‘Di parlementoya pêş de nebûna jinan dê destkeftiyên jinan têk bibe’

Parlamenter û siyasetmedara berê Cemîla Ksîksî hilbijartinên parlementoyê ya Tûnisê weke ‘şano’ binav kir û bang li jinan kir ku beşdarî hilbijartinên parlementoyê nebin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jinên Tûnisî xwe ji bo hilbijartinên parlementoyê yên ku di 17’ê Kanûnê de tên lidarxistin, amade dikin û ji vê projeya ku jê hatine dûrxistin ne razî ne. Parlamenter û siyasetmedara berê Cemîla Ksîksî ya da zanîn ku hilbijartinên parlementoyê ku ew weke ‘şano’ binav kir li dijî parastina destkeftiyên jinan e û  bang li jinan kir ku beşdarî hilbijartinên parlementoyê nebin.

*Çima hûn tevlîbûna sîstemeke ku li gorî we bi darbeyê dest pê kiriye û vê makezagonê ku we weke xeternak û metirsîdar li ser rêya veguherîna demokratîk bi nav kir, dinirxînin?

Ez hîn jî di wê baweriyê de me ku tevlêbûna sîstemeke ku bi derbeyê û destûra bingehîn a Tîrmehê dest pê kir, rêya veguherîna demokratîk a li Tûnisê tehdîd dike. Em niha dibin şahid ku rewşa siyasî, dîplomatîk, aborî û hawirdorê çawa bûye. Ev desthilatdarî ji tu tiştî re çareseriyê nabîne.

*Tevî hebûna jinan di parlemantoya berê de, lê ti giringiyek li ser cîbicîkirina yasayên girêdayî mafên jinan nebû, bi dîtina te ev kêmasî di ku de ye û hêviya we ji parlamentoya bê çi ye?

Parlemantoya berê ji bo bihêzkirina mafên jinan kar kir û rêz li nûnertiya jinan û prensîba hevsengiyê di destûrê de girt, heta di parlementoyên li pey hev de jî hebûneke jinan a berçav hebû. Hewldanên eşkere ji bo naskirina mafên jinan hebûn, çi di makezagonê de û çi di qanûnên din de. Zagona jimare 58 di sala 2017’an de hat derxistin ku di warê parastina jinan de yek ji zagonên pêşeng ên cîhanê tê dîtin û zagona jimare 50 jî ji bo têkoşîna li dijî cudakariyê û qanûna bazirganiya mirovan jî hatin derxistin.

Em hemû dizanin ku pirsgirêka herî mezin a ku jin pê re rû bi rû maye, gihandina cihên serokatî û biryardayînê ye, ku ji bo pêkanîna vê yekê pêwîstî bi mekanîzma û çarçoveyek siyasî û yasayî heye. Weke jin hêviya min ji vê parlementoyê tune ye. Li gorî destûrê, desthilata vê parlementoyê nîne û em vê yekê di hemû parlementoyên cîhanê de û di çanda siyasî de jî dizanin. Parlamento xwediyê du desthilatan e, yasadanîn û çavdêrî û ev parlamentoya bê dê ji desthilatên çavdêriyê bêpar be û ew desthilata yasadanînê jî dê li gorî meyla serokomar bin û ji ber wê jî ti rola wî namîne.

*Tu kêmbûna hejmara jinan ji bo hilbijartinên qanûnî çawa şîrove dike?

Bi rastî jî di qanûna hilbijartinê de zîhniyeteke ku jin ji hêza hilbijartinê pê ve ne tiştekî din e, diparêze. Di salên piştî şoreşê de, parêzvanên mafên jinan bal kişandin ser îsbatkirina ku jin ne tenê hêzek hilbijartinê ye. Em dixwazin jin weke dengdêrên ku bên hilbijartin bibînin, ji ber vê yekê me hewl da ku jin di cihên biryardanê de cih bigirin. Encam baş bû, ji ber ku partiyên siyasî hatin teşwîqkirin ku jinan bixin nav lîsteyan, lê yasaya hilbijartinê ya ku ji aliyê Serok Kais Seîd ve hat pesendkirin jin vegerandin qonaxa yekem û ew rêgez û mekanîzma şikand.

Hejmara namzetên jin ên ji bo hilbijartinan kêm bû û yek rewşa Tûnisê diyar dike. Ev parlamento dê kêm be ji ber ku hejmara jinan tê de kêm e. Em dizanin ku jin ji sedî 50.2 ji nifûsa Tûnisê temsîl dikin û bêyî ku kotayekê ji jinan re diyar bikin em gihîştin hilbijartinan û prensîba hevsengiyê ku ji bo jinên Tûnisî wekî destkeftiyek tê hesibandin, bi eşkere paşde tê kişandin. Mixabin ti garantiya jinan nîne û ev sîstem hemû nayên qebûlkirin û xelet e, sîstemeke ku jin û mêrên Tûnisî temsîl nake û eger 151 jin jî hebin jî nûnertiya wan nake.

*Ma meriv dikare parlamentoyek ku karakterê mêr tê de serdest e bibîne?

 Helbet ev parlamentoyek e ku wê karakterê mêr tê de serdest be. Di parlamentoya bê de ez nabînim ku weke berê hebûna jinan tê de hebe û ev tunebûn wê bibe derbeyek bi hêz li destkeftiyên jinan. Di hişê Tûnisiyan de hatiye çandin ku jin nikaribin pêşengiyê bikin û cihên biryardanê bigirin, lê di rastiyê de welat tijî jinên jêhatî ye û jinên me dikarin welat bi rê ve bibin.

*Weke parlementerek berê şîroveya te ji rewşa niha çawa ye û çima me hevgirtineke jinan ji bo çareserkirina astengiyên xwe nedît?

Rewş bi giştî vê yekê diyar dike ku em di rêyeke neqanûnî de ne. Em îro li derveyî siyaset, hiqûq, demokrasî û rêveberiya baş dijîn. Tevî redkirina me ya pêvajoyê em hemû nikarin xwe îfade bikin, ji ber ku ji bo me ev parlamento ne parlamentoya demokratîk e û di çarçoveyeke demokratîk de dernakeve. Ev parlamento tenê xwe temsîl dike û yên ku qanûnên ku wê pêk bînin temsîl dike. Me gelek dengên jinan nedîtin, ji ber ku parastin divê li ser demokrasiyê be, dema ku demokrasî pêk were û em destkeftiyan ji nû ve bi dest bixin, wê demê em ê behsa mafan bikin.