Di xebatên hilbijartinên şaredariyên Cezayîrê de hewildanên jinan

Jinên Cezayîrê hewil didin di hilbijartinên şaredariyan ên ku dê 27’ê Mijdarê bên lidarxistin de vîna xwe bidin dîtin.

Cezayir – Li Cezayîrê xebatên hilbijartinên şaredariyan ku dê di 27’ê Mijdarê de bên lidarxistin bi lez dewam dikin. Di nava xirecira muxalîfên cuda de hewla jinan a di van hilbijartinan de vîna xwe diyarkirinê heye. Ji xwe di mijarên pêşengî, siyaset û hilbijartinan de paşgoh kirina nêrîna jinan ne mijarek nû ye û her dem jin bi hewildanên mezin hewil didin vîna xwe di nava giştî de bidin dîtin û ji bo dengê xwe xwe bidin bihîstin kedên mezin dane. 
Di hilbijartinên parlemanto yên meha Hezîrana borî de daxyaniya serokê partiya Eniya El-Hikim Reşîd Îsa Behadî ku li ser malpêrên tora civkî hatibû weşan, bû sedema nerazîbûna Komeleyên Parastina Mafê Jinan û komeleyê ev nêzîkatî bi gotina: “Gelek xeternake" pênase kir.
Îsa Belhadî di hewlekê de ji bo razîkirina dengdêran ji bernameya partiya xwe re got: “Di nav namzedên jin ên partiyê de endezyarên jin, pijîşkên jin, rêveber û her wiha hene.”
Li gorî agahiyên ajansa me dine hebûna jinan di lîsteyên hilbijartinên şaredariyan ên ku wê di dawiya meha Mijdarê de werin lidarxistin bi hêz.
Bi hin sozan dixwazin dengê jinan di hilbijartinan de bidest bixin
Kampanyaya hilbijartinê wek her car ji sozên xapînok ji bo jinan bê par nemaye da ku dengên wan bidest bixin. Her wiha serokê Tevgera Avahiya Neteweyî, partiyek girêdayî meyla Îslamî li welat, Abdelkader Ben Qurainah, tekez kir ku pêwîst e dîtina mekanîzmayên ji bo bilindkirina rola hilberîna jinan bi taybetî jinên li gundan bê dîtin.
Namzedê hilbijartinên serokatiyê li Cezayîrê Ebdilkader Ben Qerîna pêşniyara avakirina foneke taybet ji bo ku projeyên di warên çandiniyê de pêkbîne.