"Dewleta tirk bi êrîşan hewl dide sivîlan ji warê wan derbixe"

Hevseroka meclisa tenfîzî Nûra El-Hamid da zanîn ku tirsandina mirovan siyaseta dewleta tirk e li ser gundên sînorên Minbicê dide meşandin, vê siyasetê jî bi bombebarankirin, bi topên bê serûber ên malên sivîlan hedef digrin pêk tîne û armanc ew e ku sivîl xaniyên xwe vala bikin û biterikînin da ku bi hêsanî dagirkeriya xwe pêk bîne."

Hevseroka meclisa tenfîzî Nûra El-Hamid da zanîn ku tirsandina mirovan siyaseta  dewleta tirk e li ser gundên sînorên Minbicê dide meşandin, vê siyasetê jî bi bombebarankirin, bi topên bê serûber ên malên sivîlan hedef digrin pêk tîne û armanc ew e ku sivîl xaniyên xwe vala bikin û biterikînin da ku bi hêsanî dagirkeriya xwe pêk bîne."
SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM 
Minbic- Di sala 2016'an de ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê ve, herêm bûye şahidê rewşa ewlehî û aramiyê lê dewleta tirk ji bo têkbirina vê aramiyê tehdîd û êrîşên xwe nedaye sekinandin û her didomîne.
Gundewarên Minbicê rastî êrîşên dewleta tirk ên domdar tên 
Gundewarên sînor ên Minbicê rastî gelek êrîşên dewleta tirk hatine, di saet 3’yê Tîrmeha 2020’an, saetên nîvroyê de bi êrîşên bêserûber gundê El-Dendeniya, El-Siyada, Elyalnlî û El camosiya bi 35 topên hawanê hatin hedefgirtin.
Dewleta tirk malên sivîlan hedef digre  
 
Hevseroka meclisa tenfîzî ya rêveberiya sivîl a demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nûra El-Hemid ji ajansa me re axivî û got: "Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê û birêxistinkirina gel xwe bi xwe û vir ve; dewleta tirk û hevkarên wî bi berdewamî bajar hedef digrin. Her wiha di van demên dawî de dewlet tirk gundên li ser xeta sînor hedef girt û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn, gelek ji wan birîndaran rojane ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest didin."
Di encama êrîşên dewleta tirk de gelek kes birîndar dibin
Her wiha Nûra El-Hemid da xuyakirin ku di dema êrîşan û hedefgirtina malan de 2 jin û zarokek birîndar bûn û got: "Yek ji jinên ku birîndar bibû rewşa wê pir giran e û êrîşên dewleta tirk her dem cihên niştecihî hedef digre ji ber ku siyaseta dewleta tirk ew e ku tirsê di dilê sivîlan de ava bike ev hemû jî ji bo ku sivîl xaniyên xwe vala bikin û biterikînin da ku ew bi hêsanî bikaribe dagirkeriyê pêk bîne." 
Nûra El-Hemid pesnê niştecihên herêmê da û lehengbûna şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî di eniyên şer de û wiha domand: "Dewleta tirk li gundewarên Minbicê yên li ser sînor komkujiyan pêk tîne, ji ber ku ew bi hincetên cur be cur hewl dide Minbicê dagir bike û di warê erdnîgarî de bi berfirehî bixe bin kontrola xwe. Dixwaze dewleta osmanî vegerîne û li wir bide jiyîn. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku ew dergehek ji bo herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û heremeke dikeve navbera herêmên rizgarkirî û dagirkirî."
Bêdengiya dewletan
Der barê bêdengiya dewletên mezin de Nûra El-Hemid dibêje: "Wan helwesteke diyarker nîşan nedan ku pratîkên Tirkiyeyê bidin sekinandin û dema dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de çêbû."
Dewlet tirk herêma Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir piştî ku di 9' cotmeha 2019'an de dest bi operesyoneke leşkerî li ser herêma Serê Kaniyê û Girê Spî kiribû ev her du bajar hatin dagirkirin.
"Heta ku berxwedan û têkoşîn hebe dê dewleta Tirkiyeyê bi ser nekeve"
Her wiha Nûra El-Hamid peyamek ji tevahî xelkên herêma Minbicê re şand bi taybetî ji bo niştecihên gundên ser sînor û di peywamê de wiha dibêje: "Heta ku berxwedan û têkoşîn hebe ev yek wê bibe bersivek ji êrîşên dewleta tirk re, ji ber ku dema dibîne niştecihên herêmê malên xwe nahêlin û naçin plana wê têk diçe." 
Jina bi navê Rabaa Bekiro yek ji niştecihên bajarê Minbicê ye da xuyakirin ku tu kes şer û wêrankirina welatê xwe naxwaze û got: "Em dixwazin di ewlehî û aramiyê de bijîn û em êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma xwe red dikin."
Her wiha Rabaa Bekiro bang li civaka navneteweyî dike ku bi awayekî bi lez destwerdanê bikin, van êrîşan bidin sekinandin û pirsa gelo jin û zarokên biçûk çi sûc kirine ku di bombbaranên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest didin kir.
"Êrîşên dewleta tirk nermirovî ne"
Jina bi navê Ayşa Dawûd êrîşên dewleta tirk li ser niştecihên herêma Minbicê û bi taybetî li ser jinan wekî karekî ji derveyî mirovahiyê bi nav kir, êrîş şermezar kirin û got: "Heger jin parastina axa welatê xwe nekin wê bibin qurbaniya êrîşên hovane ji ber vê yekê pêwîst e bi awayekî lezgîn êrîşên dewleta tirkiyeyê li ser herêmên ewle yên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin werin sekindin." 
Li gorî navanda ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 4'ê Tîrmehê de hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê operasyona dagirkirinê ya çeteyên mertalên Firatê li rojavayê Minbicê li kêleka gundê El-Yalinlî têk biribûn û çar çeteyên Mertalên Firatê hatibûn kuştin, 5 çete jî birîndar bûn û yek ji wesayîdên ku bi çekên doçka bar kirîbû hat rûxandin.