Corcêt Bersûm: Wek jin yekîtiya me bingehê parastina me ye

Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersûm destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna hevpar a jinan bingehê parastina jinan ava dike û got: “Mîna pêvajoya Seyfo êrişên dewleta Tirk didome. Lê em bi hev re bihêz in.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 sal in şerê navxweyî û krîzek tê jiyankirin. Dewleta Tirk a dixwaze ji vê şerê sûd werbigre hewl dide plana xwe ya Mîsak-i Millî pêk bîne. Dewleta Tirk ruxmê erdhejên ku qewimî û bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan jÎ êrişên xwe yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan a bajarê Qamişloyê Corcêt Bersûm êrişên li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên dewleta Tirk ku gelan ji qirkirinan derbas kir, nirxand.

‘Dewleta Tirk li şerê Sûriyê kûrtir kir’

Corcêt Bersûm got ku dewleta tirk krîza Sûriyeyê kûrtir kiriye û wiha domand: "Ji destpêkirina aloziya Sûriyeyê ve dewleta tirk roleke mezin û sereke di kûrkirina wê de dilîze. Tevî destwerdana Sûriyeyê, gelek kom jî bi çek kirin. Ev yek bû sedem ku şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyeyê dabû destpêkirin, riyeke din bigre û bibe şoreşeke çekdarî. Gelek bajarên Sûriyeyê pêkhateyên wê yên resen bi darê zorê koç kirin û ew herêm dagir kirin. Paşê siyaseta guhertina demografiyê, kuştin, revandin, îşkencekirin û qirkirina rûyên wê herêmê ji binî ve da destpêkirin. Em baş dizanin ku têkiliyên Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re li ser bingeha zindîkirina împaratoriya Osmaniyan e. Ji ber wê ye wekî guran bi hovane êrîşî Sûriyeyê û pêkhateyên wê dike. Ruxmî binpêkirina maf û zagonên navneteweyî hê jî êrîşan ranewestandiye."

'Tevî karesat li welatê xwe jî dest dirêjî welatê me dike'

Corcêt Bersûm bal kişand ser karesatên mirovî yên ku pêk tên û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Meha Sibatê bi karesatên mirovî û erdhejan li Tirkiye û Sûriyeyê dest pê kir. Ruxmî vê karesatê dewleta tirk bi awayekî dijmirovî nêzî birîndaran û kesên jiyana xwe ji dest dane, bû. Vê erdhej û karesatê veguherand mijarên siyasî. Vê yekê hişt ku rewşa kesên di bin xirbeyan de, xirabtir bibe û bi rojan cenaze di bin avahiyan de li ber baranê, serma û seqemê bimînin. Lê ruxmî vê karesatê, dewleta tirk êrîş û dijberiya xwe ya li ser Sûriyeyê û bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kêm nekiriye. Êrîşên hewayî li ser cihên stratejîk, navendên xizmetguzariyê û gundên qiraxê çemê Xabûrê zêde kiriye. Armanc temamkirina siyaseta koçberî û qirkirinê ye."

'Bûyera 25'ê Sibatê hevgirtin û baweriya bi doz û têkoşîna me xurtir kir'

Corcêt Bersûm bûyera ku 25'ê Sibatê li Qamişloyê yê pêk hat, bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Ji aliyê hin kesên nenas ve çarxeriya şehîdên komkujiya Seyfoyê hat xirakirin. Bêguman ên ku dijminatiya projeya me ya demokratîk bikin wê destdirêjiyê li pîroziyên me jî bikin. Ev çerxerê xwedî cihekî pîroz e ji bo Suryan û Ermeniyên ku di serdema 19-20'an de ji hêla dewleta tirk û Osmaniyan ve rastî qirkirineke nijadî ku dîrok şahidiyê jê re dike hatin. Armanc ji vê bûyerê, derxistina tevliheviyan di navbera pêkhate û olên Kurd, Xirîstiyan û Êzidî de ye. Hevgirtina me têk bibin û bêbaweriyê çêbikin. Xwestin bi vê xirakirinê peyameke wiha ji cîhanê re ragihînin ku binêrin çiqasî bi hovanî nêzî baweriyên din dibin. Refleksên ku li dijî vê bûyerê derketin jî hişt ku hevgirtina me xurtir bibe, em bêtir ji doz û têkoşîna xwe bawer bin û em baş dizanin kî li pey vê bûyerê bû."

