“Di hevdîtinên nava salê de me dît ku pêdiviya me jinan bi yekitiyê heye”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî xebatên wan ên bi jinên Iraq û Başûrê Kurdistanê re nirxand û got: “Me di nava salê de li Bexda û Silêmaniyê bi rêxistinên jinan, jinên rewşenbîr û siyasetmendar re hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de em li ser pirsgirêkên heyî û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengal û tevahî axa Başûrê Kurdistanê axivîn.

EVÎN ZENDA
Şengal – Yek ji xebatên herî girîng ên Tevbera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê ya xwe di hemû qadên jiyanê de rêxistin kirî dîplomasiye. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’ê Suham Şengalî xebatên Diplomasiyê yê di nava salê de li Şengalê hatîn meşandin nirxand. Suham Şengalî diyar kir ku xebatên wan ên salê di çarçoveya çalekiyên de ji bo bikarin pêşiya pilan û êrişên li ser civaka xwe bigirin û ji berxwedana civaka Êzidî re piştgirî ava bikin bûne.
“Hewildanên me ebû ku jinosayd bi fermî bê erêkirin”
Suham Şengalî bernameyên wan weke komîteya dîplomasiyê yên sala 2021’an wiha nirxand: “Weke TAJÊ di nava salê de xebatên me yên dîploamasiyê gelek girîng bûn. Di asta Iraqê, Rojhilata Navîn û Cîhanê de me hevdîtin kirin û kar meşand. Di vê salê de bêgoman li ser Şingalê êriş di asta jor de bû, bi heman şêweyî berxwedaneke mezin û bi hêz jî hebû. Di warê diplomasiyê de armanca me ya serke ew bû ku, em têkoşîna jinên Êzidî ya li Şengalê bi tevahî Cîhanê bidin nasîn û piştgiriyeke mezin ava bikin. Ji bo jinosayda li ser civak Êzidî û qirkirina li ser jinan di Cihanê de bê nasîn û fermî bê pejirandin me kar da meşanin.”
“Jin bi hêz li hemberî peyîmana li ser jiyana wan hatî girtin rabûn”
Suham Şengalî peyîmana 9’ê Cotmehê bibîrxist û bal kişand ser êrişên li ser civaka Êzidî berdewam dikin û wiha axivî: “Di despêka salê de Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê hate imza kirin. li bermberî vê peymanê herî zêde jin xwedî sekinbûn û bi çalakiyên xwe hewlest nîşan dan. Jinên Êzidî têkoşîneke mezin dan nişandan. Jin hem di warê diplomasi hem jî di warê çalekî û civak şiyar kirinê de xwedî bandorbû. Jinan bi vê keda xwe kir ku peymana li bermberî vîna civaka Êzidî dixwest bixin meriyetê bi ser nekev.” 
 “Hewceye em jin li hemberî hemû cure êrîşan yekbûna xwe çêkin”
Suham Şengalî girêdayî hevdîtinên bi Hukumeta Iraqê û Partiyên Başurê Kurdistanê re dayin meşanin jî ev nirxandin kir: “Li hemberî metirsiya êriş û pilanên li ser Şengalê tên meşandin me xebatê diplomasiyê di astê Iraq û Suleymaniyê de da meşandin. Di nava salê de weke diplomasiya TAJÊ gelek caran serdan û hevdîtin hatin kirin. Em bi rayedarên Hukumeta Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, rewşembîr, siyastmedar û berpirsên siyasî re runiştin. Piraniya hevdîtinan ji bo êrişên li ser Şengalê tên meşandin bû. Me daxwazên civaka Êzidî ragihandin. Di asta Silêmaniyê de em dizanin li di tevahî partiyan de jin jî hene, ji ber wê jî me xwest bi jinên di partiyên başurê Kurdistanê de cihê xwe digirin re bên bahev û berxwedana jinên Şegnal ji wan re vebêjin. Girêdayî êrişên li ser Şengalê jî me xwest ku em şiyariyê bidin çêkirin û em jin li hemberî hemû cure êrîşan yekbûna xwe çêbikin. Di çerçova serdanên xwe yên li Silêmaniyê de em li gel YNK, Partiya Goran, Hizbî Şuî, jinên rewşenbîr û siyasetmedar civîn û me hevdîtin kir. Bi giştî ji bo em têkoşîna jinên Êzidî ya li Şengalê bikin rojeva Iraq, Rojhilata navîn û Cîhanê me xebat dan meşandin.” 
“Ji ber vîrosa koronayê me nekarî bi jinên Iraqê re bi bername tevbigerin”
Suham Şengalî ji bo pirojeyên xwe yên di nava salê de nekarîne pêkbînin jî ev tişt got: “Ji ber rewşa koronayê me gelek caran dixwest bi tevgerên jinên li Iraq û Başurê Kurdistanê re bên ba hev û rewşa jinên Iraq, Başurê Kurdistan û Şengalê gotubêj bikin lê mixabin nexweşiya koronayê astengî ji bo me çêdikir. Armanca me ya bi jinên Irqê re bên bahev ew bu ku ji ber ferman û şerê tê jiyîn li ser tevahî civak û jinan bandor dike û ji bo çareseriya wê jî cardin em dizanin ku yekbuna jinan dikare bibe bersiv lê me nekarî ji ber wê jî me taloqê dema pêş kir. Her kes li ser fermana bi serê civakê hati berpirsyare. Ji bo vê jî divê em tev bi erka xwe rabin û ji bo vê civakê xebat bidin meşandin.”
