“Wê bi hezaran dengê azad bilind bibe”

Kes û karên şehîdan di derbarê girtinên kiryarên şehîdên pênûs û xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê de diyarkirin ku kiryarên şehîdên pênûsê nayê cezakirin û her tim desthilat vê rêbaza xwe berdewam dike.

TEWAR PÊNCAWÎNÎ

Silêmanî- Ev çend sale kes û karên şehîdên 17’ê Sibatê, şehîdên Pênûs û qurbaniyên xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê daxwaza mafê xwe û cezakirina tewanbaran bilêv dikin. Kes û karên şehîdan bi bîr dixin ku desthilat kiryaran diparêze û li cem xwe dihêlin.

Ajansa me, di salvegera şehîdên pênûsê, rojnamevan Wedat Hesên de, li gel kes û karên şehîdên Başûrê Kurdistanê derbarê helwest û rêbaza rola wan de axivî.

“Xwepêşandan ji Behdînanê destpê kir”

Rêzan Eskerî dayika Şehîd Germiyan ku di xwepêşandana 17’ê Sibata 2011’an di dema ku temenê wî 12 salî bû bi fîşeka desthilatdarê hate kuştin, di salvegera Şehîdê pênûsê Wedat Hesên de da diyarkirin ku weke azadixwazekê tû gef û êrîş nikare pêşî li daxwazên azadîxwazan bigre û wiha got: “Desthilatdar dê nekare dengê me azadîxwazan qût bike, em ê hertim berdewam bikin. Em weke rojnamevan û çalakvan li herçar parçeyên Kurdistanê yekitiya me heye, şoreş li Behdînan destpê dike,  ji ber vê desthilat dixwaze dengê azadîxwazan qût bike. Ger desthilat bixwaze li bajar, bajarok û navçeyan dengê azad qût bike, dê li hezar bajar, bajarokên din dengê azadiyê bilind bibe. Dadgeh ne serwere, girêdayî partî û binemalane, ji ber wê heta niha kiryar nehatine cezakirin.”

“Dixwazin bi rêya yasayê rojnamevanan bêdeng bikin”

Çalakvan û xûşka Şehîdê pênûsê Soran Mame Heme, Gerde Mame Heme da zanîn ku desthilat nikare bi fîşekê dengê azadiyê qût bike û got: “Li Başûrê Kurdistanê, ji Soran Mame Heme heta şehîd Wedat û niha jî bi dehan rojnamevan li girtîgehên desthilata Kurdistanê bê neheqî girtine. Desthilat nikare bi fîşek û terorê, dengê rojnamevanên wêrek û bi hêz bêdeng bikin. Niha jî dixwazin bi rêya yasa rêgirî li rojnamevanan bikin û dengê azadiyê qût bikin. Daxwaza me ew e ku pergalek demoqratîk hebe ku mafê mirovan tê de hebe.”