Di hilbijartinên pêşerojê de bilindkirina rola jinên Mexribê

Tevî serkeftinên jinên mexribî û bilindkirina temsîliyeta wan di hilbijartinên pêşerojê de, mixabin hêviyê ku ew dixwazin di wekheviyê de ne pêkan e.

HANAN HARÎT
Mexrib - Hilbijartinên ku di 23’yê Hezîrana 2021’ê çêbibe, banga amadekariya ji bo hilbijartinê hat kirin ku temsîliyeta jinan di vê hilbijrtinê de zêde bibe. Qralê Mexribê Muhemed di civînek Meclisa Wezaretê ya di 11’ê Sibata 2021’ê hat lidarxistin de diyar kir ku tevî heyîna pandemiya coronayê jî dê ji bo hilbijartinê amade bin.
Di hilbijartinê de zêdekirina temsîliyeta jinan
Parlamenter û endama nivîsgeha Partiya Pêşverû û Sozyalîst Aişe Lebelb diyar kir ku doza pêşvevebirina mijarên jinên Mexribê ji bingeha projeya civakî ya ku partiya wan diparêze ye. Aişa Lebleq bersiva pirsa ajansa me da û wiha diyar kir: "Qonaxa li pêş a hilibijartinên ku di havînê de werin lidarxistin dê li ser feraseta temsîliyeta jinan a li parlamentoyê be." 
Zagonên nû yên hilbijartinan
Guhertinên qanûnî yên hilbijartinên ku di civîna meclisa wezaretê de di 11’ê Sibata 2021’ê de hat lidarxistin de çêbûn, pêşketinek di makanîzmeya qanûnî ya têkildarî  temsîliyeta jinan de çêdike. Mijara bedêla hilbijartina neteweyî bi ya navçeyan û herêmî re dê bê guhertin.
Tê diyarkirin ku bi projeya qanûnî ya nû hewl tê dayîn temsîliyeta jinan di parlamentoyê de zêde bibe ango ji sisêyan yek jin di nav lîsteyên herêmî de cih bigire. Bi vî rengî hejmara kursiyên nûnertiya jinan ji 90 kursî li Civata Nûneran 390 endeman digire, lê mixabin temsîliyeta jinan negihîştiye sedî. Tevî van jî hîn negihîştiye sê ribê wê ango 131 kursî. Ev jî tê wateya ku daxwaza zêdekirina temsîliyeta siyasî ya jinan ji bo pêkanîna wekheviyê hîn li dar e.
Li ser belavokên hilbijartin û rêbaza çawaniya belavkirina dengan Aişa Lebleq ev tişt diyar kir: "Destpêk bi xêr e û peyamek bihêz û girîng e ji bo xurtkirina rola jinan di saziyên hilbijartî de. Di meclis û komîteyên herêmî de her wiha saziyên neteweyî yên ku bi du cureyên xwe, Civata Encumanan û Civata Nûneran tê birêvebirin, tevî vê yekê gavek erênî ye, lê ber bi wekheviyek ku jinên siyasî ji bo wê têdikoşin ve naçe." 
Der barê pejirandina beşên herêmî de li şûna daîreyên neteweyî di aktîfkirina faktora "kotayê" de ji bo berjewendiya jinan Aişe Lebleq wiha got: "Ev gaveke pêşketî ye ji bo nûnertiya jinan bi rêbazek dadwer ku mentiqa navendî derbas bike û pêşvebirinek di hilbijartinên giştî de çêbike ku bikaribin nûnertiya hemwelatiyan di parlamentoyê de bikin."
Aişa Lebleq teqez kir ku tevî nerazîbûna wê ji rêjeyê re jî gaveke girîng e beşdarbûna jinan di rêvebirin û biryargirtinên li ser asta herêmî û gîştî û ev jî li gorî daxwazên rêxistinên mafên mirovan û komeleyên ku bi mijarên jinan re eleqedar in. Her wiha di destûrnameyên Navneteweyî de hatiye tomarkirin ku divê li gorî destûrê wekheviyek pêk were û xebata xurtkirina temsîliyeta jinan bê kirin.
