“Divê em desturnedin Helepçeyek din bê jiyîn ”

Endamên Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê, di rêze hevditinên xwe de serdan herêma Helepçe kirin û dan diyarkirin ji bo Helepçeyek din neye jiyîn ewê hîn zêdetir xebat bidin meşandin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê ku ji endamên parlemen, jingehparêz, çalakvanên siyasî û sivil û nunerên rêxistinan bi gitşî ji 14 welatan hatine Başûrê Kurdistanê. Şandeya bi armanca yekitiya çar parçeyên Kurdistanê ketiye rê û ev nêzî hefteyekê ye li bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyan li dardixin. Beriya niha li bajarê Hewlêr rê li wan hat girtin, ji ber wê jî 16’ê Hezîranê berê xwe dan bajarê Silêmaniyê. Ji bo pêşî li şerê birakujî bigrin û rê nedin ku dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike serdana partiyên siyasî dikin. Serdanên şandeyê hîn jî dom dikin, di rêze hevditinên xwe de dûh êvarê serdana herêma Helepçe kirin. Şandeyê li beramberî komkojiya Helepçe xwemgîniya xwe nîşan dan û dan zanîn ku heta niha jî bi karanînan van çekan bê seza diminin. Endamên şandeyê di derbarê serladana herêma Helepçe de ji ajansa me re axivîn.
“Ji bo Helepçeyek din neyê jiyîn”
Endama şandeyê Firîşte Mehemed di derbarê serdana xwe de wiha got: “Hinek caran destê ji derve di nava siyaseta navxweyî de heye û niha jî eve Tirkiye dike û dixwaze şerê Kurd û Kurdan bide destpê kirin. Armanca hatina me ya vê derê pîştgirîkirina gelê Kurde. Di serdana me ya Helepçe de em hîn bûn ku dibê zêdetir ji bo bi destxistana mafê rewayê Kurdan kar bikin. Pîştî dîtina min ya Helepçe hêza min hîn zêdetir bû ji ber hemû êşa min zindî bû. Êşa ku Helepçe kişandî wisan li min kir ku hîn zêdetir li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê bi sekinim. Ger em hemû hêza xwe bidin emê vê dagirkeriyê bi sekîninin û nehêlin ku şerê Kurd bi Kurd çêbibe. Yeknegirtina Kurdan wisan kir ku komkojî li Helepçe pêk were. Ji bo cardin ev yek dubare nebe, di vê li gel partiyan goftogo werin kirin, ji bo şerê birakujî ru nede çî hewceye divê em hemû bikin. Ji ber vê carê wê gelê Kurd ziyanek mezin bibîne.”
“Xelkê Hewlêr nikarin piştgiriya me bikin”
Sadat Kuran jî dîtin û çavdêriyên xwe yên vê pêvajoyê li Başûrê Kurdistanê wiha anî ziman: “Ev sê çar roje em li bajarê Silêmaniyê azadin, lê belê li bajarê Hewlêrê me nekarî em çalakiyên xwe bi domînin, ji ber rêgirî li me kirin. Em îro jî hatine herêma Helepçe ku jiyanê hîs bikin û pîştgiriya ji bo Gerîla mezin bikin. Em jin û dayîkên Kurdin dixwazin herçar parçeyên Kurdistanê bibe yek. Em na tirsin û li dijî birakujiyê ne, ji ber vê yekê me serdana Başûr kir. Ji bo me tu cudahiya PKK, Goran, Yekitî û partî nine hemû xwişk û birayên hevin. Erka me ewe ku divê em destê hevdû bigrinû pêşî li vê dagirkeriyê bigrin.”