"Dewleta tirk sucên şer dike û kiryarên wê bê hesab dimînin"

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas têkildarî êrîşa dewleta tirk ya di 20`ê Cotmehê de li Kobanê got: "Dewleta tirk sivîlan hedef digre û sucên şer pêk tîne. Divê ku Komeleya Mafên Mirovan ya cîhanê bi erk û rola xwe rabe."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 20`ê Cotmehê de pêşiya meclîsa Edaleta Civakî ya li taxa Kobaniya Nû bi balefireke bê mirov (SIHA) bombebaran kir. Di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da û 3 kes ku di nav de zarok, ciwan û hevserokê meclîsa edaletê birîndar bûn. Dewleta tirk di 23`ê Cotmehê de jî li ser riya Kobanê-Heleb êrîşeke din pêk anî ku di encamê de sê şervanên QSD`ê jiyana xwe ji dest dan. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîn û nirxandinên hevseroka Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Firatê Sara Qewas girt.  
"Dewleta tirk sucên mirovî dike û aliyên berpirsyar hesab naxwazin"
Sara Qewas di destpêkê de êrîşên ku çêbûne ji aliyê mirovî û hiqûqî ve wiha nirxand: "Ev zêdetirî 4 caran e ku dewleta tirk bi  balefirên bê mirov bajarê Kobanê bombebaran dike. Di hemû êrîşan de jî kesên sivîl hatin hedef girtin. Li gundê Helincê komkujî hat çêkirin, her wiha li gundê Elpelûrê mala rêber Apo bombebaran kirin ku ziyanên madî hat çêkirin. Her wisa erebeyeke sivîl li gundê Qumçî jî hat armanc kirin. Herî dawî jî bûyera di 20`ê Cotmehê de û ya di 23`ê Cotmehê de jî. Bê guman ev êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin, di zagon, destûr û hevpeymanên mafên mirovan yên cîhanê de nayên pejirandin. Lê em dibînin deweleta tirk bi rengekî gelek rehet sivîlan hedef digre. Armancên Tirkiyê yên li pey van êrîşan diyarin, ew dixweze di nava herêmê de metirsiyê ava bike da ku aramî û ewlehiyê têk bibe. Ev yek jî sucekî mezin e ku divê dewleta tirk hesabê wê bide."
"Em ê suc û kiryarên dewleta tirk bighînin aliyên berpirsyar"
Sara Qewas di domandina axaftina xwe de diyar kir ku ew bûyerên çêbûne belge dikin û got: "Em weke komeleyên mafên mirov bi rol û erka xwe radibin, em van bûyeran belge dikin da ku raporên xwe bighînin aliyên berpirsyar. Kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn zarok, ciwan û kesên temen mezinin. Ev yek jî girêdayî xebata me ye, ji lewra em bê navber li ser kar dikin ku em bighêjin encameke baş. Her wiha aliyekî din yê balkêş heye ku êrîşa di 20`ê Cotmehê de qewimiye, li taxeke ku hemû sivlîl lê dijîn. Bi taybet li taxa Kobanê ya nû navenda Komeleya Mafên mirovan jî heye. Dema ku dewleta tirk ew êrîş pêk anî, wan baş dizanbû kesên ku hedef diginr kî ne, ji ber vê dewleta tirk qet hesab ji komeleya me yaf mirovî jî nekir. Her wisa saziyên sivîl yên ajokar, hiqûqî û rêxistî, di heman demê de tax nû tê ava kirin ji ber vê karker avahiyan çêdikin û di heman çarçoveyê de gelek malbatên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk koçber bûn e li vê taxê dijîn. Ji ber vê ev êrîş hatiye pilan kirin, dewamiya rêze êrîşên berê ye û asta hovîtiyê derbas dike." 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovna Sara Qewas axaftina bi van gotinan bi dawî kir: "Em di asta yekê de welatên garantor û hêzên NATO yê sucdar dikin. Tevahî êrîşên dewleta tirk jî nayên şopandin û lêkolîn kirin, ji ber vê mixabin heger ev rewş wiha bidome emê bi êrîşên din re jî rû bi rû bimînin. Em weke Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Firatê bang li Komeleya Mafên Mirovan ya cîhanî dikin ku rola xwe di pêşîgirtina li van êrîşan bilîzin."