“Em jin hêza xwe bikin yek dikarin gelek tiştan biguherin”
Suham Şengalî bal kişand ser xebatên jinan ên di astê cîhanî de hev bandor dikin û wiha got: “Di vê salê de me gelek peywendî û diyalok pêşxistin. Îsal li ser asta Rojhilata Navîn û  Bakurê Efrîqayê Kongireyek hate li darxistin û bi sedan jin beşdarî kongireyê bûn. Di kongireyê de piskirêkên civakî hatin guftogo kirin û li Rojhilata Navîn beşdarbuna jinan a ji şoreşê re weke minak jinên Şengal û Rovajayê Kurdistanê hatin nîşandan. Di kongireyê de jin çawa dikarin xwe biparêzin û di cîhanê de pêşenketinek çawa ava bikin tev hate niqaş kirin. weke TAJÊ em bi xwe jî beşdarî wê Kongireyê bûn, weke jinên Êzidî pêşketina jinan a piştî fermanê me anî ziman û jinên Şengalê wê çawa bikarin ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bibin mînak me nirxandina wê kir. Me xwest jinan bigihînin hev ji bo bikaribin ji pirsikrêkên civakê re çareseriyê avabikin. Di tevahî şeran de ji bo binxsitina welatekê jin tên armanc kirin, ji bo em weke jinên cîhanê ji vê yekê re rê nedin, me xwest bi tevahî jinên cîhanê re yekbûnê avabikin û di warê dîplomasî de xwe bihêz bikin. Xebatên me di van waran de roleke mezin lîst. Di cîhanê de şerek mezin tê jiyîn, ji bo em bi karibin civakê ji şer û qeyranan rizgar bikin hêza me jinan heye, tenê em wê hêzê bikin yek dikarin pêşiya gelek tiştan bigirin. Rojava mînaka herî mezin a avakirina civakê ye, em tev jî dizanin ev şoreş bi keda jinan avabûye.” 
“Hêviya gel bi jinê heye”
Suham Şengalî hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê jî nirxand û got ku li Iraqê gel ji pergala heyî neraziye ji bo wê jî hêviya xwe ji jinan heye û wiha berdewam kir: “Di nava Salê de hilbijartin li Iraqê hatin kirin û beşdarbxwna jinê jî têde gelek bû, ev tê wateya baweriya civakê bi aqilê mêr yê heyî nîne ji bo wêye bêtir jin bi serketin. Gel hêviya xwe bi edalet û xebata jinê heye. Ji bo wê li Kerkukê kongireyek hate çêkirin. Ji gelek herêmên Iraqê beşdarbun hebû jinên Êzidî jî bi çanda xwe beşdarî wê Kongireyê bûn. Me di wê kongireyê de rewşa jina Iraqê anî ziman û wê çawa bê mafiya li ser jin tê ferz kirin were derbaz kirin me nirxandin kir. Ji bo pêşerojê jî wê xebatên jinên Iraqê çawa werin li darxistin nirxandinên wê hatin kirin.”
“Xwestin bi rêya koronayê me sînordar bikin me jî bi rêyên cuda kar kir”
Suham Şengalî diyar kir ku di dema koronayê de wan bi rêya onlaynê karine xwe bigehînin jinên çar aliyên Kurdistanê û ew xebatên xwe bivan gotinan nirxand: “Ji bo rojên taybet ên weke Roja Têkoşîna Jinên Cîhanê ya li beramberî tundutijiyê her wiha Roja Jinên Cîhanê û gelek rojevên din me bi rêya medyaya mecazî onlaynê xwe gihand jinên her çar aliyên Kurdistanê û civîn li darxistin. Ji ber koronayê derfetên çuna gel hev nebûn ji ber wê jî me bi derfetên cuda karê xwe da meşandin. Di van civînan de jî berxwedana dayikan, Peymana 9’ê Cotmehê pêve girêdayî êrişên li ser Şengalê û gelek mijarên din me nirxanin û xwest rojev bikin.” 
Suham Şengalî girêdayî ewleqeya derve ya li hemberî Şengalê jî got: “Di nava salê de şandeyek ji Îtalyayê ya piranî ji rojnamevan, mamosta, bijîşk û saziyên civakî pêkdihatin ji bo ku pirojeyan ji bo Şengalêava bikin hatibûn. Amedebûna wan ya vir em dikarin bêjin rewşa Şengalê kete rojeva Îtalyayê. Koma mezin a ji gelek welatan bi navê Parstina Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Hewlêrê û li wê hatin astengkirin jî pir dixwestin bên Şengalê. Me jî hewilda ji bo ku bikarin wê daxwaza wan bi cîh bînin û li Şengalê bikin mêvan lê hikumeta herêmê destura vê yekê neda.”
Suham Şengalî ji bo sala nû jî ev peyam da: “Di sala nû de em dixwazin Şengalê bikin warê rêxistin û îradebuna civakê, ji bo vê yeke jî em dixwazin xwebigehînin tevahî jinên welat û derveyê welat. Weke Dîplomasiya TAJÊ’ê em dixwazin di Iraq, Rojhiata Navîn û Cîhanê de bibin dengê berxwedana li vir tê meşandin û em ji bo çarenusa jin û civaka Êzidî xebatên xwe berfirehtir bikin.”