‘Em ê parlamentoya dijberî jinan qebûl nekin’

Li Tûnisê îro hilbijartin hene, femînîst û çalakvana mafên mirovan Shaima Issa diyar kir ku zagona nû ya hilbijartinê jinan ji derve dihêle, ji ber wê ev hilbijartin ji demokrasiyê dûr e û banga têkoşîna hevbeş kir.

ZOUHOUR MECHERGUİ

Tûnis –Li Tûnisê îro hilbijartinên giştî yên parlamentoyê hene, guherînên ku di zagona hilbijartinê de hatine kirin bi ‘Serlêdana şexsî’ hat pêkanîn. Jin vê zagonê weke mudaxeleya li hemberî mafê hilbijartin û destkeftiyên jin û ciwanan dibînin û diyar dikin ku di hilbijartinan de tu bendewariyên wan ji bo demokrasiyê tune ne û di her fersendê de helwestên xwe tînin ziman.

Der barê hilbijartina ku îro li Tûnisê were kirin de femînîst û çalakvana mafên mirovan Shaima Issa destnîşan kir ku weke referandûma zagona bingehîn a ku berê hat kirin, Tûnis di hilbijartinên parlamentoyê de di mijara manîpulekirina hejmaran de hişyarî da û da zanîn ku bi vê sîstema hilbijartinê Tûnis wê firsenda vegera demokrasiyê winda bike.

‘Em hilbijartinên ku civakê temsil neke qebûl nakin’

Shaima Issa rewşa Tûnisê wek trajedî bi nav kir û da zanîn ku hilbijartinên parlamentoyê yên werin kirin wê negihîjin pêvajoya damokrasiyê ku aramiya welat pêk were û wiha got: “Ji sala 2011’an ve heta niha em di gelek şiveriyên zehmet re derbas bûn. Em di gelek pêvajoyên zelal de derbas bûn lê belê divê venegere çewtiyê, em ê li hemberî vê lîstokê bêdeng nebin, em van hilbijartinên ku civakê temsîl nakin napejirînin.”

‘Çi dibe bila bibe em dest ji demokrasiyê bernadin’

Shaima Issa da zanîn ku demokrasî ji ber desthilatdariyê pêk nayê û zagona berendaman ya ji bo axaftina ragihandinên navneteweyî rexne kir û got: “Bedela wê çi dibe bila bib em dest ji demokrasiyê bernadin.”

‘Hilbijartinê bi  derbeyê dest pê kir’

Shaima Issa der barê banga boykotkirina hilbijartinan de wiha got: “Em van hilibijartinan ku akturên cuda yên siyasî bi zagona hilbijartinê dûrxistin dinirxînin. Hilbijartinê bi derbeya mêran dest pê kir û piştî wê bi zagona bingehîn a yek mêr re zagona hilbijartina komên navneteweyî û reşkirina jinan hat. Ew rewş ji bo hemû destkeftiyên jinên Tûnisê bû sedema paşketinê. Ew parlamentoya ku were hilbijatin dê bibe parlamentoya mêr a ku dijminê jinan e û Tûnis ber bi dîktoriyê ve diçe.”

Parlamento ji jinan dûr e’

Shaima Issa bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Di hilbijarinên derbasbûyî de qanûnek me ya ku wekheviya domdar û bi bawerî dihewand hebû, rêjeya namzedên jin gihîşt ji sedî 50. Lê îro têne ji sedî 11 namzedên jin hene. Dê parlamento ji jinan dûr be, ji ber ku ev riya şaş wan temsîl nake û çûyîna wan a ber bi welatek ku ji jiyanê re rêzê nîşan dide û piraniyan digre nava xwe û ji her cure hesabên teng dûr disekne bi cih nayne."