‘Armanca biryara 1325 bihêzkirina jinên Tunisî ye’

Dejla El-Ktarî diyar kir ku tevî ku ji ber nearamiya siyasî li Tûnisê zehmetî hene armanca wan bi biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî ew e ku jinên Tûnisî bi hêz bikin û da zanîn ku dê ji bo jinên mexdûrên tundiyê navend bên vekirin.

ZOUHOUR MECHERGU

Tûnis – Tûnis bi xwe spartina mekanîzmayên cûr be cûr û bi avakirina komek yasayan li gel parastina jin û zarokên keç, biryarên navnetewî yên mîna Biryara NY ya hejmara 1325 a rûxmê hemu astengiyan hewl dide pêk bîne û ji bo serkeftina wê kar dike, dipejirîne. Biryara Neteweyên Yekbûyî ya 1325 armanc dike ku jin û zarokên keç bi hêz bike û beşdariya wan di avakirina aştiyeke mayînde de zêde bike, aramiyê pêş bixe û ji bo rakirina hemû cûreyên tundiyê û cudakariya li ser bingeha zayendî tevkariyê bike. Der barê mijarê de Endama Komîteya Serkirdetiya Wezareta Malbat, Jin, Zarokatî û Kal û pîr Dejla El-Ktarî bersiv da pirsên ajansa me.

*Berî her tiştî plana neteweyî ya Tûnisê der barê biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî çi ye?

Biryara 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê Jin, Aştî û Ewlekariyê de yek ji destkeftiyên ku ji hêla saziya herî bilind a ku berpirsiyarê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî ye, qebûl kir ku pêvajoya aştiyê ji nêz ve bi wekheviya zayendî ve girêdayî ye û pêşengiya jinan hêmanek sereke dimîne. Ji bo parastina jin û zarokên keç di dema şer û piştî pevçûnê de tedbîr girtin. Ev biryar her hikûmetekê eleqedar dike, bi taybetî di warê têkoşîna li dijî terorê û tundrewiyê de.

'Tûnis hewl dide pêvajoya aştiyê ava bike'

Ji destpêka şoreşê ve, Tûnis hewl dide bi rêya veguhertina demokratîk ku tê de pêvajoyeke aştiyê ava bike û bi awayekî nerasterast ji ber cihê xwe yê stratejîk ku ji nakokiyên welatên cîran ne ewle ye, bi awayekî rasterast bi Biryara jimare 1325’an ve girêdayî tê nirxandin. Tûnis ji bo piştgirîkirina hewldanên navneteweyî pabend e. Ji ber ku wê demê endamê Konseya Ewlekariyê bû, ji sala 2002’an ve di biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê jin, ewlekarî û aştiyê de cih digire. Ev endametî bi amadekirin, aktîvkirin û wergerandina plana çalakiya niştimanî ya ku di 8’ê Tebaxa 2018’an de hat pejirandin, ji bilî plana giştî ya sektorî di çarçeweya pabendbûna hukûmeta Tûnisê de bi sozên xwe yên navneteweyî re têkildar e. 

'Em dixwazin wekheviya zayendî pêk bînin'

*Armanca plana ku Tûnis bipêş xistiye çi ye?

Plana me ew e ku em jin û zarokên keç bihêz bikin û beşdariya wan a aktîf di avakirina aştiyeke mayînde de zêde bikin, piştgirî bidin aramiyê û tevkariyê li rakirina hemû cûreyên tundiyê û cudakariya li ser bingeha zayendî bikin. Em jî hewl didin ku civakê ji xeter, pevçûn û tundrewiyê dûr bixin. Bi vê planê em armanc dikin ku jin û zarokên keç ji her cure şîdetê, berî, di dema pevçûnan de û piştî pevçûnan, ji qeyran û karesatên xwezayî û di bin ronahiya metirsiya terorê de biparêzin.

*Xalê sereke yên vê planê çi ne û dê çawa pêk were?

5 xalên sereke yên planê

Em li ser pênc xalên girîng dixebitin. Ya yekem ji van pêşîlêgirtina pevçûnan û çi ji wan dibe. Ya duyemîn parastin, ya sêyem jî pêşxistina tevlêbûna jinan di çareseriya alozî û aştiyê de, ya çaremîn jî alîkarî, aştî û ji nû ve avakirinê ye. Pêncemîn jî medya ye. Plana Çalakiya Neteweyî ya ji bo Bicîhanîna Biryara 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jin, Ewlekarî û Aşitiyê di çarçoveya nêzîkatiya beşdariyê de hatiye amadekirin. Hikûmeta Tûnisê bi hevkariya avahiyên hikûmetê û rêxistinên sivîl bi rêya Wezareta Jinê dest pê kir. Rêxistin û em dixebitin ku plansaziya şêwrê amade bikin û bi cih bînin. Nêzîkatî bi hevkariya 22 saziyên giştî û 23 komeleyan, bi piştgiriya Buroya Wekheviya Zayendî û Desthilatdariyê ya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

*Di pêkanîna vê planê de çi astengî û zehmetî hene?

Ji bo jinên mexdûrên şîdetê dê navend bên vekirin

Astengên herî diyar nebûna fonan ji bo çalakiyên bernamekirî, bêîstîqrariya siyasî, guhertina hukûmetan, krîza Covid-19 û krîzên cihêreng ên ku cîhan pê re rû bi rû ne, û her weha bandorên faktorên xwezayî, guherîna avhewa û guheztina avhewa ne. Kêmbûna çavkaniyên avê, bandorên temsîliyeta civakî, her wiha rêjeya lawaz a jinan li navendên pîşesazî, tundiya li ser jinê ji pirsgirêkên sereke yên ku em pê re rû bi rû ne. Li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan li Tûnisê, Encumena Ewlekariyê deh biryarên temamker hene, di nav de tundiya zayendî, û wezaret kar dike ji bo vekirina navendan ji bo jinên mexdûrên tundiyê. Her wiha em ji bo hevdemî bi Pêngava 16 Rojên Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re 3 navendan vekin.