"Dewlet li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne"

Fîdan Emo ku jineke Êzidî ye, ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye, der barê kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin de nirxandin kir û got: "Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk şerê qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne "

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di 20'ê Çileya sala 2018'an de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundewarên wê kirin. Tevî dijwariya şer gel bi berxwedaneke bêhempa dest ji axa xwe berneda û li rex zarokên xwe şer kirin. Dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi van êrîşan re bi deh hezaran gelê herêmê dan koçberkirin, qetilkirin û revandin. Piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagrikirin, çeteyan li her sê bajaran xwe bi cih kirin û dest bi guhertina demografiya herêmê kirin. Her wiha dest danîn ser malên şêniyan, dest dirêjî jinan kirin û heya roja îro kiryarên dijmirovî û bêexlaqî li van bajarên didomin. Li kîjan deverê şer hebe, bi serkêşiya dewleta tirk çete cihê xwe di nav de digrin. Dewleta tirk di 17'ê Gulanê de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê kampeke ji bo perwerdekirina çeteyên bi navê Sultan Murad, El Emşat û El-Hemzat vekiriye ji bo ku li dijî şervanên tevgera azadiyê şer bikin.  
Têkildarî mijarê jina Êzidî Mamoste Fîdan Emo der barê kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin.   
Kiryarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî
Fîdan behsa kiryarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em û tevahî gelê Efrînê bi awayekî aram di bajarê xwe de dijiyan lê piştî ev komên çete ji aliyê dewleta tirk ve hatin çêkirin û perwerdekirin êdî tevahî bajarên Sûriyeyê bûn qadên şer. Niha kesên li Efrînê dijîn bi tirs in, ji ber ew nizanin wê kengî bên qetilkirin. Dewleta tirk hemû gelê herêmê dan koçberkirin, qetilkirin, revandin û niha jî dest bi guhertina demografiya herêmê kiriye. Dest dan ser xwezayê, darên zeytûnan dan qutkirin, malên şêniyan wêran kirin û bi darê zorê dihêlin şênî li gorî wan bijîn. Rewşa Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê her diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Herî zêde yên para xwe ji van şeran girtin Kurdên Êzidî bûn, heye roja îro rastî gefan tên. Di sala 2014'an de bi destên çeteyên dewleta tirk Kurdên Êzidî di komkujiyan re derbas bûn, di roja îro de dixwazin bi rêbazên cuda dîsa fermaneke nû bi ser gelê me de bînin."
"Axa me rûmeta me ye" 
Fîdan da zanîn ku eger civak parastina xwe nekin wê her bi komkujiyan re rû bi rû bimînin û wiha domand: "Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin dîroka me ji kokê de bihelînin da Êzidî li ser rûyê erdê nemînin. Kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê têrê nekir, êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê jî kir. Di dema êrîşan de yekser dest bi guhertina demografîk kir. Dewleta tirk îro şerê qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne divê em jî li beramberî vî şerî baldar bin, tu kes pişta me tune ye ji bilî şervanên Tevgera Azadiyê divê em destek bidin van şervanan. Gelek kes niha di hundirê Efrînê de ne û ez agahiyan ji wan digrim,ew bi xwe dibêjin em nikarin serê xwe ji malên xwe derxin, ew jin wê bê kuştin."
Projeya neteweya demokratîk gihandina civakê ye
Fîdan bal kişand ser hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wî û wiha domand: "Dewleta tirk dizane em hêza xwe ji hevgirtina civaka xwe digrin, ji lewre êrîşî nuqteyên me yên hesas dike. Her wiha dixwaze bi van êrîşên li ser xaka Başurê Kurdistanê êdî Kurdan di qirkirinê re derbas bike. Ev planên têne kirin, ji bo projeya neteweya demokratîk vala derxîne. Bi saya projeya neteweya demokratîke em xwe bi rêve dibin û li ser lingan mane. Neteweya demokratîk li dijî desthilatdarî, hêzên hegemon û dîktator e. Gelek pêkhate bi vê projeyê bandor bûn, ji ber vê projeyê hişt em hemû pêkhateyên herêmê li ser yek felsefeyê bigihîjin hev û armanca me yek be. Şerê taybet di nava civakê de tê kirin, ev jî bi destên dewleta tirk e. Li dijî hemû êrîşan divê em bi yek hêzê kiryarên dijmin vala derxînin û li beramberî hemû gefan hişyar bin."