“Di pergala hevserokatiyê de hêza jinan civakê bi rêxistin dike”

Armanca pergala hevserokatiyê bi serxistina binemaya yeksanî, hevsengiya rêgezî û demokrasiyê ye. Di vê pergalê de jin xebat û têkoşînê didin meşandin û kar û barên civakê bi rê ve dibin.

Silêmanî- Pergala hevserokatiyê bi serxistina yeksanî û hevsengiya demokrasiyê, ji bo jin di pewirên cuda de bibin rêveber e. Niha li Kurdistanê ev pergal di nava partiyên siyasî yên ku hene, bi azadî û projeya netewa demokratîk tê binavkirin.

Peyva ‘Hev- serokatî’ ji rêveberiya jin û mêrekê pêk tê, armanca vê yekê biserxistina binemaya yeksanî, hevsengiya rêgezî û demokrasiyê ye. Niha pergala hevserokatiyê bûye modelek û li Avropayê tê bicihkirin. Li Rojhilata Navîn ji derveyî rêveberiya Şengalê û Rojavayê Kurdistanê, hinek partiyên siyasî weke felsefeya azadî bi nav dikin û ev jî bi pêşengî û têkoşîna jinan bi dest ketiye.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê di sala 2014’an de hatiye damezrandin û li ser pergala hevserokatiyê karên xwe bi rê ve dibe. Yek ji bingeha xebatê vê tevgerê têkoşîna ji bo parastina hevsengiya rêgezan e û di vê pergalê de jin zêdetir xwedî berpirsyarî ne, ji ber ku bi giştî hevserokatî berpirsyariyek giştî ya rêxistinan digre ser milên xwe.

“Di dîrokê de civak ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin”

Endama Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Leyla Mecîd wiha behsa girîngiya pergala hevserokatiyê kir û got: “Pergala hevserokatiyê, serkeftî ye, ji ber ku jin tê de yeksan in, kar û xebatên xwe didin meşandin û hê jî zêdetir xebatên xwe bi rêxistin dikin. Niha jin di rêza yekem de xaka herêma Kurdistanê diparêzin. Tevgera Azadî bi pergala hevserokatiyê xebatan dide meşandin û jin tê de xwedî rolên sereke ne û dikarin çînên civakê yên cuda perwerde bikin. Ji ber ku destpêkê jî civak ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin.”

“Hêza jinan civakê birêxistin dike”

Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Raperîn Sêwe Xidir da diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê di nava rêxistinên siyasî û medenî de giringî nadin pergala hevserokatiyê ev jî ji ber aqlê mêrsalarî ye û ji ber vê jî divê jin bikevin ferqa girîngiya hêza xwe û wiha got: “Her çend li Iraqê girîngî nadin pergala hevserokatiyê jî Tevgera Azadiyê li herêma Kurdistanê bi pergala hevserokatiyê xebatên xwe dide meşandin û di vê pergalê de jin û mêr bi hevre kar dikin, ji ber vê divê girîngî bê dayîn ji bo bihêzkirina jinan da ku bikarin roleke bi hêz û bi bandor di rêxistinên civakê de bilîzin.”

Roja înê di 15’ê Tîrmehê de kongreya 3’emîn a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi beşdarbûna rêjeyek zêde ya jinan bi dirûşma; ‘Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistana azad û Îraqa demokratîk ava dikin’ li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin û Tara Hesên û Selam Abdulah weke hevserokên nû hatin hilbijartin.