Dîroka zanatî û têkoşînê: Jinên Êzidî

Jinên Êzidî yên ku bi fermanan cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtine; bi zanatî, têkoşîn û hestên xwe bi hezaran salan e jiyanê dihûnin.

SITÎ ROZ

Şengal - Jinan bi valahiya ku feraseta serwer di navbera jin û jiyanê de ava kiriye de ji jiyan û civakê hatin qutkirin. Ev felsefe ji bo jinên azweriya azadiyê dijîn, bû nexşeya rê. Tecrubeyên jiyanê, zekaya cehwerî û hestên xwe yên bi hêz, bi têkoşîna zanatiyê re kirin yek. Li ser paşeroj û îro em bi endama Koordînasyona Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî re axivîn.

Jinên Êzidî yên ku bi sedsalan di nava dorpêça koletiyê de mane, piştî qirkirina 74’an bi gerîlayên YJA-Starê re, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku tê wateya hêz, birêxistinbûn û îradeya avakirina pergalekê nû. Li ser bingehê vê felsefeyê têkoşîna xwe gihandina nasnameya cewherî ya jinên Êzidî, hûn çawa dinirxînin? 

Jinên Êzidî bi taybetî civaka Êzidî di dîrokê de rastî gelek êrîşên qirkirinê hatine. Hedefa bingehîn a van êrîşan jinên Êzidî bûn. Di vî warî de êşa herî zêde jinan kişand. Ev êrîş çi siyasî, çi fizîkî û çi derûnî be qurbanên hemûyan jin bûn. Di dîroka civaka Êzidî de, li gel berxwedanan qirkirin jî hatiye jiyîn. Bi van êrîşan re jin ji cewherê xwe hatin dûrxistin. Di fermanên hatine jiyîn de, di bin navê parastina jinan de jin hepsê malê hatin kirin û bi vî awayî wan xistin nava xelekek kûr a koletiyê. Jinan ji derveyî civakê hiştin. Jinên ku piştî fermana 74’an bi hatina gerîlayên YJA-Starê û naskirina fikrên Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn, guhertineke mezin jiyan. Jinan di her qada civakê de pêşketinêk girîng misoger kir. Naskirina felsefeya Rêber Apo û hebûna gerîlayên jin ên li qadên têkoşînê, wan ber bi lêgerîna 'xwebûnê' ve kişand. Jinên Êzidî, piştî van pêvajoyan dîroka xwe lêkolîn kirin û her ku lêkolîn kirin ji bo dîtina berxwedaniya jinan û cewhera xwe têkoşînek mezin dan. Lêgerîna bingehîn ya jinan bi felsefeya Rêber Apo ya 'Jin jiyan azadî' bi pêş ket. Hevdîtina jin û jiyanê piştî naskirina felsefeya Rêber Apo bi pêş ket. Çanda berxwedanê ya ku di dîrokê de heye, ji aliyên jinên Êzidî yên îroyîn ve ji nû ve zindî dibe. Piştî fermanê têkoşîna jinên Êzidî li ser esasên xwenasîn û hişyariyê bi pêş ket.

Di Kongreya 2'yemîn a TAJÊ de bal hat kişandin ku divê were zanîn, exlaq û heqîqeta polîtîk a civakê bi azadiya jinan pêkan e. Loma divê ku Êzidayetî bi heqîqeta jinan were pênasekirin. Jinên Êzidî di her warê jiyanê de vê wateyê çawa dadigirin?

Civaka Êzidî wek bawerî ji civakên din xwedî tevnek cudatir e. Cudahiya wê ew ku jin di nava baweriya Êzdatiyê de hêza pêşeng in. Her çiqas ev rewş di nava wextê de guherî be jî di hûrgiliyên jiyanê de jin hê jî di pozîsyona ku Êzdatiyê herî bingehîn temsil dike de ne. Ger rastiya civaka Êzidî heta roja me ya îro hatibe, ev bi saya jinan pêk hatiye. Di 2’emîn Kongreya TAJÊ’ê de yek ji mijarên ku bal hatibû kişandin ev bû. Ji dîrokê heta roja me ya îro ya ku di civakê de pêkhateya exlaqî û polîtîk ava kir jin bi xwe bûn. Di aliyê roja me ya îro de ya ku dê civak bi rastiya xwe re rastîhev bike dîsa jin e. Ger jin birêxistinbûyîn bin, dikarin civakê bi rastiyên wê re rastîhev bikin. Dikarin ji pêwîstiyên civakê re bibin bersiv. Ji ber ku tercubeyên wan ên dîrokî hene. Divê li cihê ku winda kiriye, cewhera xwe bibîne.

