"Desthilatdariya dewleta tirk zilmê li ser hemwelatiyên Efrînê dibarîne"

Endama Desteya Rêveber a herêma Firatê Cîhan Îbîş der barê cezayê darvekirinê ji bo herdu jinên Efrînî de wiha got: "Çeteyên dewleta tirk dixwazin bi şikandina vîna jinan, hemû civakê xira bikin û zagonên xwe li ser jinan bidin meşandin. Cezayê dervekirinê ku li du jinên Kurd hatiye birîn li benda pêkanînê ye. Ji bo vê banga min ji tevahî jinan re heye divê em li hemberî neheqiyê bisekinin."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Piştî 58 rojan ji berxwedana serdemê, dewleta tirk û çeteyên wê di 18'ê Adara 2018'an de bajarê Efrînê dagir kirin. Ji roja dagirikina Efrînê û heya vê kêliyê rojane hemwelatiyên Efrînê tên revandin, kuştin, mal û milkên wan tên wêrankirin, bi taybetî jin dibin qurbaniyên wê dagirkeriyê. Roj derbas nabe ku jineke neyê revandin û îşkence lê neyê kirin. Rewşa jinan li Efrînê di nava xeterê de ye, rojane jin bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Di 27'ê Mijdarê de çeteyên girêdayî dewleta tirk du jinên ji hemwelatiyên Efrînê ne bi hinceta ku cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de girtine, Fîdan Bîlal ji navçeya Recoyê û Wîsal Henan jî ji Efrînê ye girtin û cezayê darvekirinê li wan birîn. Cezayê darvekirinê li benda çarenivîsa du jinên Kurd e ku ji bajarê Efrîna dagirkirî bi zorê hatibûn revandin. Hat aşkerekirin ku piştî 6 mehan ji windakirina bi zorê, jinên revandî tevî her du şehîdên bi navê “Mewlid Numan” û “Silêman Nûrî Nûman” ji aliyê dozgeriya giştî ya Ezazê ve hatin şandin. Wîsal Henan ji heman çarenivîsa şehîd “Silêman” heye, ji ber ku bi darê zorê di heman zindana navdar a “El-Raî” de tên ragirtin, bêyî ku bi malbatên xwe re têkilî daynin. Li gor çavkaniyan Silêman Nurî Niman ji gundê Boxîk ê girêdayî Efrînê bû û bavê çar zarokan bû. Ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
Di vê çarçoveyê de Endama Desteya Rêveber a herêma Firatê Cîhan Îbîş ji ajansa me re axivî.
"Li Efrînê Edalet nayê pêkanîn"
Cîhan di destpêka axaftina xwe de behsa girtina herdu jinan kir û got: "Herdu jin bêyî ku tu sûcî bikin hatin girtin. Li gorî edaletê ev girtin dibe bi dare zorê û ne ji mafê çeteyên dewleta tirk e ku cezayê darvekirinê li wan bibire. Pîvanên li Efrînê pîvanên bêexlaqî û li dijî mirovahiyê ne, çete jinan wekî amûr ji xwe re bi kar tînin. Çarenûsa hemû jinan îro di destên hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wî de ye. Wîsal Bîlal û Fîdan Bîlal herdu jî ne li gor zagonan hatin girtin, ev herdu jin ne ku sûc kirin, çeteyan ew revandine. Li girtîgehên Tirkiyeyê çi diqewime, li herêmên dagirkirî jî heman tişt tê meşandin. Bi hezaran kes îro di girtîgehên Tirkiyeyê de bi îşkenceyan jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş li Efrînê jî diqewime, ji ber ku ê serkêşiya vê yekê dike dewleta tirk û hevkarên wê ne. Di dadgeha çeteyan de maf nadin kesî/ê ku pênaseya xwe bikin, di bin îşkence û rêbazên hov de ew kes tên dadgehkirin û der barê wan de dadgeh jî wê yekê dipejirîne."
"Di bin zext û tirsê de hemwelatî tên qetilkirin"
 
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir di bin navê sûc an jî têkiliya wan bi (terorê) re heye tên binçavkirin û wiha domand: "Di nava civakê de herî zêde jin li pêş in, ji ber wê jin dibin qurbana şer û pevçûnan. Li Efrînê jinên ku civak bi rê ve dibirin, jinêm ku di saziyan de xebat didan meşandin, îro çarenûsa wan di destên çeteyan de ye. Jinên bi hêz ango jinên pêşeng di nava lepên dijmin de ne û nikarin nefes bistînin. Dema ku çete ketin bajarê Reqa, Tebqa, Minbic, Girê Spî û Serêkaniyê yekser çarşeva reş li jinan kirin, demografî dan guhertin, ew rewşa bi çend salan berê, îro li Efrînê tê kirin. Bi xwe re karesatên mirovî tîne, derûniya civakê xerab dike. Jina ku serî li hemberî desthiladariyê rake, ne mumkin e neyê îşkencekirin. Ji bo ku jin nebin pêşeng, hemû rêbazan li ser jinan didin meşandin. Cezayê darvekirinê li herêmên me qedexe ye lê çete cezayên dewleta Sûriyeyê li ser gelê Efrînê pêk tînin. Eger em rê li pêşiya van kiryaran negrin, em ê bi rewşên wiha re rû bi rû bimînin."
"Zagonên Tirkiyê li Efrînê tên bikaranîn"
Cîhan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di kesayeta jinan de dixwazin civakê tune bikin. Dewleta tirk û çeteyên wî çi rêbazên ku nayên bikaranîn, li herêmên dagirkirî didin meşandin. Nimûne ev herdu jin jî tu eleqeya wan bi terorê re tune ye lê ji xwe re bihane dibînin. Bi şerê leşkerî nikaribûn projeyên xwe bi ser bixin, vêca dest bi girtin, revandin, îşkence û tundiyê kirine. Li kîjan herêmê desthiladar hebin, jin li wir dibin kole û mafên wan ên jiyanê tên binpêkirin. Li Efrînê zagon û edalet nayê pêkanîn, herî zêde jî jin para xwe ji van hovîtiyan digrin. Çima kujerê Hevrîn Xelef ceza lê nehat birîn, çima ev herdu jin cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Li vir tê xuyakirin ku destên dewletan di vî cezayê de heye û li hemberî vê hovîtiyê bêdeng mane. Lê wek min anî ziman ev ceza ne di cih de ye û zagonên heyî tên binpêkirin. Divê zagon baş bên bikaranîn û ev jin neyên darvekirin, ji ber sûcê wan tune ye û tu eleqeya wan bi terorê re tune ye. Banga min ji raya giştî re heye ku ev mijar li ber çavan re bê derbaskirin û herdu jin bên berdan."