“Dê jin dev ji têkoşînê bernedin”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li hemberî hemû cure zoriyan jî dê jin dev ji têkoşînê bernedin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran bi armanca nirxandina geşedanên di rojevê de li navenda partiyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Di rojeva Başaran de 30 sal cezayê li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn, qeyrana aborî û muzakereyên butçeyê yên bi jinan re hene.
“Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin”
Ayşe Acar Başaran, da xuyakirin ku danişîna doza biryarê ya derbarê faîlên 33 ciwanên sosyalîst ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin pêk tê û wiha got: “Berpirsyarên hemû komkujiyan, bi polîtîkayên bêceza hiştinê hatin pakkirin. Em careke din dixwazin bêjin ku em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Em ê li dijî kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hene û yên komkujî pêk anîne têkoşîna edaletê bidomînin.”
“Darazê dîsa em matmayî nehiştin”
Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku komkujiyên li hemberî jinan û şîdeta li hemberî jinê bênavber dewam dikin û wiha berdewam kir: “Di deh mehên destpêkê yên sala 2021'an de 234 jin hatin qetilkirin. Li Îzmîrê, ji ber ku mêr nerehet in, li yûrda KYK'ê li jinan qedexe ye ku pijama li xwe bikin. Li Amedê zarokek dema ji dibistanê diçû malê rastî îstîsmara zayendî ya kesekî bi navê V.B hat. Lê çi bû, daraza ku her tim mêran diparêze bi gotina ‘temas nîne’ zilamê bi navê V.B berda. Mevlude Akgun a ku xwe parastibû ligel ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene jî mixabin nehat berdan. Doza Çîlem Dogan li Dadgeha Bilind hat dîtin. 15 ceza li Çîlem Dogan hatibû birîn. Darazê dîsa em matmayî nehiştin. Xwest ku cezayê Dogan were pejirandin. Em bi israr qîr dikin ku daraz zayendperest û mêr e. Dewlet bi darazê bi hêzên ewlehiyê mêr e û bûye dijminê sereke yê jinan.”
Ayeş Acar Başaran, destnîşan kir ku ew ê li her qadê Peymana Stenbolê biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dest ji vê peymana ku jinan li dijî tundiya mêr, li dijî desthilata serdest a mêr diparêze, bernadin û em ê têbikoşin. Peymana Stenbolê li Parlamentoya Moldovayê hate qebûlkirin. Ev peyman berbelavtir dibe û tê qebûlkirin. Em dest jê bernadin, em li qadan, li ser kursiyên parlamentoyê li her derê ku em lê ne em dest ji peymanê bernadin. Ji bo ku bikeve meriyetê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”