Di girtîgehên Başûrê Kurdistanê de jin û zarok gelek zehmetiyan dikşînin
Parlamentera Parlamantoya Herêma Federal a Kurdistanê û berpirsa Lijneya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Bedriye Îsmaîl da diyarkirin ku zarokên li gîrtîgehan di rewşeke gelek xirab de ne û dayikên girtî nikarin şîr û pêwîstiyên zarokên xwe dabîn bikin.
LAVE KURDE
Navenda Nûçeyan - Bi sedan jin li girtîgehên jinan ên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hene û gelek ji wan bi bêmafî tên girtin. Ew dayikên ku zarokên wan li gel wan in barê wan gelek zehmet e û ji hemû mafan bêpar in û ji ber tirsa malbatê bê îrade bûne. Hinek ji ber bicihnehatin û pêwîstiyên xwe rojane bi rewşek zehmet re rû bi rû mane û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Parlamentera Parlamantoya Herêma Federal a Kurdistanê û berpirsa Lijneya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Bedriyy Îsmaîl der barê rewşa jin û zarokên li girtîgehên jinan ên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê tên girtin de ji ajansa me re axivî.
“Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 5 sal ceza tê dayîn”
Bedriye Îsmail têkildarî zehmetiyên jinên girtî li girtîgehan dibînin wiha got: “Li gorî zagonan divê her çar sal carekê efû were derxistin, mixabin ev pênc sal in biryar hatiye girtin lê neketiye meriyetê. Di sala 2017’an de zagona efûyê derxistine da ku yên kêm sezayên wa hene jê sûd bigrin, ji ber ku di mercên zor de bûn, dema yek tê cezakirin divê were girtin lê belê hinek kes hene ji 27 salan zêdetir mane û cezayê sêdarê li wan hatiye birîn. Heta niha di sê girtîgehan de 401 girtiyan cezayê sêdarê girtine. Jin jî di nava wan de hene cezayê wan dikin heta hetayî. Hinek xalên ku bûne sedema cezakirinê beşdarbûna welatiyan a xwepêşandanan û parvekirinên wan ên li ser torên medyaya civakî ne. Ji ber parvekirinên torên medyaya civakî 5 sal ceza didin. Vê yekê wisa kiriye ku malbat helwest bidin diyarkirin û zarokên wan li qadan bin. Hinek ceza hene ne di asata cezadana wan kesan de ne divê her kes li gorî tewanê ku kiriye were cezakirin lê belê ji ber nivîseke di malperan de 5 sal ceza tê dayîn. Dema ku yek tê cezakirin û girtin, nîvê cezayê wê temam dibe divê hikumet û encumena dadweriyê mercek ji bo azadkirina wan girtiyan bidin. Li gorî rêziknameya dadgeha tewanan xala 331 heye. Li gorî vê xalê girtî dikarin azadkirina bi merc bigrin, ger hinek ceza mabe jî dikarin ji derve temam bikin, mixabin ev ji bo girtiyan nayê kirin û gelek ji wan ji cezayê xwe zêdetir di girtîgehê de dimînin.”
“Em ji bo derxistina efûyek giştî dixebitin”
Bedriye bal kişand ser nebûna pêwîstiyên girtiyan û wiha domand: “Hinek girtî hene di girtîgehê de cilan dişûn û xwarinê çêdikin, tenê ji ber vê dahat û pêşerojeka jiyan wan nîn e, zextê li malbatê nakin ji bo dabînkirina xwarin û pêwîstiyên xwe li girtîgehê. Ya herî nexweş ji bo girtiyan ew e ku kes û karê wan li Kelar, Derbendîxan, Dihok û cihên cuda hene ev jî bargiraniyek zehmet a darayî çêdike. Vê yekê wisa kiriye ku gelek malbat hilweşin û zarokên wan dibin qurbanî. Bi vê jî rêjeya tewanan zêde dibe. Mînak zarokek bê dayik û bav ji derve dijî. Zarok di hersê girtîgehên jin û zarokan de hene. Dema ku em li rewşa zarokan dinêrin dibînin ku di qunceke girtîgehê de li gel kesên cuda ku her yek ji wan tewanê wan cuda ye û cezayê wan heye dimînin. Ev yek bandorek neyînî li ser derûniya wan zarokan çêdike. Zarokek di jîngehek nebaş a girtîgehê de mezin bibe divê çi karvedanek di aliyê perwerde û derûnî de bê kirin. Zarokên ku di girtîgehê de ne ji hemû mafên xwe bêpar in. Kel û pel û cihê lîstinê nîn in hewayek paqij nagrin, cilên wan nîn in û dayik hene nikarin pêwîstiyên sereke yên weke şîr ji bo zarokan dabîn bikin. Em dixebitin ku zagonek efûya giştî ya ku gelek jinên girtî bigire nava xwe derbixin.”