‘Em dikarin bi hev re têbikoşin’

Corcêt Bersûm got ku birîna Seyfo û Sîmêlê nayê jibîrkirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Em neviyên dapîr û bapîrên ku ji komkujiya Seyfo û Sîmêlê rizgar bûne ne. Ew birîn hê jî xwîn diavêjin, nehatine kewandin û ji bîr jî nabin. Dengvedana helwestên ku ji kesayetên Kurd, oldar, gel û Rêveberiya Xweser der barê xirakirina çarxereyê de derketin teqeziya li ser hevgirtin û rêzgirtina ji ol û baweriyên netewan re ye. Di heman wextê de jî baweriya me bi sîstema Rêveberiya Xweser xurtir bû ku em bi hev re ji bo bidestxistina mafên hemû gelên bindest têbikoşin. Êrîş yek in, ha li ser axê ye ha li ser bîr û baweriyên netewan e."

‘Divê Erdogan bê dadgehkirin’

Corcêt Bersûm da xuyakirin ku divê di qada navneteweyî de di warê hiqûqî de serokomarê dewleta Tirk Erdogan were darizandin û wiha pê de çû: "Em ê birînên xwe bikewînin lê belê em hesabê van komkujiyan jî dixwazin. Erdogan li dijî pêkhateyan gelek sûcên mirovî kirine. Divê ku bê hesab ev derbas nebe. Di qada navneteweyî de divê di warê hiqûqî de Erdogan were darizandin, hesab jê were pirsîn."

'Armancên me yên sereke parastina dîrok û şaristaniyê ye'

Corcêt Bersûm da zanîn ku yek ji armancên wan ên sereke ew e ku rê nedin dîsa komkujiyên Seyfo û Sîmêlê dubare bibin û wiha bi lêv kir: "Îro em birînên sedsalan ji qetilkirin û qirkirinê bi rêxistinê dipêçin. Lê em hinekî vegerin sedsala borî, Osmaniyan mêr dikuştin lê jin ne wiha bûn. Dîrok jî şahidiyê dike, çawa jinên Ermen û Suryan bi rojan pêxwas û tazî wê ji Tirkiyeyê ji bo welatên din vediguhestin. An jî zarokên wê li ber çavên wê dikuştin. Bi sedhezaran jin ji mafê jiyanê hatin bêparkirin. Ji bo ku ola xwe biguherînin li ber çavên hevjîn û zarokên wan tecawizê wan dikirin. Ev hemû jî polîtîkayên taybet li dijî jinan bûn da ku ji nû ve serî hilnedin. Armanca me ya sereke parastina dîrok, ziman û şaristaniya dapîrên me ye ku bi xwîna wan heya roja îro hatiye."

‘Doza jinan yek e’

Corcêt Bersûm destnîşan kir ku doza wan parçeyek ji dozên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Doza gelê Suryan ne kêmî dozên gelên bindest ê herêmê ye. Em hêzê ji hev digrin û hewl didin bi hev re bi têkoşîneke hevpar têkoşîna xwe bi encamên baş, bibin serî. Dema ku em parastina mafên jinên Suryan dikin, bêguman em hemû jinan diparêzin, ji ber doza jinan yek e. Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna me ya hevgirtî ya jinan mafên hemû gelên bindest bi dest bixe. Rast e, dibe ku dîrok xwe dubare dike lê îro em ji duh xurtir in, rêxistina me dibe stûna pergala parastina jinan. Em ê jî hesab ji dewleta tirk ji ber van komkujiyan bixwazin."