteweyî, nîşaneya vekiriye ku binpêkirin û pêkanînên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li dijî sivîlan qebûl dikin. Lewma erka dikeve ser milên me parastina destkeftiyên me ye. Armanca me pêşxistina jêhatibûnên siyasî yên jinan û beşdarbûna wan nivîsandina destûreke bingehîn a nû ya Sûriyeyê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku armanc û hêzên xwe bikin yek û ji bo bigihîjin Sûriyeyeya ne navendî û piralî xwe baştir bi rêxistin bikin.”