Biyolog Kerstî Kaljulaid yekem jina serokomariya Estonyayê kiriye

Li yek ji welatên Baltikê Estonyayê di dengdayîna li parlamentoyê de, cara yekê jinek ji bo serokomariyê hat hilbijartin.

Navena Nûçeyan – Li Estonyayê ji ber ku dema xebatê ya serokomar Toomas Hendrik Ilves qediya li parlomentoyê ji bo ku yek bê dewsa wî dangdayîn pêk hat. Di encama dengdayînê de biyolog Kerstî Kaljulaid a 46 salî hat hilbijartin. Di tura şeşemîn a dengdanê de ji 98 dengan 81 deng girt û bû serokomar. Di dengdana 4’ê cotmeha 2016’an li parlamentoya Estonyayê pêkhatî de, yekemcar jinek ji bo Serokomariyê hat hilbijartin.