Dijwariyên ku jinên Cezayîrî di nûnertiya parlamentoya nû de dibînin

Beşdariya siyasî ya jinan bi kêmbûneke metirsîdar gelek pirsan derdixe holê. Gelo çima dengdan nikare edaletê li nîvê civakê bike û çima rêjeya jinan di encumenên hilbijartî de ji serokatiya herêmî ber bi kêmbûnê ve çûye?

RABÎA XERÎS

Cezayîr – Di paradokseke siyasî ya eşkere de ku cudahiya mezin di navbera coşa sozên yasadanînê û encamên rastîn ên li ser sindoqên dengdanê de nîşan dide, jinên Cezayîrî di hilbijartinên parlamentoyê yên di 2'ê Tîrmehê de rastî paşketineke dîrokî hatin. Ji zêdetirî du hezar namzedên jin ên ku beşdarî hilbijartinan bûn, bi lîsteyên partiyan û wekî serbixwe, tenê 23 kursiyan di parlamentoya nû de bi dest xistin. Li gorî lêpirsînên ku ji hêla dezgehên ewlehiyê yên welat ve tên kirin, ev hejmar dibe ku hinekî kêm bibe.

Paşketineke dîrokî

Bi vî awayî, hejmara jinan di parlamentoya pêşbînîkirî de ji 407 parlamenteran bû 23 parlamenterên jin, ji ber ku ew tenê ji sedî 5.6 pêk tînin, ev jî rêjeyek pir qels e li gorî parlamentoya berê ya 2021'ê. Ji ber ku tevahiya wan 34 parlamenterên jin bûn ku ji sedî 8 temsîl dikir. Her çendî jin bloka herî mezin di nav hilbijêrên welat de temsîl dikin, ji sedî 57 tevahiya dengdêrên qeydkirî di navnîşanên hilbijartinê de ku li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Serbixwe wekhevî bi qasî 13 milyon dengdêrên jin ji tevahiya nêzî 24 milyon dengdêran e.

Di analîzeke objektîf de ku sedemên vê kêmbûnê eşkere dike, çalakvana siyasî û namzeda berê ya Meclîsa Gel a Neteweyî Nûr El Huda Zoweybî îdia dike ku krîz ne ji kêmbûna jêhatîbûna jinan e. Nûr wiha dest pê dike: "Jinên Cezayîrî niha di warên curbecur de hejmarên rekor û gaveke berbiçav ber bi pêş ve diavêjin. Nûnertiya jinan di hemû waran de, di nav de mezûnên zanîngehê, karmend, mamoste û profesor hene, gelek zêde ye lê belê, paradoksa eşkere di wê rastiyê de ye ku ev berfirehbûn bi paşketineke dijwar a parlametoyê re rûbirû maye."

Mîrata kotayê

Nûr El- Huda nakokiya di navbera berfirehbûna civakî û kêmbûna jinan a parlamentoyê de bi gelek faktoran ve girêdide û vê yekê tîne ziman: "Di nava wan de di serî de bandorên neyînî yên mîrata "kotayê" hene. Ev sîstem, her çendî beşdarî bilindkirina rêjeya hebûna jinan li avahiya Zîxod Yûsîf bû jî hebûnek tercîhî ferz kir ku bi tevahî gihîştina pejirandina civakî, ji aliyê hejmarî û kalîteyî ve, nîşan nedida lê belê bandorek xirab li ser dengdêrên Cezayîrî hişt, ku peyva 'parlamentoya porçêkeran' (peyveke siyasî û populer a li Cezayîrê gelemperî ye ku bi awayekî metaforîk ji bo danasîna encumenên parlamantoyê yên jêhatî nîn in tê bikaranîn) derxist holê. Vê mîrateya giran astengiyeke psîkolojîk û stereotîpîk çêkir û hemû namzedên jin xist ber karekî dijwar da ku baweriya windabûyî ji nû ve bi dest bixin."

Di berdewamiya axftina xwe de Nûr El-Huda behsa dijwariya ku di ezmûna xwe ya qadê de bi awayekî berbiçav eşkere bûn, kir û wiha pê de çû: "Gava ku min niyeta xwe ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên di 2'ê Tîrmehê de hatin lidarxistin ragihand, ez rastî berovajîkirinek tund û bertekan hatim. Ev ji bersivên bêhêvî yên ku ez teşwîq dikirim ji "qada mêran" dûr bisekinim û li ser malbata xwe bisekinim, bigre heya eniyek piştgiriya jinan a bihêz ku baweriya xwe bi şiyana xwe ya guhertinê anî, diguhere."

