“Bila serokomar biçe serdana girtiyên Behdînanê”

Biryar hatibû girtin ku danişîna çar çalakvanên Behdînanê were dîtin lê hat taloqkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Dr. Şayan Osman endama Tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê peyamek arasteyî Dr. Berhem Salih Serokomarê Iraqê kir û di vê peyamê de wiha got: “Daxwaza me ew e ku serokomar were ser xeta rast û serdana kes û karên girtiyên Behdînanê bike û guh bide wan û biçe serdana girtiyên Behdînan jî.”