Caroline Salibî: Ez bang li jinan dikim ku ger kota neyê pejirandin hilbijartinan boykot bikin
Carolîne Salibî teqez kir ku divê komeleyên jinan ji bo piştgirîdayîna jinan û rahênana namzedên jin ji bo hilbijartinan di şiyanên xebata siyasî de kar bikin lewre jin bi rastî xwedan çandeke bilind in û dikarin hemû qeyranên ku em tê de derbas dibin fam bikin û çareseriyan bibînin.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Piştî zagona kotaya jinan li parlamentoyê û şandina wê bo komîteyên parlamentoyê ji bo lêkolînê, piştî ku civîna komîteyên hevbeş ên parlamentoyê red kir ku berê gotûbêjê li ser wê yekê bike, li ser daxwaza Nûnera Inaya Ezedine ku rastî bêdengiya hevalên xwe yên parlamenter hat, xuya ye ku piraniya hêzên siyasî ku îdiaya piştgiriya xwe ji jinan re dikin, rastiyeke din li pişt perdeyê vedişêrin ku ew jî ew e beşdariya jinan di jiyana siyasî de û mafên wan di jiyana Lubnanê de, faktorên duyem an jî hindik in.”
"Îradeyeke siyasî ya pejirandina kotaya jinan tune ye”
Seroka Meclisa Jinên Demokrat a Lubnanê Caroline Sukar Salibî der barê hilweşandina projeya kotaya jinan a li Meclisê de nirxand ji ajansa me re kir û wiha got: "Wisa xuya ye ku îradeya siyasî ji bo derxistina zagona kotaya jinan tune ye, ji ber ku mijara kotayê ye ji carekê zêdetir hat nirxandin lê wan nepejirand. Tişta xemgîn ew e ku sîstema me li Lubnanê sîstemeke parlamantoyê ya li ser bingeha kotayê ye. Çima hemû hêzên siyasî li dijî kotaya jinan nerazî ne?”
“Ji ber ku îradeya siyasî tune ye kotaya jinan têk çû”
Her wiha wiha domand: "Projeya kotaya jinan ji ber nebûna îradeya siyasî têk çû, niha ji aliyê hêzên siyasî ve bi behaneya ku pirsgirêkên siyasî yên din hene dê were cemidandin û kota were paşxistin da ku ew kêşe bi dawî bibin an çareser bibin. Weke ku jin ne parçeyek ji vî welatî ne û ne hêmaneke ku li çareseriyan digere. Lubnan di van demên dawî de di gelek qeyranan re derbas bûye, ji wan teqîna Beyrûdê û encamên wê, krîza tenduristiyê ji ber belavbûna nexweşiya koronayê, heya krîza giran a aborî. Çima jin di danîna polîtîka û çareseriyan de cih nagirin ji bo derketina ji van qeyranan? Jin li Lubnanê ji nîvê civakê zêdetir in. Her tim dipirsin çima divê em kotayekê ji jinan re veqetînin?" Ji ber ku beşdarbûna aktîf a jinan di jiyana siyasî de tenê bi kotayê dikare pêk were û hemû cîhan li ser vê prosedurê fikiriye ango girtina prensîba kotaya jinan ji bo beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de, ji ber ku ger mijar ji azadiya blokan û gel re bê erêkirin prensîba kotayê tê hiştin, tiştek nayê guhertin û ezmûn jî delîla herî mezin e.”
Carolîne Sukar Salibî wiha domand: "Lêçûnên namzedên hilbijartinên parlamentoyê pir zêde ne lewra tenê jinên ku diravên wan hene dikarin bibin namzed û dema em behsa kotaya jinan dikin, mebesta me ew e ku jinên dewlemend û yên ku ne xwedî îmkanên aborî ne, wirin hilbijartin. Ev hemû pirsgirêk tevlibûna jinan a jiyana siyasî asteng dikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi heyeteke jinan re serdana c û got: “Civîn erênî bû û wî di wê demê de amaje bi wê yekê kir ku ew ê Civata Nûneran teşwîq bike ku vê zagonê pesend bike, di heman demê de xwe ji şandina wê bo komîteyên ji bo lêkolînê dûr bixe, ji ber ku dê demek dirêj hewce bike.”
"Ger ku kota neyê pejirandin plana "B" alternatîf e”
Caroline Salibî dilgiraniya xwe ji têkçûna pêşnûmeya qanûnê ya li parlamentoyê û şandina wê bo komîteyên parlamentoyê ji bo lêkolînê tîne ziman û wiha got: "Jin û rêxistinên ku li ser mijara kotayê dixebitin û di nav wan de rêxistina 50/50, plana B amade kirin ger ku kota neyê pejirandin. Di plansaziyê de tê xwestin ku 128 jin ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê bibin namzed, ew di warê jêhatîbûnê de hatine perwerdekirin da ku karibin li ber xwe bidin.”
