Cîhan Xelîl: PDK xizmeta xeyalê Tirkan ê Osmaniya nû dike

Şêwermenda Rêveberiya Xweseriye Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl geşedanên dawî û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Xeyalên dewleta tirk ên osmaniya nû ji Heleb heya Kerkûk û Mûsil hene di çarçoveya mîsaqê milî de dixwaze xaka kurdan dagir bike, her wiha hêzên PDK’ê weke amûrê pêkanîna vê dagirkeriyê kiriye dewrê de. Ev kiryarên wiha nakevin xizmeta berjwendyên Gelê Kurd de, peyama dayikên şehîdan li dijî van siyasetan û valaderxistina îxanetê bersiva herî xurt e.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Têkildarî  geşedanên dawî yê li ser xaka Kurdistanê diqewimin ji gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heyanî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê têne kirin, her wiha îxaneta hêzên PDK’ê ji bo hêsankirina dagirkeriyê, Şêwermenda Rêveberiya Xweseriye Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl nirxandinên girîng kir.
Cîhan êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi wan re nirxand û wiha des bi axaftina xwe kir: ”Ev 4 meh in êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Berî Başûrê Kurdistanê jî dewleta tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir, piştî ku encam negirt berê dagirkeriya xwe da Başûrê Kurdistanê. Dewleta tirk xeyalên wê yên osmanî ji Heleb heya Kerkûk û Mûsil  hene di çarçoveya mîsaqê milî de dixwaze xaka kurdan dagir bike. Der barê de hêzên PDK’ê weke amûrê pêkanîna vê dagirkeriya kiriye dewrê de. Ger em dîrokê û dema niha bînîn gel hevdu em ê bibînin hêzên PDK’ pir îxanet li doza kurdî kirine û rastiya wê ji gelê herêmê re hatiye eşkerekirin. Cihgirtina PDK’ û peymanên wê bi dewleta tirk re gelê me qebûlnake, ev dide nîşandan ku asta civaka me di fêmkirina rêbazên îxanetê de gihîştiye astên herî jor û li dijî wê ber xwe didin. Êrîşên dewleta tirk ser çiyayên Kurdistanên hişt ku dewleta tirk di ortê de teqinî bimîne ne dikare vegere û ne jî dikare gavekê pêş de bavêje, di encamê de kiryarên derveyî exalqên mirovî dide meşandin û pîvanên şer derbas dike. Dewleta tirk li herêma Werxelê gaza kîmawî bikaranî û çend gurûpên Şervanên Tevgara Azadiyê şehîd xistin. Li gor agahiyan niha li herêma Werxelê hêzên PDK’ê tevlî leşkerên dewleta tirk şerê Şervanên Tevgera Azadiyê dikin. Ji bo wê ger dewleta tirk ji operesyona çiyayê Kurdistanê vekişe wê di raya navnetewî de bê riswakirin û ji xwe pêşe de nikare biçe mîna di dorpêçê de maye, êdî dewleta tirk hêz ji derdorê dixwaze. Tişta ku em ber çav dibînin ku hêzên PDK’ê ji bo altirnatîfa kurdên azad xwe xistina dewrê da li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî hakim be. Hêzên PDK’ê siyaseta dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê ye. Dewleta tirk di hundirê dewleta xwe de jî li iflasê ketiye, aloziyek hundirîn pir kûr heye û gel ji siyaseta wan ne razî ye, ev hemû dide diyarkirin ku dewleta tirk na gihêje armancên xwe.”