Pêşdaraziya malbatê

Li gorî Nûr, ev astengî bi ramana stereotîpîk a li kolanên giştî rawestiya nabe lê ezmûna jinan di berendamtiya ji bo wezîfeyê de bi "dîwarê eşîrtiyê" û "pêşdaraziya eşîrî" re rû bi rû dimîne ku hê jî siya xwe ya giran li ser dîmenê hilbijartinê li çend herêmên welat dihêle. Nûr wiha pêl da gotinên xwe: "Di vê çarçoveyê de, serpêhatiyeke rastîn ji piştperdeya hilbijartinên dawî di nava lîsteyên "Tevgera El-Nahda Ronakbîriyê" de bi bîr tînim ku yek ji namzedan bi dijberiyeke tund û zexteke tirsnak ji derdora malbata xwe re rûbirû ma, xizmekî wê yê bi heman paşnavî di pêşbirkê de hebû. Di bin giyotîna mantiqa "text dabeş dibe û deng belav dibin" de, jin rastî dûrxistineke veşartî tên ku wan neçar dike ku armancên xwe yên siyasî bi hinceta ku mêr "ji bo berhevkirina dengan bêtir jêhatî ne" bidin mêran. Ev cudakariya eşkere û zexteke şaş e ku namzetên mêr bi heman tundiyê re rûbirû nabin."

Zagonsaziya rastîn û şerê ji bo hişyariyê

Nûr destnîşan dike ku jin ne tenê li hejmaran digerin da ku encumenên hilbijartî dagirin, tekez dike ku li hebûnek rastîn digerin ku xwe li ser rastiyek bi kevneşopî û stereotîpan ve girêdayî ye ferz dike û wiha bilêv dike: "Ev veguherîneke kûr e ku hewce dike civak dema têr bide ku biguhere û bi xwezayî bigihîje. Qanûndana rastîn ew e ku ji bo her kesî pergalek dadperwer û wekhev diafirîne, dûrî qanûna jor-jêr ji rastiyê veqetandî ye. Nebûna vê wekheviyê di zexta mezin a ku jinên Cezayîrî di sektorên girîng de dijîn de tên destnîşan kirin. Ev yek pêwîstiya lezgîn a temsîliyeta rastîn a jinan destnîşan dike ku bikaribe vê êşê bigihîne astên herî bilind ên biryardanê û wê ji sloganek siyasî ya sade veguherîne pêwîstiyek qanûnî ya lezgîn ji bo hilweşandina krîzên pîşeyî û civakî yên ku jinên Cezayîrî dorpêç dikin."

Di nav van krîzan de, Nûr balê dikişîne ser sektora tenduristiyê û wiha vê mijarê tîne ziman: "Ku bijîşkên niştecih bi hevsengiyên pîşeyî û civakî yên tevlihev re rûbirû dimînin. Ew mijara nobetên şevê, ku ji hêla gelek kesan ve nayên qebûlkirin û bûne tedbîrên cezayî yên neheq ku bijîşkên niştecih ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dikin. Ne mantiqî ye û ne jî adil e ku mirov bijîşkek neçar bike ku di mehekê de pênc nobetên şevê yên tevahî bike di nav pergalek ku ji bo her kesî neheq e. Ev kêmasî ji dîwarên nexweşxane û navendên bijîşkî wêdetir diçin, mafên bingehîn ên dayîkên hem dixebitin û hem jî yên li malê dimînin vedihewîne. Ew meaşê bêkariyê wekî mînak dide û perspektîfek aborî û civakî ya çewt li ser vê mijarê destnîşan dike. Arastekirina meaşê ji bo dayîkên li malê dimînin veberhênanek rastîn e ji ber ku ew "perwerdekarên pêşîn û herî girîng ên civakê ne. Ev pirsgirêkên aloz û yên din "bêçarebûna hebûna jinên Cezayîrî di hundirê avahiya parlamentoyê de piştrast dikin, ji ber ku çiqas têgihîştina mêrekî fireh be jî, ew ê tu carî nikaribe hûrguliyên êşa rojane ya jinan fam bike an jî wan bi heman hêza ku ew xwe diparêzin biparêze."

Di encamê de Nûr got ku "bidestxistina nûneratiyeke dadwerane ku armanca rastîn pêk tîne, bi awayekî pêwîst lêkolîneke berfireh û rasteqîne ya bêxemiya dengdêran a di vê çerxa hilbijartinê de tê dîtin û analîzeke li ser sedemên wê yên bingehîn da ku wan di koka wan de çareser bike, dihewîne."

Di vê çarçoveyê de, Nûr diyar dike  ku : "Li pişt hejmarên dilşikestî du dilemayek heye ku ne tenê bi namzetên jin re rûbirû dimîne, lê bi dengdêrên jin bi xwe dest pê dike. Giştîkirina têgeha boykotê li ser hemî beşên civakê teşhîsek nebaş e; bêxemiya jinan ji ya mêran di nav hilbijêran de bi awayekî radîkal cuda ye."

Di dawiyê de di gelek rewşan de, jinan bi biryareke hişmendî dengdan boykot nekirin, lê bi tevahî ji hevkêşeya ragihandina siyasî hatin derxistin ji ber ku kanalên ragihandinê yên kevneşopî "ji bo mêran" hatine çêkirin - wekî kafe, kombûnên giştî û kolanên ku jin bi hêsanî lê nacivin. Ev ji bo namzetên mêr astengiyeke civakî ya cidî diafirîne da ku bigihîjin dengdêrên jin, hebûna jinan di parlementoyê de dike mecbûriyetek girîng ji bo gihîştina beşên berfireh ên nifûsê ku niha nayên temsîlkirin û nayên gihîştin.