Carolîne Salibî teqez kir ku divê komeleyên jinan ji bo piştgirîkirina jinan û rahênana namzedên jin ji bo hilbijartinan di şiyanên xebata siyasî de kar bikin lê jin bi rastî xwedan çandeke bilind in û dikarin hemû qeyranên ku em tê de derbas dibin bibihîzin, zêdebarî şiyana wan ji bo pêşxistina çareseriyan ji bo beşên curbecur.
“Hin partî li Lubnanê xwe ji ber namzediya jinan xwe ji kursiyên parlamentoyê dûr dixin”
Her çendî hin partî li Lubnanê xwe ji namzediya jinan ji bo kursiyên parlamentoyê dûr bixin jî ev partî xwedî komîteyên jin û çalakiyên balkêş ji bo jinan in, her wiha jin jî di nava partiyê de çalak in. Caroline Salibî der barê vê mijarê de wiha got: "Ez bang li jinên ku dixwazin bigihîjin cihên biryardanê dikim ku bibin namzed. Lê bi taybetî di partiyan de rolek jinan a mezin heye divê li hemberî partiyên xwe li ber xwe bidin û bisekinin. Çima partiyek dema ku di nava endamên xwe de jinên çalak dihewîne radigihîne ku naxwaze jinan namzed nîşan bide yan jî li dijî kotaya jinê ye? Dema ku jin di nava partiyan de vê yekê qebûl dikin, ev tê wê wateyê ku bi rola xwe ranbûne, bi taybetî jî ji ber ku ew perwerdekar in.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Rêxistinên jinan bi salan e li ser mijara perwerdeyê dixebitin û ev jin amade ne û ger jin bi zorê derbasî parlamentoyê bibin dê dînamîkên siyasî li Lubnanê biguherînin ji ber ku jin xwedî ramanên cuda ne û haya wan ji welatiyan heye.”
"Divê jinên di partiyan de wêrek bin"
Caroline Salibî dibîne ku meseleya kotayê ji valahiyê nehatiye û wê amaje bi Konferansa Pekînê kir ku tê de mijara kotayê hat nirxandin, wek planek an jî tedbîrek demkî amade kir, da ku xelk fêrî hebûna jinan di nav de jiyana siyasî de bibe. Ji bo ku blok rexnegir û hevseng be, bikaribe zextê bike û qanûnan di parlamentoyê de biguherîne, rêjeya beşdariya jinan di parlamentoyê de ji sedî 33 destnîşan kir.
Caroline Salibi, Nûnera Inaya Ezedine, ji ber wêrekiya wê pîroz kir û pesnê çawaniya rûbirûbûna partiya xwe û blokên parlamentoyê yên mayî kir. Wê hêvî kir ku hemû jinên partiyê wêrek bin ku di vê mijarê de helwestên xwe diyar bikin da ku jin nebin welatiyên pileya duyemîn. Li ser vê yekê wiha got: "Em hemwelatiyên jin û mêr in ku ji erkên xwe zêdetir radibin û roleke me ya girîng di beşdarbûna jiyana siyasî ya li Lubnanê de heye. Di vê çarçoveyê de divê hikûmeta Lubnanê dest bi cîbicîkirina biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî bike da ku niyeteke baş der barê beşdarbûna jinan di biryardanê de û avakirina çanda aştiyê de nîşan bide."
“Hin kes difikirin ku siyaset derew, sextekarî û dûrketina ji exlaq e lê ne wisa ye”
Ew diyar dike ku hin kes di wê baweriyê de ne ku siyaset hunera derew, sextekarî û dûrketina ji exlaq e lê ew di wê baweriyê de ye ku siyaset ne derew û ne jî binpêkirina exlaq e û wiha got: "Êdî dem hatiye ku siyasetmedar li gorî wijdanê xwe tevbigerin û têbigihîjin ku gelek heye ku êş û azarê ji siyasetmedarên Lubnanê dikşîne, ji ber ku ew dibîne siyasetmedar li aliyekî ne, gel jî li geliyekî din e." Di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez weke çalakvan û femînîst daxwaz ji hemû jinên Lubnanê dikim ger kota neyê pejirandin, hilbijartinan boykot bikin, ji ber ku ev kota li piraniya welatên Ereb hatiye sepandin û hin welat hene ku êdî behsa wekheviyê dikin.”
Bi riya pêkanînên hikûmeta Lubnanê ku pabendî pêşniyarên Konferansa Pekînê bûn hat dîtin ku pejirandina peymanên navneteweyî yên li ser jinan û lihevhatina qanûnên neteweyî bi nivîsên wan re tenê formalîte ne. Tevî ku ji sala 1953'an û vir ve, piştî gelek têkoşîn û daxwazên çalakvanên mafên jinan, mafê namzediyê û dengdanê daye jinên Lubnanê jî.
Bi giştî parlamentoya Lubnanê li gorî zatona hilbijartinan nebû şahidê hebûna jinan, ji bilî jinên ku di qonaxeke paşerojê de wekî mîratgir hatine. Jinan di hilbijartinên parlamentoyê yên dawî de ku di Gulana 2018’an de hatin lidarxistin 6 kursî ji 128 kursiyan girtin, li ser bingeha sîstema rêjeyî û jinên Lubnanê hê jî ji wekheviya zayendî dûr in.