Jinên Êzidî ji bo xwe ji fermanan biparêzin, li dijî hişmendiya dewletê û li dijî zilma zilam di jiyanê de têdikoşin. Jin li hemberî tevgerên zîhniyeta ku li dijî wan disekine, mekanîzmaya xwe ya parastinê çawa bi pêş dixin? Bi kurtasî xeta we ya xweparastinê ya li hemberî kuştina jinan a ji aliyê mejiyê dewletê ve tê meşandin çi ye?

Li dijî civakê êrîşên pir dijwar hene. Ev êrîş bi giranî li dijî jinan tên pêşxistin. Ger em behsa xweparastinê bikin. Vê demê divê em destpêke pênaseyek rast ya xweparastinê bikin. Destpêke divê jin li hemberî zihniyeta ku wan weke kole dibîne û ji dîrokê heta niha di nava sînorên koletiya ku jiyaye de hewil daye digre, xweparastina bike. Ji bo vê jî destpêke hişmendî pêwist e ger jin biryar bide çi jiyanê û çawa bijîn, wê demê bizanin ku xwe çawa biparêzin. Li dijî jinan êrîşek hat pêkanîn. Bi taybetî îxaneta PDK’ê li hemberî civaka Êzidî û li hemberî jinên Êzidî pêk aniye heye. PDK’ê sedema firotina jinên Êzidî ya li bazaran e, tecavîz kirin û rastî her cure tundiyê hatine ye. PDK hewl dide heman polîtîkaya înkar û îmhayê ya pêvajoya fermanê ya li hemberî civaka Êzidî, di roja me ya îro de jî bimeşîne. Mînak di kampên biçûk ên Başûrê Kurdistanê de, li dijî Axîna 6 salî bi mejiyê DAIŞ'ê tevcawiz hat kirin û hat qetilkirin. Ev nêrîna PDK'ê ya li jinên Êzidî ye. Li Kurdistana Başûr bi taybetî jinên Êzidî weke koleyên kedê bi kar tîne. Jin û ciwan dikşînina nava jiyana rojane û ji jiyana welatparêzî, bawerî, çand û zimanê wan dûr dixin. Li jinên Êzidî koletî tê ferzkirin. Rewşeke ku ferqa siyaseta PDK’ê nîn e heye. Ger jin ne birêxistinkirî bin dê ne di ferqa tiştên li wê tên kirin de bin. Ji wê re her tişt normal tê. Dema xweparastin tê gotin divê tenê weke girtina çekê ya dest û ketina nava şer neyê dîtin. Elbet ev cureyek bingehîn a parastinê ye. Di roja me ya îro de YJŞ hêza parastina jinên Êzidî heye. Ev pêkhateyek pir girîng e. Hêza parastina jinan ji bo me hêzeke parastinê ya pir girîng e û ji bo hemû jinan bawerî ye. Em jinên Êzidî ji bo hebûna xwe bi hemuû cîhanê bidin qebûlkirin, di rehenda xwe ya parastinê de jî di xaleke xurt de disekinin.

Jin ji axa xwe, civaka xwe, baweriyên xwe û çanda xwe tên dûrxistin. DAIŞ’ê jî li jinên Êzidî heman tişt kir û îro PDK jî heman siyasetê dimeşîne. Ji ber vê yekê ji bo jinên Êzidî çeka parastinê ya bingehîn hişmendî ye. Divê jin parastina xwe bizanibin û ev parastin dikeve xizmeta civaka Êzidî.

Li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê, PDK bi taybetî li ser jinan siyasetek dide maşandin. PDK’ê her jina Êzidî ya ku ji DAIŞ’ê rizgar bû, bi navbeynkariya rêxistinên civaka sivîl, li hemû aliyên cîhanê belav kir. Tevî wan jinan bi giştî xwest jinên Êzidî bi saziyên dewletê ve bide girêdan, wan bixe nava we pergalê. Divê mirov vê siyaseta PDK’ê çawa bibîne û hûn ê weke tevgera jinên Êzidî li dijî vê siyasetê çi bikin?

