Claudine Aoun: Krîzan Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanî ji pêkanîna peywirên wê dûr nexist

Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê ku ji hêla seroka wê, Claudine Aoun ve tê temsîlkirin, ji bo bidestxistina mafên jinan têdikoşe. Komele ji bo mercên xebatê biafirîne û mafên jinên Lubnanê pêk bîne, têdikoşe. Daxwaza kotayeke jinan di parlamento û meclisên şaredariyê de kir her wiha daxwaza çareserkirina sedemên devjêberdana dibistanê, zêdebarî projeyên din ku jinan di aliyê siyasî û aborî de bi hêz dike jî dike.

 
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Hezîrana borî, Seroka Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê, Claudine Aoun, beşdarî "komxebata Karsaziya Jinan û Hêzdarkirina Jinan" bû ku di bin navê Karsaziya Jinan: Ji bo pêşeroja geşedana domdar bingehek e" hat sazkirin. Ev yek jî bi armanca piştgiriya jinan û hêzdarkirina wan di aliyê aborî de çêbû.
"Tu sedemên qanûnî tune ku nehêlin jin di qada karsaziyê de cihê xwe bigrin"
Claudine Aoun, di axaftina xwe ya dema Komxebata Karsaziya Jinan û Hêzdarkirina Jinan de, ev xal diyar kirin: "Li Lubnanê, rêjeya beşdarbûna jinan di çalakiya aborî de hîn jî kêm e, tevî ku deh sal zêdetir di ser pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr re derbas bûye jî heta niha di bin rêjeya ji sedî 30’î de ye.” 
Claudine Aoun der barê sedemên ku nahêle jin di warê xebatê de bibin rêveber de wiha dibêje; "Li Lubnanê di sazkirina karan de mafên jinan jî wek mafên zilam e, di sala 1994’an de qanûna ku diviyabû jin destûrê ji hevserê xwe bigrin ji bo bazirganiyê hat betalkirin.”
Ji ber vê tu sedemên qanûnî tune ne ku ji bo jinên Lubnanê warê xebatê qedexe bike lê belê hin zehmetiyên aborî hene ku piştgiririyê nadin ku karên nû bên sazkirin. Her wiha ew derfetên diravî yên jinan ne wek ên zilaman e, wekî din, di civakê de şêwaza jiyanê ya serdest û qanûnên rewşa kesane, jin û keçan teşwîq nakin ku bibin xwediyê taybetmendiyên jixwebaweriyê da ku pêşengiya projeyên aborî bikin.
“Hevkariya bi UNICEF’ê re ji bo çareserkirina sedemên terikandina dibistanê ye”
Komîsyona Neteweyî, ya ji hêla Seroka wê, Claudine Aoun ve tê temsîlkirin, bi UNICEF’ê re nexşeyek xebata salane îmze kir. Der barê armancên planê de wiha dibêje; "Nexşeya xebata salane bi UNICEF’ê re armanca wê çareserkirina sedemên terikandina dibistanê ji bo keçan e.  Her wiha hişyariya ji xeterên zewaca zarokan û girîngiya terikandina şêwazên pêkanînên civakî yên ku ji bo jinan di war warî de tacîzkar in; wekî şîdeta li ser bingeha zayendî. Ev plan dê bi hevkariya Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind were pêkanîn.” 
Der barê projeya komîsyonê ya ku jin hemwelatîbûnê vediguhezîne zarokên xwe de jî ev yek diyar kir; "Li ser daxwaza Serokatiya Civata Wezîran, Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê pêşnûmeqanûnek amade kir. Li gorî vê qanûnê jinên Lubnanê dikarin hemwelatîbûnê bidin zarokên xwe. Pêşnûmedanûnê mafên zarokên biçûk ên Lubnanê ji netewebûna Lubnane re destnîşan kir her çendî bavê wan ne Lubnanî bin jî. Ew kesên mezin ku hemwelatî bi dest xistine dikarin karta kesk bigrin ku bi riya wê, ji mafên medenî sûd werdigrin. 
Zarokên ku ji 18 salan mezintir in, tevî ku karta kesk bi dest xistine jî ji mafên xwe yên siyasî û wezîfedariya giştî bêpar dimînin.”
Der barê pêşkêşkirina projeyê ji serokwezîr re jî wiha dibêje; "Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Jinan a Lubnanê di Gulana 2019’an de ev proje pêşkêşî serokwezîr kir. Komîsyon hêvî dike ku ev pirsgirêk bibe yek ji wan mijarên yekem ku karbidestên hikûmetê û parlamento dê piştî derketina ji krîza heyî serî lê bidin.
