“Divê jin di navendên bîryardanê de zêdetir rola xwe bilîzin”

Di bûyerên siyasî yên li Îraq û herêma Kurdistanê rûdayîn de jinan rolê giring lîstin. Di hilbijartinên pêşwext ên parlemena Îraqê de derket holê ku baweriya hemû kesîmên civakê zêdetir bi jinan heye. Jinên siyasetmendar dan diyarkirin ku divê jin di hemû aliyan de zêdetir rolê xwe bilîzin û durî aqlê desthilat û mêrsalarî di mecrayên biriyardayînê û rêvebirina civakê de zêdetir nêrîna jinê serwre bikin.

TEWAR PÊNCEWÎN
Silêmanî - Di sala 2021’an de li Îraq û herêma Kurdistanê gelek buyerên siyasî, civakî û aborî rûdan. Daketina bihayê dinar li beramberî dolar, êrîşên dewleta Tirk li ser Behdînan, nedana muçeyan, bûyerên 8’ê Tîrmehê yên nava Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê, êrîşên li ser Şengal û peymana di navbera Tirk, Îraq û PDK’ê de hatî erêkirin, bombabarkirina herêma Kurdistanê ji aliyê delweta Tirk ve, hilbijartinên pêşwext yên encûmana nunerên Îraqê, li darxistna kongreya dûem ya jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa, kongreya guftugoya Kurd û Ereban a serkeftî, xwepêşandan û nerazîbûnên ciwan, xwendevan û mamostayên bi peyman, pêla koçberbûna ciwanan heta Belerusya- Polanda û lêhiya di rojên dawiyê de ziyenek mezin dayî bajarê Hewlêr, evane hemû bandoriyek raste rast li ser civak û bi teybet li ser jinan kiriye.
Hilbijartinên pêşwext yên encûmena nunerên Îraqê di 10’ê Cotmehê de hat kirin, jinan sîstema kota ya ji sedî 25 derbaz kirin û zêdetir ji vê rêjeyê bi dengên xwe çûn parlemena Îraqê, ev sê mehe li ser hilbijatinan re derbaz bû, lê belê hîna jî parleman ne runiştiye. Jinên siyasetmendar li ser van mijaran tevan nirxandinên giring kirin û dan diyarkirin ku divê jin di hemû aliyan de rolê xwe bilîzin û durî aqlê desthilat û mêrsalarî di rêvebirina civakê û biryardayînê de fikrê jinan bidin pejirandin.
 “Divê berendamên serkeftî xebatê zêdetir ji bo jinan bikin”
Berendama parlemena Îraqê ku di hilbijartinê de bi serketî Sirwe Mihemed bi bîr xist ku jinan karîn dengê xelkê bi welatiyan bixin û bi dengên xwe çûn parlemenê, her wiha bi rêya yasa civakî, aborî û kar destkeftiyên giring bi destxistin û wiha dom kir: “Di hilbijartinên pêşwext yê Îraqê de jinan dengên baş bi destxistin û bêyî sîstema kota çûn parlemenê. Ev yek jî tê wê wateyê ku civak dixwaze jin di aliyê yasadanîn, bicihkirin û biryardanê de xebat bidin meşandin û cihê wan diyar bin. Li parlemena Îraq û herêma Kurdistanê yasyên baş hatine derxistin ku jin û malbatê di parêzin, ji ber vê divê jin giringî zêdetir bidin yasa ne tenê jin malbatê bi parêzin. Divê berendamên jin yên ku bi serketine û bûne parleman kar bikin ku kijan yasa ji bo parastina jin, malbat û civakê kêm be derbixin. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe.”
“Jin di siyasetê de hene lê belê ne xwedî rolin”
Mamostaya Beşa Siyasetê ya Zanîngeha Silêmaniyê Aşna Baban jî girêdayî rola jinan di nava siyaset, parleman û rêvebirinê de pirsa ku jin di nava navendên cûda de hene û çiqas xwedî mafin kir û wiha got: “Jin heta di navenda biryardayînê de nebin û di biriyardanê de xwedî rol nebin dêbên paşguhkirin. Çiqas jin di aliyê siyasetê de hebin jî ger rol û biryara wan nebe, ne giringe ku jinan kar kiriye yan ne. Pêwîste jin di aliyê rêxistinkirinê de xwe pêş bixin. Divê wisan bikin ku di navenda biryardanê de erk bigrin, ji ber ev yek rêgiriyek zêde di aliyê civak, malbat, yasa û gelek aliyên din de heye. Serokê parlemenê bi xwe ne azade, ev yek ji bo mêrek ne bi heman awayî ye û bi xwe bi azadtir dikare biryaran bidin. Mafê jinê heye di hemû aliyan de rol bigrin û divê jin xwe bigihînin navendên biryardanê.”