Li ser hilbijartinan endamên meclisên kolektîf diyar kirin ku divê projeya xebitîna temsîliyeta jinan di nav meclisan de bê xurtkirin. Bi zêdebûna hijmara kursiyan ku ji jinan re hatine veqetandin ango ji 5’an 4 kursî ji bo her komeke di meclisê de hatiye veqetandin.
Gavên guncaw
Li aliyê din, parlamenter û endama partiya siyasî ya berê "Rastbûn û Nûjen" Ibtîsam Azawî bi daxuyaniyek ji ajansa me re ev agahî da: "Guhertina di navendên hilbijartinên neteweyî de bi ya navendên herêmî gavek girîng e ji bo destkeftiyên jinan û pêngavekek nû ji bo xurtkirina piştgirya hebûna wê di nav dezgehên hilbijartinê de. Di heman demê de dadwerî li ser asta gihandina jinan ji her qadî de wekî wekhevî û pêşvebirin û zêdekirina hejmara wan di partiyan de ev jî deriyên qada siyasî jê re vedike.”
Bersiva şaştiyên dema borî
Ibtîsam dibêje ku bi vî rengî jinên Mexribî hilbijartinên destûrî derbas kirine û ber bi pêkanînên civakeke wekhev ve diçin. Ibtîsamê bal kişand ser hêviyên jinên Mexribê yên siyasî ku ji bo pergala kotayê pîvanek ber bi wekheviya rastîn a bext û derfetan ve dayne, ji bo berendamtiya rasterast li navçeyên hilbijartinê û bidestxistna baweriya hemwelatiyan. Ev jî bersivek ji şaştiyên borî re ye. 
Kursiyên ji bo jinan hatine veqetandin diyar dibin
Li gorî projeyê, hejmara kursiyên ku di meclisên komên nifûsa wan ji 100 hezarî zêdetir e nabin ji 8 kursiyan beramberî 10’an di komên ku nifûsa wan 100 hezarî zêdetir e, kursiyên ku li parêzgehan hatine veqatandin, li gorî hejmara ku ji jinan re di her komekê de hatiye diyar kirin ango 3 kursî li her kantonê û 4 di her meclisên  kantonan de ye.
Di pêşnûmeyê de divê her lîsteyek ku ji bo hilbijartinên hatine veqatandin navê jinan bi sê ribî hejmara kursiyan bên dagirtin. Her qayîma yek û duyem bi taybetî ji bo jinan bê dagirtin.
Li ser vê mijarê çavkaniyek ji parlamentoyê ji ajansa me re diyar kir ku wê di sêşema 23’yê Sibata 2021’ê de guftogoyek li ser qanûnên nû ji bo hilbijartinan di maclisa nûneran de bibe mijara wan. Her wiha di nava nakokiyên ku parlamenter dijîn de dê ev yek pêk were.
Projeya Qanunî
Her wiha li gorî qanûnên Mexribê, projeya qanûnî ya rêxistinî ku bi temsîliyeta jinan ve têkildar e, ya ku meclisa wezaretê di 11’ê Sibatê de li ser erê kir, jî bi pejirandina sê ribî meclisê bû û her wiha meclisên koman, kedkar û herêman bû.
Ev gav piştî rexnekirina dijberî ya Mexribê bûn sedema derengmayîna derbaskirina wê ji parlamentoyê re da ku li ser were erêkirin û di hilbijartina 2021’ê ya parlamenteriyê de rol bigire. Ev hilbijartin nûnerên wê heya bi 4 salan dixebitin, her wiha li beramberî wê hilbijartinên koman di her meclisek de dê bên lidarxistin ev jî piştî hilbijartina 2016’an ku bûye sedema derengiya beşdarbûna jinan çêbûye lê dîsa jî gevek girîng e ji bo jinên Mexribê di her qad û dezgehê de.