“Em hewl didin wekhevyê di navbera jin û mêr de çêbikin”
Claudine Aoun dibîne ku pejirandina qanûnek ji bo cezakirina şîdeta di nava malbatê de gavek girîng e. Cara yekem, vê qanûnê pejirandinek bi dest xist ku kî şîdetê bike ew ê ji ceza xilas nebe, her çendî ku qurbanî endamek ji malbatê be jî û wiha didomîne: 
"Li ser bingeha vê qanûnê, mumkun bû ku bûyerên tundûtûjiyê werin şopandin ku tê de gilî ji hêla Komîsyona Neteweyî ve tên tomarkirin her wiha rêxistinên civaka sivîl li Lubnanê di kampanyayên haydarbûnê de bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê dikin ku li hemberî rewşên şîdetê bêdeng nemînin û li dijî tawanbar gilî û gazincan bi hejmara telefonê 1745 ku ji hêla hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hatiye nûkirin bikin.”
Li ser rola jinan a di karê siyasî de jî wiha dibêje; "Di van salên dawî de, Lubnan di warê beşdariya jinan de ji bo biryargirtinê bûye şahidê pêşveçûnek berbiçav. Herdu hikûmetên dawîn hejmarek wezîrên jin girtin navbera xwe, hin ji wan di wezaretên bingehîn de bûn xwedî wezîfe.” 
Ji bo erêkirina kotaya jinan di parlamento û meclisên şaredariyê de
Claudine Aoun dipejirîne ku ev pêşveçûn di warê dezgehên temsîlkar de, ne di parlamentoyê de û ne jî di meclisên şaredariyê de hatiye wergerandin. Ew sedema vê yekê vedigerîne nimûneyên têkiliyên di navbera komên civakî-siyasî yên ku tercîh dikin, nûnerên mêr hebin. Ji ber vê yekê, Komîsyona Neteweyî hesab dike ku pergala kotayê ji bo jinan di qanûnên hilbijartinê de destnîşan bike da ku rêzikên ku komên cuda de li parlamento û meclisên şaredariyê tên temsîlkirin biguherîne. 
Der barê projeyên ku Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan niha li ser wan dixebite jî ev yek diyar dike; "Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê niha li ser danasîna reformên qanûnî yên ku dibin sedema xurtkirina statuya jinan di civakê de dixebite. Di nav mijarên ku di dema niha de li ser disekine, pejirandina qanûna 18’an wekî temenê herî kêm ji bo zewacê2, pejirandina guhertina qanûna hemwelatiyê ya maf bide jinên ku nasnameyê bidin zarokên xwe. Pejirandina sererastkirinek qanûna bazirganî ku pêdivî pê heye; jin dikarin bi kêmî ji % 30 di komîteyên rêvebirina pargîdaniyên werin temsîlkirin.
Em ji bo hişyariya ji şantaja medyaya sanal û tacawiza zayendî dixebitin
Der barê projeyên komîteyê yên têkildarî zordariya medyaya sanal û tacawiza zayendî de jî dibêje; "Komîte niha li ser hişyariya ji bo şantaja li ser medyaya sanal û tacawiza zayendî dixebite. Di heman demê de ew bi hevkariya saziyên Neteweyên Yekbûyî re dixebite da ku biryara 1325’an der barê Jin, Aştî û Ewlehiyê de pêk bîne. Komîte her wiha li ser pêkanîna projeya Bankaya Cîhanê ji bo piştgirî û bihêzkirina jinên li Meşriqê kar dike. Komîte bi meşandina projeyên cur be cur ên bi mebesta xurtkirina jinan di warê siyasî û aborî de berdewam dike.” 
Plana Neteweyî ya ku ji hêla Lubnanê ve di 12’ê Îlona 2019’an de hat pejirandin, ji bo cîbicîkirina biryara Civata Ewlekariyê ya 1325 a der barê Jin, Aştî û Ewlehiyê de ku di 31’ê Çileya 2000’î de ji hêla welat ve hat pejirandin, ji bo aramî û ewlehiya demdirêj a Lubnanê çarçoveyeke neteweyî ya berfireh peyda dike.
Claudine Aoun, Seroka Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanî, axaftina xwe bi van gotina bi dawî dike; "Krîzên ku Lubnan tê re derbas dibe şert û mercên jiyanê dijwartir dikin lê belê, van zehmetiyan nehiştin ku Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê karê xwe rawestîne heta  di serdema karantînayê de ku ji bo şerê li dijî Kovîd-19 hat sepandin de. Her wiha hêzên ewlehiyê erka xwe ya parastina jinan ji tundiya zayendparêz pêk tînin û karbidestên dadrêsî di dema pandemiyê de dev ji xebatê bernedane.” 
Hêjayî gotinê ye ku Qanûna Parastina Jinan û Endamên din ên Malbatê ango ku bi navê Qanûna Hejmar 293 tê zanîn, ji bo hin tawanên ku di Qanûna Ceza ya Lubnanê de hatine destnîşankirin e heke ew di navbera endamên malbatê de hatibin kirin, cezayan tundtir dike.