Bê prensîbiya siyaseta ku piştî fermanê bi taybetî li dijî jinan û li hemberî Êzidiyên ku li Başûrê Kurdistanê jiyana koçberiyê dijîn tê meşandin, nifşek ku bi têgihîştina jiyana rojane û lîberal re hatiye hînkirin ava dike. Ev herî zêde li ser jinên ciwan tê meşandin. Têgihiştineke ku jiyanê bê têkoşîn dihêle tê pêşxistin. Doza Ezdatiyê têkoşîneke kûr û giran dixwaze û yên ku vê têkoşînê jî bidin meşandin jin in. Ji bo vê jî PDK dixwaze jinan li ser bêtêkoşîniyê hînî jiyana vala bike û derbe li Êzdayetiyê bixe. Jinên Êzidî yên di bin pergala PDK’ê de dijîn, bêyî ku bikevin ferqa vê siyasetê, rojane helandinek cidî dijîn. Di fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ketin destên DAIŞ’ê û çarenûsa wan nediyar e, dîsa yên hatin rizgarkirin jî niha bi tunebûnê re rû bi rû ne. PDK êrîşê her derê ku civakbûn lê heye dike û hewl dide kesan ji nirxên bingehîn dûr bixe, civakê tune bike. Berê mirovên Êzidî didin Ewropayê û wan ji hebûna wan dûr dixin. Îsal bi hezaran Êzidî bi destên PDK’ê sirgûnî riya koçberiya Ewropayê hatin kirin. Piraniya wan jî jin bûn. Divê PDK ji şer tiştên ku li jinên Êzidî kiriye bê darizandin û divê yên ku riya vê vedikin jî jin bin. Em wek tevgera azadiya jinên Êzidî di ferqa vê siyasetê de ne, ji kûr ve dest digrin û dinirxînin. Em hewl didin bi civakê bidin fêmkirin û bi taybetî bi jinan re van mijaran zêdetir nîqaş bikin.

Di arîfeya 25’ê Mijdarê de, li ser şoreşên bi destên jinan hatine avakirin ango Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê, êrîşên dewleta faşîst a Tirk ên dijwar hene. Di vê rewşê de dê hevkariya jinên Êzidî û jinên Rojava çawa bi pêş bikeve? Nêrîna jinên Êzidî ji şoreşa Rojava re çi ye?

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, jin li qadan di nava çalakiyê de ne. Li gel vê li dijî çalakiyên jinan êrîşên dijwar hene. Di vê rewşê de dewleta Tirk derdikeve pêş. Bi êrîşên ku di pêvajoyeke bi vî rengî de pêk tîne, careke din nîşanî hemû cîhanê da ku dewletek bi tundî, zext û qetlîaman re êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Bênavber êrîşê Şengal, çiyayên azad ên gerîlayan, Şoreşa Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Êrîşên destpêkê li dijî pergalê, ramana ku civakê diafirîne ne. Ya ku nasnameya jinan nas dike rêveberiya xweser e û ev yek hem li Rojava hem jî li Şengalê wiha ye. Êrîşên li dijî pergala li Rojava û Şengalê, di heman demê de êrîşek li dijî nasnameya jinan e divê ev wisa were xwendin. Êrîşên ku di pêvajoyên dawî de li dijî Rojava tên pêkanîn, me jî diêşînin. Me ji bo xwegirtina jiyanê û avakirina pergalek nû ji tecrubeyên Rojava sûd wergirt. Rojava ji bo me riya  vegera çavkaniya nefesgirtina jiyanê ye. Em êrîşên li dijî Rojava, li dijî xwe dibînin. Civaka Rojava û Êzidî di yek ruhî de bûn. Herî dawî YPJ'ê li kampa Holê, jinên Êzidî ji destên DAIŞ'ê rizgar kir û di daxuyaniya xwe ya dawî de soz da û got; "Heta ku jineke Êzidî bimîne, têkoşîna wan berdewam bike” da. Ev ji bo me pir girîng e. Têkoşîna ku em ji bo jinên Êzidî didin, ew jî didin. Divê her kes bizanibe ku di roja me ya îroyîn de ya êrîşên herî hovane li dijî jinan pêk tîne dewleta Tirk e. Lê em dizanin ku ev sedsal dê bibe sedsala jinan û ev di heman demê de tê wateya ku pergalên faşîst dê tune bibin. Dê jin pêşengiya vê bikin û jinên Êzidî rêwiyên vê riyê ne.