“Peyama dayikên şehîdan bersiva herî xurt e ji valaderxistina îxanetê re”
Cîhan bal kişand ser kiryarên hêzên PDK’ê yên kurdan bi hevdu dide qetilkirin taybet kiryarên wan li dijî şervanên Tevgera Azadiyê û wiha pêde çû: “Şervanên azadiyê yên di çiyayên azad de dema ji çiyakî derbasî çiyayê din dibin mecbûr dimînin di herêmên PDK’ê re derbas bibin, ev çend car in hêzên PDK’ê li pêşiya şervanan kemînê çêdikin û wan şehîd dixin. Ev kiryarên wiha nakevin xizmeta bercewendiyên Gelê Kurd e. PDK’ê ji bo dewleta tirk razî bike kiryarên wiha dide meşandin. Em nikarin bêjin PDK’ê şerê kurd bi kurd dike, lê belê şerê PDK’ê li gel kurdan e, dibe navê kurd li ser wan be lê kiryar û hovîtiya ku dike dûrî doza kurdatiyê ye. Gelek pêşmergeyên berê û gelê Başûrê Kurdistanê naxwazin şer di navbera kurdan de bê meşandin. PDK’ê zarokên Rojavayê Kurdsitanên ên navê Leşkerên Roj li wan kirine li dijî xaka wan dide şerkirin, wan bi hindek dolar dixapîne û paşê li dijî bira û malbatên wan bikar tîne. Ev hemû siyaset dikevin xizmeta dijminan de, her çiqas şervanên ku bi rastî jî xizmeta doza kurdî dikin bi hêz bin ewqas civak û gelê me jî wê bi hêz be. Malbatên şehîdan ên li Rojavayê Kurdistanê ji 5’ê Comehê ve li ber deriyê sînorî ê Sêmalka li dijî kiryarên PDK’ê çalakiyên nerazîbûnê li dar dixin. Em di baweriyê de ne ku hêza herî mezin civak e û yên ku vî şerî bidin sekinandin hêza gel e. Gelê me dikare bi hêz û îradeya xwe van siyasetan vala derxîne. Peyama dayikên şehîdan li dijî van siyasetan bersiva berî xurt e ji valaderxistina îxanetê re.”
“Gef û êrîşên dewleta tirk ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin”
Cîhan gef û êrîşn dewleta tirk ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û wiha şîrove kir: “Dema ku em li siyaseta cîhanî binerin û dewleta tirk di nav de bi rengekî taybet, em ê bibînin tu guhertin di hevpeyman û siyasetên wan yên li dijî civakan ne hatine çêkirin. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me dewam dikin, lê niha di rojeva dewleta tirk de dagirkirina Til Rifet heye. Li ser Til Rifetê berê tifaqên Rûsiye û Tirkiyeyê hene, lê di texmîn min de wê wisa şerekî fireh neyê kirin. Bi êrîşên ser Başûrê Kurdistanê re Erdogan tirafîka diblomasî despêkir ku li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke nû despêbike, lê heya niha tiştek qezenc nekiriye. Piştî wê Mincib û Eyn Îsa xwest armanc bike, lê Rûsiye dîsa li vir jêre got ku Amerîka jî heye pêwîst e ew despêkê razî bibe û Imkanên dewleta tirk di wê astê de nîne çek bikre yanî bi rengekî serî li kur da li valahiyê ket. Niha jî dixwaze li gel Rêjîma Sûriyê hewildan bike û di demeke nêz de hevdîtina wan heye wê çiqas bighêje encamê em nizanin. Niha mijara riya M4 û M5 heye Rûsiya û Rêjîma Sûriyê dixwazin van riyan bigrin ji bo nêzî Idlib bibin, li Idlibê jî hêzên radîkal hene û dewleta tirk li wir bazaran dike. Yanî rewşa heyî di texmîna me de rê nade operasyoneke nû, lê ev nayê wateyê ku dewleta tirk wê dest ji şer berde  ji ber heya niha bi kiryarên qirêj êrîşî gelê me dike. Ji bo wê ya girîng em tedbîrên xwe bigrin û civaka xwe amade bikin. Em di wê bawriyê de ne ku doza me bûye xaleke esasî di tevahî cîhanê de.”
“Hêza civaka me xurt e û dikare bi helwesta xwe bighêje maf û azadiyê”
Cîhan destnîşan kir ku dijminatiya PDK’ê bi kurdan re wê zirarên mezin li ser tevahî Kurdistanê bi xwe re bîne, her wiha bang li gelê welatparêz kir ku li dijî vê yekê dervekin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dijminatiya PDK’ê bi kurdan re wê zirarên mezin li ser tevahî Kurdistanê bike, êdî çareserî zû peyda nabin. Rastiya PDK’ dikeve dîrokê de êdî dîrok xeta îxanetê dinvîse û xeta berxwedaniyê jî dinvîse. Hemû hewildanên hatin kirin ji bo PDK’ bikeve rêka rast de û bi çareseriyên siyasî berjewendiyên gelê xwe em biparêzin, red kirin. PDK’ ji demên berê de îradeya xwe teslîmî hêzên derve kiriye û ev bi xwe re encamên neyînî derdixe holê. Yanî me dît di 9’ê Cotmehê de dostên kurdan ên biyanî li dijî dagirkeriyê û komploya ser Rêber Apo helwestên çawa nîşan dan.  Li hemû welatên cîhanê mirovên siyasetmedar, rewşenbîr û yên bi rastî jî xwedî helwestên cidî bûn li dijî van kiryaran derketin. Hêza civaka me jî xurt e û dikarin bi helwesta xwe bighêje maf û azadiya xwe.”