'Divê jinên Yemenê beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin'

Çalakvanên mafên mirovan li Yemenê diyar kirin ku piraniya biryarên ku di pêvajoya aştiyê de tên girtin xizmeta mafên jinan nake û ji bo bihêzkirina rola jinan pêwîstî bi têkoşîneke zêdetir heye.

FATIMA RASHAD

Yemen – Jinên Yemenî di nav civaka ku dijîn di her qadê de xwedî rol e, ji bo aştiyê gelek hewildan dide. Tevî van hemû kedan jî di qada siyasî tê durxistin. Rûxmê hemû astengiyan jî jinên Yemenî tekoşînê didin meşandin ku biryarên ku qedera civaka Yemenê diyar dike xwedî rol bin û jinan ji pergala mêr xelas bikin. Ji bo vê yekê jinên pêşeng ên Yemenê ji bo aktîfkirina zagona 1325 a ku çarenûsa jinan diyar dike di nav xebatan de ne.

‘Aklê mêr rola jin tenê di mal de dibîne’

Mamosteya Fîzîkê ya li zanîngeha Yemenê Maram Abdul Rahman bi gotina “Ji qada siyasî dûrxistina jinan paşguhxistineke bi plan e” dest bi axaftina xwe dike û behsa rewşa jinên Yemenê dike. Maram Abdul Rahman destnîşan kir ku sedemên jin tê paşguhkirin ev e ku hişmendiya mêrsalar rola jin tenê di male de û zarok anînê de dibîne. Maram Abdul Rahman di berdevamiya axaftina xwe de bang kir ku dive jin di hemû navendên biryardayînê de cîh bigre ku dengê hemî jinan bigihêje her deverê û wiha got: “Ji bo ku jin bibe pêşenga civakê dive di rola xwe aktîf bileyîze, mêr ji pêşangiya jinê ditirse wisa difikirin ku ger jin aktîf be dê rola wan were paşguhkirin.”

Çalakvan Nadîn Abdul Qadir der barê girîngiya biryara navneteweyî 1325 axivî û got: “Biryara navneteweyî 1325 a ku peşengtiya jinê dipejirîne ye. Ev biryar hem nakokiyên naxweyî çareser dike hem jî ji bo aşitiyek mayînde ku jin û zarokan bandor dike gelek gîrîng e. Bi mêran re beşdariya jinê ji bo pêwajoya aşîtiyê û çaresereyên siyasî gîrîng e ji ber ku li ser mijar û biryarên dikevin xizmeta jinê û civakê bi giştî kar bike.”

‘Dive di qadên leşkerî de jî wekhevî were pêkanîn’

Çalakvana mafên mirovan Aya Sultan jî got: “Gelek biryar derketin, lê ne li gor berjewendiya jinê bûn û ne jî xizmeta mijara jinê kirin, ji bo rewşa jinê yê paşguhxistî pêşbixin gelek kar heya ku divê em sererast bikin bi taybet piştî şerê 2015’an ku jin ji hemû waran dûrxistin û beşdariya wê gelekî kêmbû.”

Aya Sultan di berdevamiya axaftina xwe de teqez kir ku ne tenê şekilî divê jin aktîf beşdarî amadekariyên zagonan bibin û wiha pêde çû: “Rêgeha li pêş jinan ne hêsane, gelek kar û têkoşîn pêwîst e ji bo jin bi rola xwe rabe û mafên xwe biparêze li gel zêdekirina rêjeya jinan di navendên biryardayîn û berpirsyartiyên paye bilind yên sivîl, dadgerî û leşkerî de wekheviya xwe bi mêran re pêkbîne.”

‘Pêdîvî bi perwerdekirinê heye’

Seroka înisyatîfa Sandîha Dounia Koka diyar dike ku ger jin beşdarî qadên biryardariiyê bibe pêwîsti bi perwederkirinê heye û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Li Yemenê tevî hemû kedên rêxistin û komeleyên girêdayî kar û barên jinê dikin û hewil didin rola jinê di warên siyasî û giştî de bidin pêş,  dîsa jî lewazî di kadroyên jin de heye.”