"Desthilat ji bo rê li ber fikrê azad bigre welatiyan çavtirsandî dike"

Parêzer û çalakvan Geşe Nexşîn Hefîd di derbarê nêzîkatiyên deshilata herêma Kurdistanê ya li azadiya ramanê de diyar kir ku desthildar bi zext û girtinan hewil dide civakê bê deng bike.

LAVE KURDE
Silêmanî - Deshilata Başûrê Kurdistanê hertim dengê çalkvanên azadîxwaz qut dike yan zextan li çalakvanan dike yan jî dixe girtîgehanê, daku çavê civaka azadîxwaz bitirsîne û eve jî dibe sedemê pêşî li fikrê azad were girtin. Parêzer û çalakvan Geşe Nexşîn Hefîd têkildarî nêzîkatiya deshilatê ya li azadiya fikrî ya li herêma Kurdistanê de ji ajansa me re axivî. 
Geşe Nexşîn Hefîd diyar kir ku di nava malbat û civakê de perwerdeya hatî ditin azadiya fikir dide diyarkirin û wiha got: “Di nava civaka me de perwerdeyek demokratîk nîne ku di nava malbatê de kesek azad û serbixwe derbikeve û fikrê xwe bi awayek azad bine ziman. Divê em vê yekê pirs bikin gelo dema azadiya kesan heye çîma guherîn çênabe? Civaka me niha di aliyê mafê jinê û zarokan de weke pêwîst pêş neketiye, ev jî çavkaniya xwe ji nabûna azadiyê fikrî digre.”
"Pêwîstiya her kesê bi fikrê azad heye"
Geşe Nexşîn Hefîd  bi bîr xist ku di nava civakê de gelek kêm mêznadina li jinê heye û wiha dom kir: “Cûdahiya zayendan di perwerdeya malbatê de li beramberî jinê, bû sedem ku jin kêmtir di aliyê fikrî de azad bin û bikarin fikir, hest û daxwazên xwe bînin ziman. Ji ber wê gelek giringe ku jin bi vê kêmaniyê, sitem û zilma ku di nava civakê de li beramberî tê kirin bihese. Divê jin xebatek berfirek bidin meşandin da ku mafê xwe bi dest bixin. Îraq û herêma Kurdistanê bi rêya yasayê çarçoveyek ji bo azadiya fikrî diyar kiriye, di madeya 38’an a Destura Iraqê de behsa azadiya fikrî, çap û çapemeniyê dike. Di bernivîsa destura hermê de jî bi heman şêweyî behsa azadiya fikrî dike. Her çîn û kesayetiyek di nava civakê de pêwîstî bi fikrê azad heye.”
"Bê mafiya herî mezin li beramberî çalakvanên azadîxwaz tê kirin"
Geşe Nexşîn Hefîd bal kişand li ser sîstema rêvebirina herêma Kurdistan û wiha pêde çû: “Li herêma Kurdistan desthiladarî bi awayek polisî bi rêve diçe, mixabin ger em behsa azadî û azadiya fikrî bikin, demoqrasî û mafê kesan di desthilata nû de nîne, ji ber desthilat ne li gora yasyan tê rêvebirin. Yek ji bê mafiya herî mezin ya li beramberî çalakvanên azadîxwaz yên Behdînan û rojnamevanan hatiye kirin, li herêmê yasa li gora desturê ye û eve jî bê mafiya li beramberî demoqrasiyê ye. Bi giştî divê rêxistinên civaka sivîl kar li ser azadiya fikrî bikin ji bo bala raya giştî bikêşin li ser vê mijarê.  Weke em dibînin rojane rojnamevan rastî zextan tên û tên girtin eve jî ji derveyî yasa û exlaqê civakê ye ku ji bo çavtirsandina xelkan dikin daku nekarin bi awayek azad hestên xwe bînin ziman bi girtina kesên azadîxwaz dixwazin xelkê bi tirsînin ev bêdengiya wisan dike ku wê her careq biteqe. Ji ber wê divê em li ser mafê fikrî baş bisekinin daku goftogoyek di nava pêkhateyên civakê de hebe ji bo girtina biryarên rast. Ji ber partiyên me yên Kurdan parçebûne ev parçebûna partiyan dibe sedemê van hemû bê mafiyan ger yekgirtin hebe evane hemû dikarin werin derbazkirin.”