Cîhan Xelîl: Bi hemû pêkhateyan dê têkoşîn bi hêz be

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Cîhan Xelîl êrîşên dewleta Tirk ê li dijî herêmê nirxand û got: “Em bi hemû pêkhateyên heremê bi hev re têkoşîna xwe li beramberî dagirkeriyê hîn bi hêztir bikin, wê demê em ê serkeftin bi dest bixin.”

RONAHÎ NUDA

Qamişlo - Dewleta tirk ku ji duh danê siharê ve bi balafirên bêmirov û şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, nîvê şevê jî bi balafirên şer êrişî seranserî heremê kir. Di van êrişan de binesaziya heremê hat hedefgirtin. Li gor daxuyaniya herî dawî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 5 welatî û 6 endamên hêzê jiyana xwe ji dest dane. Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xelîl derbarê êrişên topyekûn yên li dijî heremê û polîtîkayên dewleta Tirk a qirkirinê ji ajansa me re axivî.

‘Binesaziya herêmê hate armancgirtin’

Cîhan Xelîl di destpêkê de êrîşên dewleta tirk li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nirxand: “Dagirkeriya Tirkiyê careke din berê xwe da herêma me bi taybet ji herêma Cizîrê heta Kobanê. Hemû herêma me bû armanca êrîşên dewleta tirk û binesaziya ku xizmeta gel dikin, bi dijwarî hatin armanc girtin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Hemû kesên ku ziyan dîtine, birîndar bûne şîfayê lezgîn dixwazin. Kesên ku şehîd ketine bi bîr tînin û sersaxî ji malbatê wan re dixwazin. Ev êrîşa ku li ser gelê me yê sivîl û binesaziya ku xizmeta gel dikin, armanca esasî û bingehîn a dewleta tirk ewe ku gelê me koçber bibin. Siyaset dimeşîne ku bi koçberiyê re demografiya herêmê me bide guhertin. Heya astekî koçberî di herêmê me pêk tê, ji bo ku koçberî zêdetir bike, hinek navendên me û xizmeta gel dikin kirin armanc. Ew sazî jî binesaziya kehrebeye ku kehrebe bingeha jiyanê ye, pêdiviyên av û nan hemû ji kehrebe tê. Yên ku herî zêde ji vê zirar dibîne, di aliyê civakê de jin e. Ji ber jin îdareya mal de dixebite ku jin hemû jiyanê bi rê ve dibe. Jin û zarok divê şerê de zirarê dibînin.”

‘Dixwazin gelê kurd di sedsala 21’emîn de qir bikin’

Cîhan Xelîl da zanîn ku armanca dewleta tirk ewe ku di sedsala 21’emîn de qirkirina kurdan pêk bîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di esas de ji bo gelê me, him tirsekî bidin çêkirin, him jî dixwazin vîna wan bide şikênandin, êrîş pêk anîn. Êrîş hîn dewam e, êrîş beşek girêdayî hinceta çalakiya ku li Enqereyê çêbûye, êrîşî herêmê me kirin, lê di esasê xwe de siyasetek taybet, li ser gelê me tê meşandin. Biryar dane ku di şexsê gelê kurd  de, vîna gelê herêmê bişkînin. Ji xwe biryar dane ku di sedsala 21’emîn de qirkirina kurdan pêk bînin. Dixwazin hemû gelê herêmê ji vir vala bikin, demografiya herêmê bidin guhertin û ev çalekiya fedaî yên ku hatiye kirin rastiya wê berovajî bikin, xwestin rojevek  cuda avabikin ku li ser wê binûxîmînin û veşêrin.”

‘Li dijî êrîşan gel xwedî helwest in’

Cîhan Xelîl bal kişand êrîşa dewleta tirk yên 19’ê Mijdara 2022’an ku di wê êrîşê de cardin binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû armanc girtin û wiha pê de çû: “Di sala 2022’an de cardin binesaziya herêmê me bûbû armanca dewleta tirk. Di wê êrîşê de gelê me ji mala xwe derneketin, li beramberî wê ya, heta astek jor de gelê me xwedî li Rêveberiya xwe û nirxên şoreşê derketin. Îro jî em dibînin di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gel rabûn û derketin kolanan û êrîş şermezar kirin ku ew helwesta gel e ku ji dewleta tirk re gotin derbasî herêmê me nebin.”

‘Asta têkoşînê bilind bikin’

Cîhan Xelîl desnîşan kir ku dewleta tirk cesaretê ji dewletên navneteweyî digire û wiha got: “Ger dewletên navneteweyî rê nedin, dewleta tirk, ne mimkûne ku êrîşên herêmên me bike. Divê hêzên navneteweyî û koalisyon roleke aktîf bileyîzin, ango daxuyaniyek şermok û bêdengiya wana, dagirkeriya tirkiyê hîn bi hêztir dike. Ji lewra ev êrîş hin cudatire û gelê sivîl kirin hedef û kesên ku tu eleqeya wan nîne, dibin armanc. Her wiha binesaziyên ku xizmeta civakê dikin, bûn armanca êrîşan. Em wek Rêveberiya Xweser û pêşenga vê civakê asta têkoşînê bilind bikin.”

‘Em ê serbikevin’

Cîhan Xelîl diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê binkeftin û qeyranek pir kûr dijî, loma berê xwe dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Ev 50 salin têkoşîna gelê kurd, li hember Tirkiyê tê meşandin. Berê dewleta tirk digot çend kesin, em ê wan îmha bikin, lê îro bi hezar û bi milyonan li hember dagirkeriya Tirkiyê têkoşîn didin meşandin ku dewleta tirk tehemûl nake. Edî salên dawî yên dewleta tirk e ku li ber xwe dide. Em bi têkoşîna xwe gihiştin vê astê û em ê bi têkoşîna xwe jî bi ser bikevin bi taybet bi hêza jinan.

Jin çiqas beşdarî têkoşîn, xebat, erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin bi hêza xwe, wê demê em ê encamên hîn baştir bi dest bixînin. Çendîn ku xeterî hebin, ewqas jî destkeftî û destê me xurt e ku em hemû pêkhateyên di herêmê de em bi hev re têkoşîna xwe li beramberî dagirkeriyê hîn bi hêztir bikin, wê demê em ê serkeftin û encamên hin baştir bi dest bixin.”