Cîhan Xelîl: Hêzên navnetewî rê didin êrîşên dewleta Tirk

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl êrişên dewleta Tirk a li ser heremê nirxand û got: “Pêwîste weke gelê Sûriye em bi xwe hevgirtina xwe çêbikin û ji bo aramiya civaka xwe tevbigerin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta tirk bi erêkirina hêzên navnetewî rojane gef û êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne. Piştî hevdîtinên dewleta tirk a bi dewletên derve re çiraya kesek ne girt ku êrîşî herêmê bike bi lihevkirineke di bin maseyê de rojane êrişan li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tîne.

Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl nirxandin kir.

“Şerê li Ukrayna  nefeseke nû da dewleta Tirk ku siyaseteke nû bide meşandin”

Cîhan Xelîl behsa rewşa aloziya ku tevahî cîhan di nav de dijî kir û wiha got: “Rêveberiyên dewletên serwer bi riya şerê li Ukrayna tê meşandin dixwazin NATO’yê komî ser hev bikin û li aliyê din cebheya Çîn û Rûsiya, di heman demê Îran dijbertiya wan bide avakirin ji bo wê şer û aloziyên cîhanî her diçe firehtir dibe.  Ev yek bandorê li ser siyaseta cîhanî û Rojhilata Navîn dike. Ger di aliyê dewleta tirk de em hin tiştan binirxînin hemû dewlet û taybet konsepta ku li ser herêmên me tê meşandin nefesek da dewleta Tirk ku gefan li ser herêmên me, Sûriye û Başûrê Kurdistanê zêdetir bike. Dewleta tirk di hemû aliyên xwe de tengav bûye taybet di aliyê siyasî û aborî de kirîzeke cidî dijî. Niha dewleta Tirk asta êrîşên xwe li ser herêma me zêde kiriye û dixwaze dagirkeriyeke mayinde ji xwe re rewa bike û mirovan ji axa wan bide koçkirin.”

“Em li kêleka gelê xwe di nava tevgerê de ne da ku em siyasetên dewleta tirk têk bibin”

Cîhan Xelîl amadekarî û helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li hemberî êrîşên dewleta tirk û wiha domand: “Weke Rêveberiya Xweser dema me rewşa awarte îlan kir hemû gelên me dest bi amadekariyên şer kirin û em jî li kêleka gelê xwe di nava tevgerê de ne. Ji bo em bikaribin siyaseta dewleta tirk têk bibin, pêwîst e vîna me xurt be û em jê re amade bin. Dema em dibînin dewletên navnetewî ji çareseriyê re ne amade ne, pêwîst e weke gelê Sûriye em bi xwe hevgirtina xwe çêbikin û ji bo aramiya civaka xwe tevbigerin. Hêviya me gelê me û civaka me ye û pêwîste gelê me jî di wê baweriyê de be ku çareserî di rêveberiya wê de ye, bi hev re em dikarin têkoşîna xwe bidin meşandin. Di van salên dawiyê de dewleta dagirker ev vîn û cesareta me dît ku gelê herêmê qebûl nakin dagirkerî li ser axa wê çêbibe ji bo wê niha em dibînin van gefan li ser me dixwe. Pêwîst e em di vê dema hesas de bi hemû hêzên demokratîk re û hemû pêkhatiyên di herêmê de isteratîjiya xwe diyar bikin û bi hev re di nava têkoşînê de bin. Her wiha em jiyana xwe ji bo pêvajoya tê meşand amade bikin û birêxistin bikin.”

"Şerê taybet tê meşandin" 

Cîhan Xelîl di berdewamiya nirxandina xwe de bal kişand li ser rêbarên dewleta Tirk a şerê taybet û wiha pêde çû: “Dewleta tirk bi riya hin kesên sîxur siyaseteke qirêj li ser civaka me dide meşandin. Di vê dema dawiyê de gelek ji van sîxuran ji aliyê hêzên QSD ve hatin girtin. Dewleta tirk bi riya sîxurên di hundir de dixwaze me ji hev qut bike, belav bike û tirsekê di hundirê gelê me de çêbike di asta giştî de ji bo ew bighêje hedefa xwe. Niha bi riya mît û ajanên xwe balafirên bê mirov radike li ser herêma me, civaka me hedef digre. Ev şer wê neyê sekinandin di dema niha de ji ber dewleta tirk biryara tunekirina civaka me daye. Me dît jî li Zaxoya Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye çi qewimî ji bo wê pêwîst e tu carî baweriya me bi dijmin neyê.”

“Serkeftina me mîsoger e"

Cîhan Xelîl bangawazî li partiyên siyasî û rêxistinên jinan kir ku ji bo têkbirina êrîşên dewleta tirk bibin yek dest û wiha bi dawî kir: “Hemû partiyên siyasî û rêxistinên jin ên di herêmê de pêwîst e bi stratejiya netewî tevbigerin û têkoşîna xwe bidin meşandin. Di heman demê de divê civaka me bi giştî di nava seferberiyê de be, em di wê baweriyê dene ku wê serkeftina me jî misoger bibe.”