“Divê em li hember şerê taybet ê guhertina demografiya û helandinê hişyar bin”

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî têkildarî êrîş û planên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Bi salan e êrîşên dewleta tirk li hember herêm û pergala me ya xweseriyê ranewestiyane, ji ber ku pergala me bi rengê îdeolojiya azad, serbixwe û ne girêdayî tu aliyên serwer e, dewleta tirk ji bo xwe weke xeterî dibîne. Em di ferqa xeterê de ne û hişyar in.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Têkildarî êrîş û planên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha destekdayîna dewletên navneteweyî ji vê dagirkeriyê re, Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî nirxandinên girîng kir.
Sîlvan der barê rewşa êrîşên dewleta tirk ên ser herêmê tên qewimandin wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Rewşa niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em tê re derbas dibin, ji gefên dewleta tirk û êrîşên ku li aliyê Şehba, Dirdara, Til Temir û hem jî li aliyê Kobanê pêk tîne asta hovîtiyê derbas kiriye. Bi salan e êrîşên dewleta tirk li hemberî herêm û pergala me ya xweseriyê nerawestiyane. Helbet bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, armancên dewleta tirk bi dawî nebûne, ji ber mijara desthilatdarî û serweriya wan mijarên dîrokî ne. Dewleta tirk naxwaze pergaleke demokratîk û azad li ser rûyê erdê bê rûniştandin û Kurd bibin xwedî statu yanî di kûrahiya xwe de dijminatiyek li hember gelê Kurd heye. Axa Kurdistanê hin ji xwe re birin, hin jî niha dagir dikin û naxwazin guhertinek were çêkirin. Niha di pergala xweseriyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modêleke nû ji rengê rast ê demokrasiyê heye û ger ev pergal statuyek li ser asta navneteweyî bigre ev nakeve xizmeta berjewendiyên dewleta tirk. Dibe ku bê pirskirin çima li hember Rojava ewqas tirs heye? Em dizanin li Başûrê Kurdistanê jî hebûna Kurdan heye û xwedî statu ne  lê dewleta tirk wekî ku ji Rojava bi tirs e ji Başûr ne bi tirs e. Li gor nêrîna me pergala bi rengê Bîrdoziya azad, serbixwe û ne girêdayî tu aliyên serwer dewleta tirk ji bo xwe weke xeter dibîne. Başûrê Kurdistanê cuda ye heya niha xweseriyeke tenê girêdayî herêmê tune ye, em dizanin dewleta tirk dîsa bi hin lihevkirinan mudaxele dike û gelek baregehên xwe li wir ava kirine, ev rewş bi temamî li ber çavan e û em hemû di ferqa wê de ne.”
“Di êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina axa Sûriyê de hevkariya hêzên derve”
Sîlvan bal kişand ser armancên dewleta tirk bi dagirkirina axa Sûriyeyê bi temamî û wiha domand: “Armanên dewleta tirk ne tenê li ser xaka me hene lê belê dixwaze tevahî Sûriyeyê dagir bike. Dewleta tirk li herêmên weke Idlib, Bab, Cerablûs û li derdora Minbicê çi dike? Em di wê ferqê de ne ku naxwazin Kurd bibin xwedî statu lê li bajarên Sûriyeyê dewleta tirk heye. Armancên wan dagirkirina tevahî Sûriyeyê digre nav xwe û komên ku navê Opozîsyona Sûriyeyê li xwe kirine girêdayî dewleta tirk in û mînaka wê jî hebûna van çeteyan li Efrîn, Serêkaniyê û Idlibê ye. Her wiha destekdayina dewleta tirk ji çeteyên li Lîbyayê, çeteyên Talîbanê yên li Afganistanê û Azerbaycanê dide nîşandan ku dixwazin cografiyeke berfireh a Îslama radîkal di bin hukmê dewleta tirk de ava bikin. Siyaseta dewleta tirk bi vî rengî ewqas eşkere ye û hemû dewlet destek didin. Di vê siyasetê de tenê ne Kurd armanc in, hemû cîhanê armanc dike. Çima tu dewlet mudaxeleya dewleta tirk nake? Ji ber hevpeymanên wan di nav hev de hene û mijar berjewendî ne. Bi riya dewleta tirk desthilatdariya xwe li ser Rojhilata Navîn mayinde dikin û dewleta tirk tenê amûre di destên wan de ye.”
Sîlvan bal kişand ser xeyalên dewleta tirk bi dagirkirina welatên din ku bi siyaseta xwe ya qirêj mudaxeleya gelek welatan dike û wiha pêde çû: “Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya faşîzm mudaxeleya welatên derdorê dike. Mînak weke berê çawa di dema Împeratoriya Osmanî de eyalet hebûn û girêdayî dewletê bûn, niha jî dixwaze dîsa wisa hukmê xwe yê serwer li ser welatên Rojhilata Navîn bide meşandin. Dixwaze welatên weke Sûriye, Yemen, Lîbya, Afxanistan, Azerbaycan, Ermenistanê bike eyalet yanî bi giştî destê wan bigihîje ku derê dagir bikin. Dewletên kapîtalîst wê bi riya Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser van welatan bidin meşandin, ji ber ku dibe bi rengekî eşkere nikaribin tê de bimînin. Niha di Afxanistanê de ewqas sal hêzên Amerîkayê hebûn, dem hat ku êdî biryarê bistînin jê derbikevin lê ew derneketin bêyî ku feydeyê bibînin û hêzeke alîgir li cihê berjewendiyên xwe bihêlin ku qezencên wan biparêzin, ew parêzvan jî di dîtina wan de dewleta tirk e. Dewletên kapîtalîst rê didin dewleta tirk ku polîtîkaya xwe bide meşandin û ew jî bi riya wê berjewendiyên xwe diparêzin. Di esas de fikrandineke cudayî hev nakin.”
Sîlvan da zanîn ku dewleta tirk bi kiryarên xwe êrîşî civaka sivîl dike da ku koçberî bi pêş bikeve û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Berî demekê balafirên bê mirov derbasî xaka me bûn û li wesayîdên sivîlan xistin, lê belê tevî ku paragihên Rûsyayê li ser sînorên navbera me û Tirkiyeyê hene jî dîsa tu dewleta helwestek pratîk nîşan neda. Bi rengekî ku bila êrîş çênebe lê pêwîst e hûn dest ji herêmê berdin û teslîmî dewleta tirk bikin. Nêzîkbûnên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi vî rengî ne, ji ber ku fikir nû ye û bi xwe re guhertinan dide çêkirin. Pergalên berê her tim tevlihevî di navbera gelan de derdixistin, dema ku ev tevlihevî di nava civakan de nemîne ji bo dewletên desthilatdar dibe pirsgirêk. Armanca wan jî ev e her ciqas civak hev qebûl nekin ewqas feydeyê ji nakokiyên di navbera wan de dibînin. Ji bo dewleta tirk qezenc e ku erdnîgariya herêmê vala bibe û koçberî çêbibe, ev jî polîtîka ye. Sibê nabêje me êrîş kir, herêm vala kir û sedem em bûn, wê bêjin ev gel ji pergala Rêveberiya Xweser direvin. Difikirin ku bajar û gundên me ji gelê wê vala bikin û êrîş bike wisa sûcdar nabin. Gel jî dibe qurbaniya vê siyaseta qirêj û cîhanê jî dixapîne.”
Sîlvan got ku êrîşên dewleta tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û wiha ev mijar şîrove kir: “Ji destpêka şoreşê ve û heya niha êrîş ser herêmên me bi dawî nebûne û xeterên wê pir mezin in. Heya niha gelek bazar li ser bajarên me tê meşandin. Dixwazin li hemberî radestkirina hin bajarên li Sûriyeyê ji rejîmê re mîna Idlib û Deraa bi herêmên me bidin veguheztin, ev jî bi alîkariya Rûsyayê tê kirin. Dixwazin xwe ji van çeteyan xelas bikin û berdin herêmên me her wiha malbatên wan çeteyan li şûna gelê wê yê resen bi cih bikin. Pêwîst e amadekariyên me jê re hebin, ji ber lihevkirinên kûr li dijî me tên kirin. Dema tê gotin em li hemberî şerekî mezin in, şerekî tenê bi awayê leşkerî nîn e şerekî fikir, helandin, guhertina demografiyî heye. Di dawiyê de ji bo civaka me bi tevahî hişyarkirin pir girîng e. Divê em xwedî li keda bi hezaran şehîdan derkevin. Em bi hev re dest bidin hev û nehêlin destkeftiyên me li ber çavên me biçin da ku bi rastî jî em bi rûmet û azadiya xwe bijîn.”